Gore

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gore
Goreyên werzîşkaran

Gore beşeke cîlûbergan (kinc, pot, çek, came, cil) e ku li lingan û çîpan (çîm, qor, şeq) tên xwakirin, bo porkirina wan e.

Ji bestirê (qumaş) ye ku di fabrîkên tekstîlê de tên hilberîn. Berê mirovan direfandin, diristin, heger biqetiyan yan qul biban, bi pîneyan vediçinîn. Niha bi dehan cureyên goreyan hene. Di zimanê farisî de gorab dibêjin ku ev bêje derbasê romî (tirkî) û hin zimanên balkanî jî bûye.

Li Kurdistanê bi dehan cureyên goreyan dihatin refandin, ristin, çêkirin. Goreyên bi kurdan ên bi destan hatine refandin. di cîhanê de navdar in. Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li herêmên Xerzan, Tolhildan, Dêrsim û Botanê goreyên bêhempa dihatin refandin. Niha ev destkarî kêm bûye, lewra goreyên fabrîkan him bo cure armancan e, him jî çêkirina goreyan dem û kedê dixwaze.

Dîroka goreyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroknasên ewropayî derketina goreyan heya romayiyan dişopînin û di zimanên wan de bêjeya goranî herwija ji soccus a latînî tê. Soccus di wateya pêlavan de jî dihatibûye bikaranîn. Pirr berê jî mirovan gore çêdikiribûne.

Heya serdema 16. li Ewropayê gore pirranî yan di dirûvê pêlavan de bûne yan jî bi devlingên pantolan ve girêdayî bûne.

Hin ji cureyên goreyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Patîk
Dirûvê solan de bo mezinan
Papîk
Dirûvê pêlavan de bo pitikan
Goreya şervanan
Heya jinûyê dirêj, teng û devê wê bi doxîn
Goreya şivanan
Hinekê dirêj, stûr û çorsane
Zargore
Goreya pantolkî ya tenik, jin bikartînîn (îng, tights)
Goreya kompresyonê
Bo nexweşên trombozê, di bijîşkiyê de
Goreyên lepikî
Deh (bêçiyên lingê) dikevinê
Goreyên stûr ên malê
Bo lingê mirov kaş nebin (xij nebin
Goreyên keşeyan
Oldar li xwe dikin
Goreyên lateksî
Di cîhana erotîzmê de tê bikaranîn
Goreyên mat
Rengê wan pirr kivşe nabin, qisûrên laş pordikin
Goreyên qurçimok
Di salên 90'î de ji Japon belav bûye
Goreya peravan
Goreyeke taybet e, germiyê kontrol dike
Goreyên împeratorên romayî
Gore wekî unîformê tê xwakirin.