Gotûbêj:Şêx Adî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ji kerema xwe re gotarekê jê çêkin[çavkaniyê biguhêre]

Helbet rêza min ji bo wan kesan heye, yên ku serê xwe bo dîrok û civaka xwe dêşînin! lê dema mirov kesanên mezin dibîne, necar dibe dest bavêje pênûsê rastiyan ronî bike. Mixabin ew kes carna tiştên ne rast ser Ola me di nivîsînin û Ez Karim bêjim ku ew kes bi xwe ji nivîsê xwe ne bawerîn, lê cardin jî ser vê Ola kevnar ku bi hemû kelepur, Mîtolojî û Pîrozbahîyên xwe ji kategoriyek dûr û dirêj tê nivîsê ne di ciyê xwede belav dikin. ciyê mixabinî ye ku vî hingevê mirovahî bi nivîsên xwe yên bêserber birîndar û leke dikin. Nimêje ser cenabê Şêx Adî Pîr tiştên ne rast tên nivîsîn. lê mixabin ku ew di derbarê Şêx Adî de nizanin û teqez nizanin jîyana cenabê Şêx Adî, ji kur dest pê kiriye û çi weyn li herêmê leyistî ye û nizanin Şêx Adî kî ye û bi çi mebestê pêşengîya vê Ola pîroz kirî ye û çi cûre xebat ji bo vê Olê kirî ye, nizanin cenabê Şêx Adî jîyana xwe, ji bo vê Olê terxan kirî ye.! Gotinek bav û kalan heye weha dibêje: Yê ne ji firîştekê, nizanê bi hewalekê!

Ez wek Oldarekî Êzdî ya. Ez pêwîst di bînim hin çavkanîyan ji dîrokê bînim ber çavan ku em bigîjin wê kaniyê û bizanin, rehên vê darê ji kur tên. ji we hêjayan re diyar bikim ku Shêx Adî, bi hevt baban Êzdî ye .! û Em vê rastiyê bi hevre bibînin.. Ango, ne bibe mîna gotina bav-kalan: Bav ji aş tê û kur qise dike !. Belê, berî ji dayikbûna Şêx Adî bi 239, salan, di demê Fituhatê Îslamî de, Ereban cavên xwe yên dakîrker û bi navê Îslamê, çav berdan xaka Kurdistanê. Ereb, li wan çiya û deştan, li wan gelî û kaniyan, li wan rûbar û rezan, li wê xeml û xweşik bûna ciwan tema bûn û bi artêşên xwe ên dijwar di ajotin ser Başûrê Mezin û hemû herêmên Kurdistanê… Bêguman, Êzdîyan jî, ev ne mafî û kiryarên nekêr ne dabilandin û bê rawestan li ber xwe dan û bi komkûjiyên mezin rû bi rû bûn heta bi roja me îro, û hêjî di wê hesarê de giyankêshî dikişînin. ji ber ku Êzdiyan ev raman û dakirkeriya wan ya nijatperestî û Olî ne pejirandin lewra diketin bersinga êrîşên wan û bi tundî şerê wan dijberan di kirin…!

di sala 833, yê zayînê de, wê demê Îraq dewleta Ebasî bû serokê dewletê Xelîfe Mutesem Bi Lah bû, û Ebdulah kurê Ensî paşayê bajarê Mûsilê bû û serkirdê leşkerê dewletê bû, mîrê Êzdiyan wê demê mîr Caferê Dasinî bû. Wan deman rêberên Îslamê ola xwe bi darê zorê didan belav kirin û bi zorê bi netewan didan pejrandin.! Herweha li Başûrê mezin yê Kurdistanê, Êzdiyan bi serokatîya mîr Caferê Dasinî Ol û jiyana xwe di domandin. Serokê dewleta Îraqê Xelîfe Mutesem Bi Lah gote; mîr Caferê Dasinî gere hun ola Îslamê li ser xwe dabiland bikin û Şêhde bi dînê Muhemed bînin. Mîr Cafer dibersivîne di bêje; em tu caran ola xwe nagorînin. Xelîfe di bêje; ku hun xwe nespêrin ola Îslamê, lê divê hun her sal ji sedî bîst 20,% ceza pere bidin Îslamê, ango her sal ji sedî 20… Mîr Cafer di bêje; em ne ceza didin û ne jî ola xwe di guhirînin.!

