Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hewramî an goranî yek ji ziman an jî zaraveyên kurdî ye.[1] Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin: oramî, maçû an jî maço.
Hewramî ji zaravayek goranî ye û ji sedsala 16. heta 21. an li Kurdistana Bakur û Rojhilat wek zimanek wêjeyî tê ber çavan. Li gor Muhemmed Emîn Hewramanî: Kurdiya Hewramanî zimanek berê ye (di sala koçî 132) û ne tenê dema Begê Erdelanê Baban, diçe demên berê û zimanê ol û wêjeyî ye. Hinek berhemên li ser Kurdiya Hewramanên nîşan didin û digihîjin demên 880 sal berê.
Herwiha, Hewramî zaraveyekî zimanê kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe re maçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek, Bacilan û Sarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye. Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ve, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.
Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.
Hewramî ligel zaravayên kurdî yên din [biguherîne]
| Kelhurî |
Soranî |
Lekî |
Kurmancî |
Zazakî |
Hewramî |
Bacalanî |
| Mi |
Min |
Min |
Ez, Min |
Ez |
Amin, Min |
Min, Emin |
| Ti |
To |
Tû |
Tu, te |
Ti, To |
To, Etû, Tû |
Ti, To |
| Mi kem |
Min dekem |
Min mekem |
Ez dikim |
Ez kenu |
Amin/Min mekerû |
Min mekere |
| Mi çim |
Min deçim |
Min Meçim |
Ez diçim |
Ez Şonu |
Min milû |
Min melû |
| Fire |
Zor |
Fira |
Pir, Gelek, Zaf |
Zaf |
Zor/fira |
fire |
| Wet |
Got/Wut |
Wat/vit |
Got |
Vat |
Wat/vat |
Wet |
| Îrênge |
Esta |
Îske/Îse |
Niha, Vêsta, Nika |
Nika |
îse |
êste |
| Hat- |
Hat- |
Het- |
Hat- |
ame- |
ame- |
ame- |
| Hena |
Bang, Deng |
Hena |
Deng |
Veng |
Deng |
Deng |
| Kel´n |
Gewre |
Kel´n |
Gewre, Gir, Mezin |
Pîl |
Gore |
Gewre |
| Wa |
Ba |
Wa/va |
Ba |
Va |
Va/Wa |
Va |
| Waran |
Baran |
Waran/varan |
Baran |
Varan |
Baran |
Baran |
| Gen |
Xirap |
Gen/xiraw |
Xirab |
Xirab |
Xirab |
xirab |
Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.
Pirtukên bi hewramî yên dirokî [biguherîne]
|
Zimanên îranî |
|
| Zimanên îranî yên kevn |
|
|
| Zimanên îranî yên navîn |
|
|
| Zimanên îranî yên nûjen |
|
|
| Navên bi îtalîk zimanên mirî ne. * Li gorî çend zimanzanan kirmanckî û hewramî beşeke zimanên serbixwe yên îranî pêk tînin. |
|