Girik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girik mezrayeke gundê Meşkina ye û bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve girêdayî ye. Dîroka Girik geleki kevn e, li gori çavkaniyên herêmî bîst û du caran hatiye avakirin û xera bûye. Cara dawî ji hêla Mele Mihemed ve berî niha bi 110 salan hatiye avakirin û lawê wî Hecî Ubêdulah dû re Qesrek lê ava kiriye û gelek rez û darên fêki çandiye. Dehla wê bi navê Temzê hatiye naskirin. Ji ber ku Qesir û xaniyên din ên li ser girekî bilind hatine lêkirin navê wê bûye ´´Girik``.

Çarhawirdora Girik çiyayên bilind in. Bakurê Girik çiyayê Herêzmê ye, li rojavayê wê Pozê Bîran ku bilindahiya wî ji behrê 1114 metro ye. Li Pozê Bîran nêzî 11 biran hene. (Navê çiyayê Pozê Bîran ji wan bîran tê.) Lê sê bîr tenê hatine dîtin, yek ji wan bîran sal duwanzde meh tijî av e, havînî ava wê pir cemidî ye. Pozê Bîran di dîrokê de dereke gelekî asê bûye. Ku mirov lê dinihêre ji kevirên gelekî mezin û şehkirî xuya ye ku keleh an jî bircên dîrokî hene û xera bûne. Li rohilatê Girik mirov dikare gundê Meşkîna bi nêrina çûkê bibîne. Ji başûrê Girik ve Beriya Mêrdîn heta gundên Kurdistana Başûrê Rojava Binya Xetê tê xuyakirin.

Li Girik sê kanî hene ku ava wan ji Pozê Bîran ve tê û birk li ber wan hene ku mirov dehl û dar û çandiniyên xwe li ber wan av didin. Navê wan Birka jêrin, Birka jorin û kaniya malê ye.

Girik di sala 1992 de ji hêla hêzên dewletê û cerdevanên Meşkîna ve hate xerakirin û rezên wê hemû hatin şewitandin, digel mal, qesir û daristanan. Lê belê dehla bi navê Temz hîn jî heye. Heta sala 2003 jî çûna Girik qedexe bû.

Di sala 2004 an de Mele Nametê Hecî Ubedullah û Mele Sîracê Hecî Mehmedcanê Hecî Ubêdullah çadirên xwe li Temzê danîn û ji nû ve dest bi (23'mîn) avakirina Girik kirin. Rezê Kozik û Rezê kaniyê çandin, darên xwe çandin, benên xwe lêkirin û jiyana xwe bi tengahiyek gelekî zor berdewam ava kirin.