Goran Candan

Ji Wîkîpediya

Goran Candan
Goran Candan

Goran Candan nivîskar û rojnamevanekî kurd e.

Goran Candan di sala 1959'ê de li Amedê hatiye dunyayê. Ew dibistana seretayî û navînî li Amedê xwandiye û paşê jî 4 salan, li xwendegeha olî ya bi navê Îmam-Xetîb’ê xwendina xwe berdewam kiriye. Lê belê ji ber karê wî yê welatparêziyê di nav rêxistina kurdî de, Goran Candan ne karî vê xwandinê bibe serî. Sala 1982'yî, bêgav ma ku here Binxetê (Sûrî). Piştî salekê ji wê derê hat Swêdê. Ji 25 salî vir ve ye, ku Goran Candan li Swêdê dijî û du zarokên wî hene: Barzan û Evîn.

Goran Candan sala 1986'ê, yek ji damezrenerê rojnameya bi nav û deng û ajansa kurdî: Kurdistan Press a li Stokholmê ye. Di sala 1989'ê de bi çend hevalên xwe yên niştimanperwer, ji Almanyayê bi karê derxistina rojnameya Halk Gerçegi rabû, ku ev rojname li Stenbolê derdiket. Di redaksiyona beşa kurdî ya rojnameya Berxwedanê de kar kir. Her wisan jî, sala 1988'ê, bi hevalên xwe, ku niha çend ji wan di riya têkoşîna serxwebûna Welêt de şehîd ketine, kovara Yekitiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê ya bi navê Rewşenê derxist û ew, yek ji van sê kesên ji desteya redaksiyonê, ya pêşîn bû. Ji hejimar 3 - 7 jî edîtoriya giştî ya Rewşenê kir.

Goran Candan li Swêdê di Zanîngeha Uppsalayê de du salan kurdî (soranî) û farisî xwand. Li Zanîngeha Stokholmê li Xwendegeha Mamostetiyê beşê kurdî temam kir û li dibistanên swêdî 15 salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Her weha dema hêrîşên hêzên tarî yên li ser xebata têkoşîna rizgarî û serbestiya Kurdistanê, Goran Candan bi Komeleya Kurdernas Vänner (Hevalên Kurdan) kovarek her bi vî navî, bi swêdî derxist.

Nuha jî karê wergeriyê ji her 4 kanalên televîzyona Swêdê re dike û ji bo rêkxistina Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê BTJ jî wekî lektorê wêjeya kurdî kar dike. Goran Candan di karên xwe yên rojnamegeriyê de gelek nivîs û pirtûkên zarokan wergerandine ser zimanê kurdî. Du ji van pirtûkan Tolehildana Mûriyan ji farisî wergerandiye kurdî û soranî û pirtûka klasîkî ya zarokan Aladîn û Lampaya bi Efsûn ji swêdî wergerandiye ser kurdî. Her wisa jî çîroka folkloriya kurdî ya bi navê Şahmeran berhev û çap kiriye. Paşê jî Şahmeran hem bi kurdî (soranî), swêdî hem jî bi zimanê katalanî li Katalonyayê (Spanya) çap bûye.

Goran Candan ji sala 1987'ê vir ve ye, ku Weşanxane û Kitêbxaneya kurdî ya naskirî Sara'yê bi rê ve dibe. Sara her wisan yekemîn pirtûkfirosiya kurdî ya li Ewrûpayê ye. Sara ji sala 1987'ê ta 2007'ê 52 berhemên kurdî, swêdî, erebî û înglîzî wesandiye.

Ji ber ku li Sara'yê bi dehhezaran berhemên kurdî gihane ser hev, loma Sara her weha bûye navendek arşîvxane û lêkolînê û bi vî awayî Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARA'yê hatiye sazkirinê.