Herweha, ku mîr Cafer Îslam ne pejirand, Xelîfa destur dide paşayê Mûsilê, Ebdulah kurê Ensî û 70,000 hezar çekdar kum dike û tîne ser Kurdan, Nimêje ser Êzdiyan. Mîr Cafer jî leshkerê xwe kom dike û amade dibe ji bo sher. Serkirdê leshkerê dijmin emir dide û bi êrîshek mezin bi ser Mîr Cahfer de tê û li gundê Matîsê herdû leşker di kevin ber singa hev û şêrekî mezin rûdide. Zêde mehekê ew şer didome. di encam de, mîr Cafer bi ser dikeve û Ebdulah kurê Ensî tê kushtin û leshkerê wî dishkê, û ji herêm pirt û belav dibe. Lê mixabin dijmin bela xwe ji êzdiyan venakin û bi wê jî nasekinin. Cardin, di sala 834, de, ango piştî şer bi salekê, vê carê Îtaxê Turkman, her li ser demê Xelîfê Bexdayê Mutesem Bi Lah 150,000 sed ü pêncî hezar leşker rêdike ku baştirîn serbazên leşkerî bûn di wê demêde. Mîr Caferê Dasinî pê dihîse ku wê êrîshek mezin bi ser de were, cardin wek serkirde amadeyên xwe dike û leşkerê xwe berhev dike ji bo şêrekî nû û hin mezintir…

Dema Îtax bi leşkerê xwe ve digîje deverê, mîr Cahfer zanî bû ku leşkerê wî ji yê wan kêmtir e, lewra leşkerê xwe ji bo cihên sext û asê ve di kêşe kozik û cheperên ciyayê bashurê mezin. û li Bêtnasê, herdû leshker digîjin hev û cardin sherekî dijwar dest pê dike. Kech û jinên Dasiniyan derdikevin ser zinaran, ser bêlanên bilind û dilîlînin daku hêrs û manewiyeta cekdaran bêhtir xurt bibe. Herweha, ev şêr 100, rojan didom e. di encamê de û ji ber nehvsengiya, tewazîma navbera herdû leşkeran de ji alîyê boşbûn û cekî ve, leshkerê mîr Cahfer dishkê û Îtaxê Turkman destê xwe yê bi Qirêj datîne ser herêmê û gelek kiryar û karên xirab bi gelên herêmê dike. Dema mîr Cahfer dibîne ku leşkerê wî dişkê û karîsatek bi serê netewê wî tê û dijmin wî dorpêç kiriye û dixwezin wî bi saxî bigrin. lê mîrê bi rûmet mîr Caferê Dasinî vê kêmasiyê li ser xwe û navê Kurdistan û Êzdîxanê dabiland nake. Radibe tasa jehrê vedixwe û xwe di kuje .

Mîr Cafer, Êzdî ye ji binemalek Pîranî bû. Piştî wî kurê wî Pîr Mem, mîrantî li deşta Herîrê û Êzdiyên herêmê dike. Piştî pîr Mem, kurê pîr Mem mîr Hesin mîrantiyê dike û didome heta ku Şêx Adî tê. Êdî Şêx Adî di nav Êzdiyan de wek serok, wek serkêşê û bervanê Ola Êzdî tê pejirandin. Ango, bi suura Tawisî Firîşti tê dabiland kirin . û wek pêxemberekî bi rûmet tê dabiland kirin.

Mîrê Êzdiyan Mîr Hesin Meman, êdî mîrantiyê dide Şêx Adî ji ber ku suur û kerem û ilimê Wî, ango, Şêx Adî mîrantiyê ji destê Hesin Meman dabiland dike û wî dike pîrê hemû pîraniyê pîrê çil pîran . ji ber ku başî û hemî cûre karûbare Wî ji bo civak û netewê Êzdî bû. Em binêrin ka Şêx Adî, ji kur hatiye û çawa wek pêxember hatiye dabiland kirin (pejrandin) di nav Êzdiyan de ?. di sala 834, de dema ku Mîr Caferê Dasinî xwe dikuje, me li jor goti bû; wê demê zulm û zorek gelek xirab hat ser herêmê, di wê demê de gelek Êzdî derbeder û kocber dibin. ji wan Êzdiyan hin jê diçin li ciyayê Hekarê akincî dibin û hin ji wan jî li herêma Belbakê, Lubnanê akincî û cîwar dibin. li wê herêmê Hakimekî Emewî bi navê Merwan Bin Hukum hebûye, û ew Êzdiyên ku ji ber zulmê derbeder bûne, hin ji wan xwe li bextê Mîr Merwn digirin û li wê herêmê jiyana xwe didomînin. ji wan Êzdiyên “qîzek û xortek” bi hev re dizewicîn û xwedê lawekî dide wan. ji ber ku Mîr Merwan ew parastbûn, lewra navê Merwan li kurê xwe dikin. Êdî, Merwanê Êzdî jî mezin dibe û dizewicê, xwedê lawekî didê, navê Hesin li kurê xwe dike. ji ber ku Hesin di demekê de Mîrê Êzdiyan bû, navê mirê xwe li kurê xwe dikin . Hesin jî mezin dibe û dizewicê, berî ku zarokên wî çê bibin, babê wî ji ber nexweşîke ne diyar diçe ber dilovaniya Xweda. Piştî mirina babê Wî, xwedê lawekî didê, êdî navê babê xwe cardin radike…

Ango, navê wî lawikî datînin Merwan, Merwanê dûyem yê Êzdî ew jî mezin dibe dizewicê, xwedê lawekî didê, navê wî datîne Musa, ku Merwan pir ji dîn, Ol û Oldariyê hez dikir, lewra jî navê Nebî Musa li lawê xwe dike. Musa mezin dibe dizewiê Xwedê lawekî didê, ku ew jî bi heman şêweyî ji Dîn û Olê hez dikir, radibe navê Nebî Simayîl li lawê xwe dike. Simaîyl mezin dibe dizewicê, Xwedê lawekî didê navê wî datîne Mêvan, ji ber ku Mêvan li ser rêwîtîyen ji wan re dibe. Êdî rêwîtîtî û karwaniyan berdewam dikin û li ciyayên wê herêmê jiyana xwe didomînin…

Belê, pişî 14, salan û jiyan a wan çiyan Simayîl carek din vedigere deştê û li gundê Beyt Al Farê akincî dibe. li wê derê Mêvan mezin dibe û dizewicê, Xwedê lawekî didiyê navê wî datîne Sexir û êdî Mêvan dibe Baba Dewrêş, Xwedêperêz û diçe di şikeftên ciyan de peristina Xwedê dike. hefsuura xwe ango Pîreka xwe li cem mala babê xwe dihêla, û diç bi mehan nayê mal, hingê ku “Peristina Xwedê” li ber dilê Wî şirîn bû. Carekê diche char salan nayê mal. Di shkeftan de, di ciyan de bi ilim û Îbadeta Xwedê mijûl dibe. Êvarekê dua xwe dike radizê di xewa xwe de dibîne, du Netewiyaket tên xewna Wî û jê re dibêjin: Mêvano, rabe hera mala xwe û îşev w suurek bikeve rehma (zikê) hevsuura te Ango dibêjin; rabe here mala xwe wê zarokek îşev bikeve zikê Pîreka te û ew zarok ji suura Tawisî Firişt e. Mêvan ji xewê şiyar dibe dîsan nivêj xwe dike û ji xwe re dibêje; ya Rebî tuy mezinî û emir emrê teye û bi mebesta vê xewna xwe vedigere mala xwe. Dema digehîje mal ji hevsuura xwe re tabîra xewna xwe dibêje:

