Gola Tanganyîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wergirtin-Nasa
Masîvan li perê golê, axa Burundî

Zeryaçeya Tanganyîka yan gola/zêya Tanganyîka yek ji zeryaçeyên (golên) mezin ên parzemîna Afrîkayê ye. 6emîn zeryaçeya mezintirîn a erdê ye.

Li Afrîkayê duyemîn gola mezin û kûrtirîn gol e. Ji aliyê baresteyê ve ango mîkdara avê ve di erdxanê de (dinya) duyemîn gol e.

Dirêjiya wê 673 km, berayî kêmzêde 50 km ye, Rûerda wê 32.893 km², bilindahî ji rûyê avê 782 m, kûrtirîn cihê wê 1.470 m ye.

Çemê Rûzîzî, çemê Lûfûbû, çemê Malagarasî diherikin ser golê. Çemê Lûkûga jî ji zêyê derdikeve. Gol dikeve nava tixûbên Kongo, Tanzanya, Zambiya, Burundî, Tanganîka.

Gol ji aliyê ekosîstemê ve gelek dewlemend e. Li dora 300 cure masî xwerû li vir dijîn. Masîgerî tê kirin û aboriya sedhezaran kesan li ser golê ye. Rojane derfiroşiya nîv milyon ton masiyan tê kirin.

Li ser golê barbiriya bi keştiyan jî heye, gelek riyên hesinî tên heya ber golê.