Girav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Girava Espalmadorê

Girav, dorav an gizirt ji reşahiyên (bej) ku hawirdorên wan bi avê tije ne re tê gotin. Sê beşê giravan hene: Hin perçeyên zinaran an resîf, giravok û giravên esasî. Li hin deran gelek girav li cem hev cih digirên, ji van ra komgirav tê gotin. Hin girav wek kevan an xelekekî rêz dibin, ji van ra jî rêzegirav tê gotin.

Di devokên kurdî de ji giravê re durge jî tê gotin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Ev gotara erdnîgariyê, li ser bingeha Ferhenga Erdnigariyê hat nivîsandin.