Êdî Hevsuura Wî dibêje; min jî şeva Çarşemê xewnek dît wehabû ku du Ciyayên bilind serê wan li ezmana û binê wan li erdê Ciyayek li Şerqê û yek li Xerbê Qubek di naveka herdû Ciyayan debû, mij dûxan û dûman ji serê wan Ciyan diçû, heft Milyaket ser wan Ciyayan re difirîn, ji wî milî diçûn milê din û ji milê din di hatin wî milî, Cekên wan sipî wek berf bûn, Sûretê wan sipî û dirêj bûn, çavên wan di serê wan de wek pelên agirî bûn, pir bi heybet bûn, wecê wan di çirisîn wek Şewqa Rojê, dengê wan wek pêlên Behrayê bi guş guş û awaz bûn, şewqek ji nav wan Miliyaketan dibariya ser wê Quba nav herdû Ciyan de, Ciyayê Şerqê ji yê Xerbê re digot; wê îşev Şêx Adî dahirî rû erdê bibe, Yê Xerbê dibersivand û digot; îşev şeva Tawisî Firîşt e… û bi gotina wan re, min dît ku şewqek mîna Stêrkekê ji nav wan Miliyaketan dihat ser serê min û xwe pê re di avêt zikê min. Dengek ji Batin de dihat vedgotin û gazî dikirin: Adî dahir bû… Adî dahir bü… û wê piştî çil salan şûn de here Lalişê û pisşî not 90 salîya xwe wê ber bi ezman ve rêwîtî bike…

Dema pîreka Wî xewna xwe weha dibêje; Mêvan radibe derdikeve ser Xaniyan û bi dengekî bilind bandike; hêêê….. hêêê…. gelî gundiyan…. ez ji çûna Peristin Xwedê vegeriyam û ez li mala xwe me, Mêvan wilo bandike ku kes rokê nebûyan li wan neke û fêhm bikin ku Suurek ji ezmana hatiye û gehiştiye wan. Herweha, wextê Xwedê di kemile û lawekî di sala 1072 zayînê, di demsala payîzê de dide wan û Mêvan li gor xewna xwe û Pîreka xwe navê wî datîne Adî.

Adî, ku suura Tawisî Firîşt pê re hebû ye, hîn di zaroktîya xwe de dibe Bavê Dewrês û dikeve nav Feylezofîya Zanist û Oldarîyê, û dibe Feylezofek navdar û xwedî tesewif û keramet. Dema Misilman dibînin zanist û zanyariya Şêx Adî, ne li gorî Quran'ê ye, êdî cûr bi cûr êrîşan dibin ser Şêx Adî û astengiyan jê re çê dikin. Heta ku demekê Şêx Adî Êdî berê xwe dide Hekarê û li wir hevalên bash û bijare ji bo xwe çêdike û lewra di Qewl de jî weha tê gotin:

Şêx Adî xweş Oldar e

Dahir bû li Beyt Elfar e

Qesid kir çû Colemêrg e

Lê cema dibûn Mêrdar e

Belê, Shêx Adî, demekê li Hekarê dimîne û wan cûre hevalan chêdike ku li gorî Wî ne û ilimê Wî Qebûl dikin. Ango, ew kes ew hevalên wî jî ji wan binemalan bûn Êzdî bûn, yên ku ji ber Fermanê derbeder bû bûn. Li Hekarê jî dema Mislman dibînin ev Shêx ji hemû Shêxên din cûda û Felsefeyekê dishopîne ku ji Felsefeya Sherîet û Quranê cûda ye. Li wir jî astengiyan jêre chêdikin.

Êdî, pishtî demekê du sê salan cenabê Shêx Adî, bi birê xwe ve yê nevê wî Sexir û bi chend hevalên xwe ve dichin cem pashayê Shamê û biryarekê jê werdigrin bo chûna bajarê Mûsilê ku rê ji wan re hêsa bike deku derbasî Lalishê bibin. Herweha, bi wî shêweyî derbasî axa bashûrê mezin yê Kurdistanê dibin. Li warê bab û kalan, dak û dabîran vedgerin. Shêx Adî, li bashurê mezin li Memê Shivan dibe mêvan ku nêzîkî bajarê Sêmilê ye û ew bajar jî bajarê Êzdiyan bû. Memê Shivan jî dîndarekî Êzdî bû, heta îro jî “Quba Memê Shivan” li nêzîkî wî bajarî ye. Pishtî mêvaniya Memê Shivan, Shêx Adî diche gundê Boza, ew jî mehdera chend Xas û Qelenderê Êzdiyan e, yên mîna Mamedî Boz û Shêshimsî Teter û Bazîdî Bastem li wir dîwan di girtin ... Pishtî gondê Boza, Shêx Adî qesta Geliyê Lalisha me ya Pîroz dike û li wir akincî dibe. Herweha, “Geliyê Pîroz” dibe mehdera Wî ya Olî ü Qonaxa wî ya dawî.

