Gosartmetiya Susurlukê 1996

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gosartmetiya Susurlukê hat beralîkirin)

Gosartmetiya Susurlukê yan skandala Susurlukê ji qezaya hatûçûyê ya li ser riya Balıkesir-Bursayê di 3ê çiriya paşîn a 1996ê de rûdayî re tê gotin ku bi xwe re gelek skandalan derxistibû holê. Di qezayê de têkiliyên mafya, cerdevan, polîs û kujerên dewleta veşarî (dewleta kûr, dendikê dewletê) derketibûn holê. Yek ji skandalên herî mezin û sosret ên Tirkiyeyê ye.

Qezaya trafîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parlamenterê partiya Süleyman Demirel DYPêRihayê sercerdevan Sedat Edip Bucak, giregirê gerîndetiya ewlekariyê û gerîndeyê dibistaneke polîsan Hüseyin Kocadağ, bi nasnameyeke sexte (Mehmet Özbay) kujerê dewletê û pisporê şerê taybet Abdullah Çatlı, xanimeke ji cîhana bezmê ya bi navê Gonca Us, di otomobîlekê de (kodplaka wê 06 AC 600) qeza derbas dikin, dikevin binê kamyonekê.

Di qezayê de Hüseyin Kocadağ, Abdullah Çatlı û, Gonca Us jiyana xwe jidest didin, Sedat Bucak birîndar difilite.

Qeza bû yan operasyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser qezayê gelek angaşt hatin gotûbêjkirin. Dozgeran doz vekirin, meclîsê lêpirsîn da destpêkirin. Lê ti encamekê bidest nexistin, lewra rêç diçûn ser saziyên dewletê. Kesên di otomobîlê de bûn ne mirovên ham û tam bûn. Hemî jî dijî PKKê têkoşiyabûn. Van kesan li Kurdistanê bi hezaran mirov dabûn kuştin, windakirin. Bi hezaran gundên kurdan vala kiribûn, şewitandibûn.

Evan kesan bi JİTEM û rêxistinên din ên kontrgerîllayê re dixebitîn, li Ewropa li wan doza eroînfiroşiyê hatibû vekirin. Metmet Catli fîrar bû û dewlet lê digeriya. Gorî gelekan ev bûyer ne qezayek bû. Dewleta kûr ev kesana bo berjewendî û karên xwe yên kirêt bikaranibû û ji ber ku wan gelek bi sirên dewletê dizanîn, niha jî ew ji holê radikir.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]