Girara şikevayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girara şikevayê, girara bi şikevayê pêçandî, girarek (pîlaw, bulxur) ji pêjgeha kurd e. Ji pêçandina girarê ye. Mirov dikare wekî kutilkê (dolmeh) jî binavbike lewra tê pêçandin.

Berkelî (bo şeş kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gizêr û kartolên xwe kûbîkî tîke bikin. Zebze û polikên xwe bixaşînin û bidarivînin. Di quşxaneyekê de, bi rûnê nivîşkî biqelînin. Ji aliyekê ve riza (birinc) xwe amade bikin, ango bi ava germ nermijî bikin.

Riza we nerm bû, ava wê bidarivînin, berdin nava zebzeyên qelandî û bi hev re bi qasî 5 deqeyan biqelînin.

Îsot û xwêya xwe pê qerbikin, 5 stekan avê berdinê û bihêlin bila bikele. Girara we keliya, agirê wê nizm bikin, heya ava xwe kişand bikelînin.

Pelhevîrkên xwe bikin 8 parçe (her yek 4 parçe). Pelhevîrkên bidin ser devê binikeke kûr a bo şorbeyan, bi vî awayî hundirî wan dabigirin. Ango girara xwe bixin navê, bi firçeyekê şîr bi wan bidin, devê şikevayê xwe bigirin, wekî kutilkan an wekî xingalê amade bikin, tije bikin.

Van kutilkên xwe yên we hazir kirine, di sêniya firneyê (firûn) de rêz bikin.

Bi firçeyê zerika hêkê li serê van girikên savarê yên bi şikevayê hatine pêçandin bidin û di germiya 200 pileyî de bipijînîn. Zerayî bi wan ket, dikarin bînin ser destexaneyê (sifreyê).