Girêcana oidîpûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Girêcanê oidîpûsî an jî kompleksa odîp navê konseptek e ku di psîkolojiyê de tê bikaranîn. Ev binavkirin ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye derxistin.

Wate û bingeha oidîpûsê[biguherîne]

Peyva Oidîpus ji mîtoseke Grekî tê. Bavê wî bi jina keyser re têkiliya cinsî datîne û Oidîpus jê çêdibe. Bav Oidîpûs dide şivanekî û ji palasa keyser dûr dixîne. Piştre bav keyser dikuje û xwe dike keyser. Oidîpûs li cem şivên mezin dibe û dibe xort. Dilê wî dikeve jina keyser lê nizane ew diya wî ye. Ji kerba dilê xwe her rê û mercê bikartîne û bi keyser (ango bavê xwe re) dikeve şer. Ne bav ne dê û ne jî Oidîpus hevûdu nasnakin. Oîdîpûs keyser dikuje bi jina wî re marî dibe (dizewice).

Bikaranîna Freud[biguherîne]

Sigmund Freud , Carl Gustav Jung , Jacques Lacan li ser têkiliyên zarokan bi dê û bavê wan re lêkolînan dikin. Freud dibîne ku di 4 salî de zarokên law wekî dilketinê bala xwe berdidin dê û bi hestên dijminahî li bav mêzedikin. Herwekî keç jî dil dikeve bav û bi diya xwe re dikeve pevçûnê. Jung a keçan bi kompleksa elektrayê binavdike.

Gorî psîkologan her mirov di vê radeyê de derbasdibe. Divê ev pêvajo bêî ziyan û birînan derbas bibe. Bav û dê bi zanyarî tevbigerin û ne hestên zarokên xwe bişkînin, ne jî bi ya wan bikin.

Însest û qedexeya wê[biguherîne]

Zarok, dê û bav bi hev re sêgoşeya oidîpîk ava dikin. Freud û hevalên xwe dibînin ku ji demên arkaîk virde mirovan ev hestên oîdîpîk dîtine û bo xwe ji ziyanên wê biparêzin, qedexe kirine. Mirovahî fêrî wê bûye ku nakokî di navbera xweza û însestê de hene û ev agahiya fêrbûyî derbasê binhişarê bûye.

Di dîrokê de însest hebûye. Bo mînak keyên Egîptê (Misir) bi xûşk birayên xwe re marî bûne (zewicîne) û ev marîbûn wekî çekekî desthilatdariyê jî hatiye bikaranîn.

Di xwezaya mirovan de hestên oidîpîk hene û zarok ji ber ku superegoya wan qels e, hestên xwe didin der. Pêwîst e, dê-bav viya mezin nekin, hestên zarokan asteng nekin û birînên derûniyê di wan de peyda nekin. Divê bihêlin ku zarok vê demê bêî qeza û bela derbas bikin, bijîn.

Kastrasyon (sinet an jêkirina organên zayendî)[biguherîne]

Hestên oîdîpîk zarokên bêî zanebûn, dixe nava tirsa cezakirinê. Zarok vê cezayê wekî kastrasyonê xeyal dikin û ditirsin. Pispor di pêvajoya kompleksê de, sinetkirina lawan baş nabînin. Lewra zarok difikirin ku ceza bicih hatiye û ew êdî ne bi giştî mêr in. Ev yek li ser psîkolojiya lawan bandorên neyînî dihêle. Mixabin ji ber baweriya olî, li civakên Îslamê gotûbêjkirina sinnetê tabûyek e, qedexe ye. Hin kes, pasîvîzm û paşdemayîna Asyaya nêzîk, hinekê bi wê ve jî girêdidin.

Jacques Lacan jî ya Freud dipejirîne lê ew bandora kompleksê zêde nabîne. Dibêje ev efsaneyek e, rast e hestên oidîpîk hene lê ji bo însestê ev ne bes in û ne jî ferz in. Ji bo însestê neuroz û sedemên din pêwîst in.

Erich Fromm ne wekî Freud difikire. Ew hestên oidîpîk wekî potensiyala fêrbûyî ya îsyankariyê dibîne. Dibêje bi van hestan zarok li dijî otorîteya dê-bavê, kesayetiya xwe û naskirina kesayetiya xwe dixwazin, diparêzin.

Herwiha[biguherîne]

Wêje[biguherîne]

  • Sigmund Freud: Totem û tabû. Einige Übereinstimmungen im Seelenleben der Wilden und der Neurotiker - Hin lihevkirinên jiyana ruhî ya kovî û a kesên neurotîk (1913), in: Studienausgabe, Bd. IX, Frankfurt a.M.: Fischer 1975
  • Sigmund Freud: Das Ich und Es Ez û es (1923), in: Studienausgabe, Bd. III, Frankfurt a.M.: Fischer 1975
  • Sigmund Freud: Der Untergang des Ödipuskomplexes - Têkçûyîna kompleksa oîdîpûsê (1924), in: Studienausgabe, Bd. V, Frankfurt a.M.: Fischer 1975
  • Erich Fromm: Sigmund Freuds Psychoanalyse. Größe und Grenzen - Psîkoanalîza Sigmund Freud. Mezinî û sînorên wê, Stuttgart: DVA 1979
  • Gilles Deleuze/Félix Guattari: Anti-Ödipus. Kapitalismus und Schizophrenie I - Antî oîdîpûs. Kapîtalîzm û şîzofrenî (1972), Frankfurt a.M.: Suhrkamp 1974
  • Rudolf Heinz: Oedipus complex. Zur Genealogie von Gedächtnis, Wien: Passagen 1991

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

{{}}