Belê gelî xweh û birayan, li Lalishê Xas, Qelender, Baba Dewrês, û dîndarên Êzdiyan Lê cema dibin. Shêx Adî ilim û Kerametê xwe ashkere dike, nav û dengê kerema Wî û ilimê Wî li hemû Rojhilata Navîn û dunyayê belav dibe. Chendan Shêxên Mislmana ji bajarê Bexdayê tên guhdarî ilimê Wî dibin û heta ku Wî “Shêx AL Am” Shêxê gishtî destnîshan dikin û tewaf dikin ku ilim û Kermek bîroz li cem di bînin. Ew shêxên Islamê yên ku hatibûn cem Shêx Adî û ew bi “Shêxê gishtî” Qebolkirin ev bûn:

Shêx Ebdul Qadir Al gêlanî, Shêx Hemad Al dibas, Shêx Eqîl Al Manbecî, Shêx Abu Al Wefa, Shêx Al Hilwanî, Shêx Necîb Al Sehrewerdî, seyd ahmed alkibîr ü chend hevalêt wan . Ev bûn ku hatibûn dîtin,hiner û keremetên Shêx Adî bibînin. Herweha, nav û dengê cenabê Shêx Adî digîje heta bi Hindistanê û Coqetek Dîndarên Hindê jî tên dîdara Wî. Ew bi rojê li dîwana Shêx Adî di civiyan û bi shevê jî li nêzîkî Lalishê di shikeftekê de radizan û ew shikeft heta niha jî heye, “Shikefta Hindiyan” dibêjin û bi nav dikin: Shêx Adî, bi eslê xwe “kurd e û serkaniya Êzdiyan e.” Ez dixwazim chend nimûneyan li jêr destnîshan bikim ku mebesta Shêx Adî ev bûye.

1 - Shêx Adî bi ilim û kerametên xwe li nav Êzdiyan de wek Pêxemberkî bi rûmet, hat pejrandin Qebol kirin!

2 - Shêx Adî ne bi zorê bûye serkêshê Ola Êzdiyan… Kesê weha dibêjin teqez rastiyê nizanin ü em dikarin li jêrê li gor ilim jî rêz kin…

3 - Dema Shêx Adî hatî herêmê Êzdiyatî ye li ser nemanê bû. Shêx Adî Ezdayetî ji shûrê artêshên îslamê rizgar kir. Cenabê Shêx Adî, Êzdiyatî ji mirin û nemanê Qurtal kir (rizgar kir)!

4 - Shêx Adî Êzdiyatî Ciwankir, ku berî Shêx Adî, Êzdiyatî di xeterek mezin de bû. Shêx Adî, Êzdiyatî serhev de da û rêkûpêk kir bi hed ü sed kir, ku dijminê vê Olê nikarî bin zû bi zû esasê Wî danî, xerabikin!!!

5 - Shêxê îslamê dihatin û itîraf bi Ola Êzdî dikirin bi ilim û kerametê Shêx Adî!

6 - Dema Shêx Adî, hatî “tifaq û tebayî” û star ket nav Êzdiyan. “Sed û hed” bêtir hatin naskirin û Êzdiyatî bêtir bi êzdiyan shîrîn bû!

7 – Shêx Adî newet 90 salî emir kir û ne zewicî. Ev yeke bi xwe jî destnîshan dike, ku Shêx Adî ne ji bo kesayet û berjewendiya xwe bûye serkêsh Berovacî vê yekê Wî jiyana xwe bo Lalishê û miletê Êzdî feda kirye.!!!

Belê, Shêx Adî newet 90 Sal emir kir û ne zewicî Sala (1072) dahir bû û di Sala (1162) ew bû dema Miliyaketan di xewnê de ji Misêfir re gotibûn Shêx Adî, wê pîshtî (90 Salan sefer bike ber bi ezmana).!!!

Di Qewlên me de pir caran behsa Shêx Adî û methê Wî tê kirin û Me Êzdiyan îman ji Qewl e. Chawa Misilman îman bi Quranê ye, û Kirîstîane (xachparê) îman ji Êncîlê ye û Yehudiyan îman bi Tewratê ye, her wisan me Êzdiyan jî îman bi Qewlê xwe he ye !!! .

