Gizêr

Ji Wîkîpediya

Gizêr

Gizêr (Lat. Daucus Carrota) (Gêzer, Gîzêr, Gizêrk) pincarek wek tiviran reha xwe wek singan (qazux) xwe di erdê de berdide. Herçend di eslê xwe de pincare jî lê wek dikakan (zerzewat) çandinîya wê tê kirin, pir bi vîtamîn û mîneral e. Di dinê de 60 cûreyên wê hene. Bi rengan ve pirteqalî, zer, reş û mor in. Dikakek du salanî ye. Sala pêşîn belgan dide. Belgên wê kesk in û wek sibitê têltêl in. Sala diduwan di nav wan belgan de kulilkên wê yên spî û peyazî yên wek sîvankan xwe didin hev, di havînan de vedibin. Di nav wan kullîlkan de bizrek zer û gewrane û bi stirî çêdibe. Ew bizir hem wek bizir jibo derman, hem jî bi awayekî tê eciqandin û rûnek jê tê derxistin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Welat û dîrok

Li ser welatê wê gelek fikrê cuda hene. Piraîya otorîteran li ser Ewropa, Asya û Afrîqa bakur hemfikir in. Hinek dibên “Amerîqa” ye, Hinek dibên “Afxanîstan, îran û Kurdistan” e. Berî mîladê li mezopotamya û welatên Derya Spî û Egeyê dest bi çandinîya wê kirine. Berî wê jî li bejayê xwe bixwe hêşîn dihat û jibo dermanan dihat bikaranîn. Di sedsala 13 an de li Ewropa û Çînê jî dest bi çandinîya wê tê kirin. Di 1609 an de bi awayê hinekî islahkirî li Amerîka, eyaletênVîrjînîa û Îndîana dest bi çandinîya wê tê kirin. Di sedsala 20 an de ku qîmeta madeya “beta karotên “ provîtamîn A“ û giringîya wê tê famkirin, îro li hemi deverên dinê gêzer ji ber madeyên di hundirê xwe de dihewîne, di hemi demsalan de tê peydakirin, xebitandin û xwarin.

[biguherîne] Têdahî

Kalorî, proteîn, karbdîhîdrat, kolesterol, rûn, lîf, fosfor, kalsîûm, hesin, sodyûm, potasyûm, magnezyûm, madeya Acethylcolîn, asîdên folik, şekir, provîtamîn A, Vîtamîn B1, B2, B3, B6, A C , E û 17 madeyên jibo nexweşîya Alzheîmer.

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû di derbarê gêzerê de dibêje: “Di gêzerê de dervayî madeya Acethylcolîn 17 madeyên din ku jibo nexweşîya Alzheimer bikêr in hene.

Gêzer ketina (kesên cigarekêş jî têde) rîzîkoyên penceşêra pişikê tîne asta herî jêr.”

Lêkolînan tesbît kirîye ku kesên gêzeran pir dixwin, nexweşîyên penceşêra qirik, mesane (kîskê mîzê- kunmîz), malzarok, rûvikên stûr, prostat, borîya xwarinê, % 50 bi wan re kêm bûye(daketiye).

Li gor lêkolînên Unîversîta Harvardê, di hefteyê de 5 rojan xwarina gêzerê % 68 rizîkoya ketina kirîza dil û destistan ( felcbûnê) ji holê radike.

Prof.Dr. Ahmet Marankî dibê: “Gêzer herwekî dostê dil e, jibo daxistina kolestirolê jî rêya herî hêsa ye. Gêzer ji ber hewandina lîfên hundirê xwe, jibo arêşeyên qebizê pir bikêr e”.

Teybetîya wê ya xwînçêkirinê heye. Gêzer dibe alîkarê xebitîna rehên gurçik, mejî û dil. Herwaha pirzik, brîn û kulên aşikê (mexde) dikewîne. Bandorek gelekbaş jibo zindebûn û pirbûna malzaran (hucreyan) heye.

Çavan bihêz dike. Bi engînarê re xwarina wê dermanê kezebê yê herî başe. Jibo şêlav, (girêz), kezeb, sefra (zirav) û sîqal (denge) kirina kolestrolê dibe alîkar. Jibo pirzikên balixbûnê û ketina deng pir başe.

Xwarina gêzerê jibo jinên pêgiran (bi zaro) tê pêşniyarkirin. Rûvîkan dixebitîne, dibe sedemê bilezûbez kewandina kul û brînên nava rûvîkan.

Heke pelûka (lapa) gêzerê li ser brîn û sotinîyan xin, wê wan bikewîne. Rojê du qedehên çayê ava gêzeran ya nûgivaştî an jî xwarina 4-5 gêzeran dermanê van nexweşîyên me li jor got û ji gelek nexweşîyên din re şifadar e.

Ya herî baş ewe ku mirov gêzerê baş bişo û bi xavexav bide ber gezan, neqeşêre ji ber ku piranîya vîtamîn û mîneralan di qaşilê wê dene. Dema gêzer bê rendekirin vîtamînên wê yên B û C winda dibin. Û hwd.

[biguherîne] Kêrhatî

  1. Qebizê hiltîne
  2. Edavên aşik (mexde) û rûvîkan radike û xwîna wan rediwestîne.
  3. Ji alzheimê û ji jibîrkirinê re dibe alîkar
  4. Navçûyînê (virik- ishal) dibire
  5. Bêxwewîyê hiltîne
  6. Şîrê dayikê zêde dike
  7. Hêza zayendî (seksî) zêde dike.
  8. Pêşîya nexweşîyên çerm û çavan digire û çavan bihêz dike.
  9. Zindetî û tazetîyê dide çerm û kurîşkên çerm rast dike.
  10. Êşên gurçikan disekinîne, zindetîyê dide beden, iştahê vedike, jibo kewîna brînan dibe alîkar.
  11. Goştê diranan bihêz dike.
  12. Pêşîya qirîza dil û destistanî (felc) yê digire, têgeheştinê (fahmê) zêde dike.
  13. Pêşîya bêhntengî, bêdesthilatî (jênehatin, bêkêrî, nekarîn) digire û tedawî dike. Jibo kêmbûna serêş û êşên mîgrenê dibe alîkar . û hwd.

[biguherîne] Karanîn

1- Dohn (rûn) ê gêzerê. 2- Bizirê gêzerê. 3- Xwarin, rêçal, tirşî, selete, paste, kek û hwd.

[biguherîne] Dohnê gêzerê

Bizir ê gêzerê bi saresar bi awayekî tê givaştin û rûnek jê tê derxistin. Ew rûn jibo masajan, qirmiçûkên çerm û jibo tahrenebirinê ( sotina bedenê ji tîrêjên tavê (rojê), xweşikbûna çerm û bronzbûnê tê bikaranîn.

[biguherîne] Bizirê gêzerê

Di bizirê gêzerê de beta karotên, vitamîn B,C,D,E, taybet A pir heye. Ew jî quwetê dide, hestîyan bihêz dike, iştah vedike, bêxewîyê radike, çerm xweşik dike.

Bizirê gêzerê biqutin, hinek hingiv tev bikin û bixwin. Gêzer bi 100 an cûreyî tê bikaranîn. Ew jî bi huner û marîfeta kebanîyê ve girêdayî ye.

[biguherîne] Çavkani

Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar