Gorewîlk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gorewîlk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Felidae
Binefamîle: Felinae
Cins: Caracal
Gray, 1843
Cure: C. caracal
Navê zanistî yê latînî
Caracal caracal
(Schreber, 1776)
Hevwate

Felis caracal

Gorewîlk an guhreşk (Caracal caracal), cureyekî pisîkên kovî ji cinsê guhreşkan (Caracal) e.

Belavbûna erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorewîlk li Kurdistan, Tirkiye, Îraq, Îran, Sûrî, Urdun, Libnan, Îsraîl, Felestîn, Erebistana Siyûdî, Oman, Yemen, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Tirkmenistan, Qazaxistan, Efxanistan, Pakistan, û Hindê li Asyayê tê dîtin. Gorewîlk li gelek welatên Afrîkayê tên dîtin li Misr, Cezayir, Libya, Tunis ji xeynî Sahara û Afrîkayê navîn.

Rewşa parastinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorewîlk hatiye lîstekirin bi riya IUCNê wekî cureyê kêmtirîn metirsî ye di sala 2002an de, lê li Afrîkayê bakurî di bin hinek herrêşeyan de ye.[1]

Etîmolojî (Bêjenasî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêjeya caracal (wekî karakal bixwîne) ya latînî ji bêjeya kara kulak ya zimanê tirkî hatiye ku wateya wê "guh-reş" e.[2]

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorewîlk ji pisîkên kovî, ku bi riya purtê reş û dirêj ku li ser herdu guhan tên nasîn. Mezinahiya laşê gorewîlkê navîn e. Lingên wî dirêj in û dûvika wî kurt e. Rengê kurkê soravî ye, lê di hinek binecureyên wî de gewr û rengê qehweyî wekî axê jî heye. Deqên sipî di bin lingan û ser sîngê gorewîlkê hene. Kiloxê gorewîlkê bilind û glover e. Çeneyê wê kin an kurt e, lê tijî diranên girs û xurt e. Dirêjiya gorewîlkê nêr di navbera 75 - 107 cm bê dûvikên wî. Dirêjiya dûvika wî di navbera 23,1 ta 34 cm. Giraniya nêr di navbera 8 -20 kg. Dirêjiya gorewîlkê mê di navbera 69 - 102 cm bê dûvikan, lê dirêjiya dûvikan di navbera 19,5 - 34 cm. Giraniya mê di navbera 7 - 15,9 kg.[3]

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorewîlk dikanê ta demek e dirêj bê av bimîne.

Xwarin û parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorewîlk nêçîriyên ku giraniyê wan ji 5 kg kêmtir digire wekî mişk, cirdê çolê, kergoşkê kovî û balindeyan. Lê gorewîlk dikanê hinek cureyên gakovîyê nêçîr bike.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Breitenmoser, C., Henschel, P. and Sogbohossou, E. (2008). "Caracal caracal". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.2. International Union for Conservation of Nature.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ Zargan (2001-2012). kara kulak Zargan Turkish-English Dictionary
  3. ^ Sunquist, M.; Sunquist, F. (2002). Wild cats of the World. Chicago: University of Chicago Press. rr. 37–47. ISBN 0-226-77999-8.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]