Pir Qewl li ser Sultan Shêx Adî hatine gotin: Ezê tenê chend sebeqeke ji wan Qewlan ligel shirovekirina wan ji we re rêzkim:

Shîxadî xwedanê keremê..ango xwedê qewet û kerem da Shîxadî

dahir bû li nav erebê ecemê..ango cihê lê ji dayk buy li nav ereb û ecema bû

Shîxadî bû weliyê demê..li wê demê kes ji wî bi hiner û kerem û Ilim zedetir nebû

Shîxadî dahirbû li Beyt Elfare..li gundê beyt elfar ji dayk bu

Qesidkir chû Hekare..bishtî hingê chû Hekarê

lê cema dibun Mêrdare..xelkê bi nav û denk lê kombûn gudarî ilimê Wî dikirin.

Shîxadî qestkire Shamê..pishtî Hekarê chû Shamê

lê cemadibun ehlê aamê..Shêxên Îslamê lê kombûn û lê gudarî kirin

nûpash chû Lalishê kir mehder û meqamê..pishtî Shamê diche Lalishê û li wir sekinî û dengê mezin vedan.

Shîxadî ji Shamê hate..ji Shamê derkeft

li Lalishê kir xebate..ilim û hiner û kerem û zanîna xwe hemû jibo Lalishê û Êzdiyan fedakir.

xebat û ser xebate..ti tisht ji bo xwe û nefsa xwe nekir, Wî jiyan xwe jibo Lalishê terxan û fedakir.

Shîxadî hate Laishe..gehisht Laishê

li ber guhê Êzdiyan ketibû gush gushe..Êzdiyan bihîstibûn, hayî wan jê hebû yekî bi kerem wê were lalishê .

shadibûn dil bê dibûna xweshe..Êzdî bi wê xeberê kêf xweshbûn.

Shîxadî xwesh Sultane..sultanekî kêrhatiye, jê hatiye

Behra Wî Behreke girane..ilmê Wî ilmekî mezin û kûre

xewasa duur jê înane..kesê ket nav ilimê Wî û jê (famkir) wê tishtê ecêb bibîne û bizane.

Sûltan Shîxadî behre..ilimê Shîxadî Ilmekî wek Behrê (derayê) kûr e.

jê dichin robar û nahre..Shêx Adî behra û yê ilimê wî girtin kanî û robarin ji wê behrê dichin kesê ilimê Wî bixwîne wê jîr, zana û gesh bibe

hechî xwedan Îman tê heye behre..kesê Îman bi suur û kerema hebe mafê wî heye Ilimê Shîxadî bixuîne.

minet karim ji Êkanî..sipas ji bo xweda ango xwedê minetek li mekir.

Shîxadî ji Shamê hilanî..xwedê Shîxadî ji Shamê rakir hilanî.

Anî û li Lalishê danî..anî Lalishê

dila was was nekin..li Ilim û Keremê Shîxadî ne kevin shikê, ne bêjin me bawerî bi Wî nîne û...

heq rêya Shîxadî ser xwe re naskin..bi serbilindî û eshiq û bishtrast rêya Wî bigrin,

mêrên chêbin xwe ji destê Zebêniyan xilaskin anku kesên rêya Shîxadî bigre wê bibe xwedî Îman û Xwedêperêz li roja Axretê li mehkema Xwedê na keve tengaviyan chinku Shêx Adî rêya Xwedê rêya “heq û îbadetê” shanî mirovan dike!!! belê Em Êzdî Shêx Adî wek pêxemberekî bi rûmet ji xwere Qebol dikin û hêvîdarim ji wan kesan yê ku li ser cenabê wî xeber didin û di nivîsin Êdî bila bizanin chend qîmetê wî li cem me heye.!!!

Em kêmin xwedê temame

Oldar Adnan Xêravayî

adnan-xeravai@hotmail.de

cav kanî

Qewl û beytê Olî yê Êzdiyan

pirtoka qutabiyên êzdiyan ya olî ya ku li qutabxanê tê xwendin

gotar ü nivîsên abdul rahman almizurî

Li gorî we ev gotar gotareke li gorî prînsîpên Wîkîpediya ye? Silavên germ ji we re û spas --MikaelF (gotûbêj) 07:43, 4 berfanbar 2014 (UTC)