Gotûbêj:Şingal

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Birayê hêja mixabin navê Şingal Şingal e ne Şengal û em alîkariyê dikin di belavkirina şaşiyêkê de de.. serkefin--Dilyaramude (gotûbêj) 15:50, 16 gelawêj 2014 (UTC)

Di medyayên kurdî de, nava "Şengal" jî tê bikarhanîn: [1], [2], ...--Ghybu (gotûbêj) 15:55, 16 gelawêj 2014 (UTC)
Birêz Dilyaramude, gotina te ye, Shingal e, lê mixabin, wekî Ghybu jî dibêje, navê Shengal jî gelek tê bikaranîn. Sernavê gotarê û navê di gotarê de jî Shingal e, ez bi hêvî me ku tu pê razî bî. Gelek spas ji bo rexneya te, tu her hebî. --MikaelF (gotûbêj) 16:11, 16 gelawêj 2014 (UTC)
Medyayên Bakur (wekî Azadiya Welat an Ajansa Nûçeyan a Firatê) "Şengal" dinivîsin û medyayên Başûr (wekî Basnews an Rûdaw) "Şingal" dinivîsin.--Ghybu (gotûbêj) 16:51, 16 gelawêj 2014 (UTC)

Ermanca me rastî ye, mixabin şengal şaş e. ne razî me lê tiştek tune bikim, serkeftin..

ŞENGAL an ŞINGAL?[çavkaniyê biguhêre]

Dem baş! Gelek kenalên kurdî dinivîsin Şengal, wekî kanalên ser bi PKK û YNK, lê tenê Rûdaw tv dinivîse Şingal. Kam ji wan rast e?

Hejmara kesên êzidî û zimanê êzidiyan[çavkaniyê biguhêre]

@Celal Helo Şingalî û 46.114.33.157: Zehmet nebe, çavkaniya (serçavkan) ji bo hejmara êzidiyên Şingalê ya sala 2014 bide û ji bo vê angaşta hebûna zimanekî bi navê "êzîdîkî": "Lê ligorî serhijmara sala 2014 hêşeta gelê Şingalê gihişte 84.000 kesan. xelkê Şingalê êzîdî ne û Zimanê wan Êzîdîkiye." Gelo mirovekî êzidî yê Şingalê û mirovekî din ê êzidî yê Şêxan û Ermenistanê fehmî hev nakin? --MikaelF (gotûbêj) 07:28, 8 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Naxwazin kurd ji wan re tê gotin, çima?[çavkaniyê biguhêre]

"Piraniye xelkê Şingalê xwe tinê êzîdî dibînin û naxwazin kurd ji wan re bê gotin." Çima wisa ye? Gelo hûn dikarin li ser vê angaştê ji me re ronî bikin ji kerema xwe re. Spas. --MikaelF (gotûbêj) 09:55, 9 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]