Goştekelem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Goştekelem bi goştê golik

Goştekelem, çortiya Rûsan, kapûsta, kelemok, tûtû navê xwarineke ji keleman e. Tê gotin ev xwarin ji rûsan derbasê Kurdistanê bûye. Qada navneteweyî de bi navê kapûsta yan kapûska wekî xwarineke slavan nav daye.

Cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kelemok: Kapûstaya bi ava goştê ye. Yan tê de goşt nîne yan jî pirr hindik goştê kişandî tevlî ye.
  • Tûtû: Berevajiyê kelemokê goşt gelek e tê de û ji kelemê pirrtir e. Hin kes ava wê dadirivînin û tenê goştê wê bi kremayê yan bêî tiştekê dixwin ku ev jî tûtû ye.
  • Kirçik: Goştekelema bi îsot û hin sebzeyên din tê çêkirin.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 250 gr têkegoşta golikê
  • 125 gr rûnê tîr, margarîn
  • 3 serî pîvaz
  • 1 serî kelem
  • Nîvê stekanê (qedeh) av
  • Îsota reş a dendikî
  • Xwê
  • Merge (ava firingiyan, ava bacanê sor)
  • Îsota sor (li ser daxwazê ye)

Amadekirina kapûstayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvaza ziravane hatiye hûrkirin di nava rûnê ron ê heliyayî de biqijilînin. Dema zerayî pê ket, goştê xwe berdinê (bi tevî mergeyê) û bi hev re biqelînin. Îsota reş û xwê jî jibîr nekin.

Nîvê stekanê ava xwe berdinê. Wisa bihêlin ku bikele. Di heman demê de kelema xwe amade bikin. Kelema xwe ziravane tîke bikin, berdin ser xwarina xwe û derxûna quşxaneyê bigirin. Li ser daxwazê îsota sor a tûj jî tîke bikin, berdinê.

Bi qasî nîv katjimêrî bikelînin. Heger ava wê ziwa bûye, hinekê avê têxinê. Xwarine we keliya têxin seniyeke firûnê û di firûnê de jî hinekê bikelînin. Bi germî bixwin.