Gotûbêj:Şopa Bêdengiyê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

KURTENÊRÎNEK LI SER HELBESTEK JI “ŞOPA BÊDENGIYÊ” 12/07/2014

Demeke dirêje min helwesta xwe daniye ser xwendina pirtûkên Kurdî. Bi rastî him dixwazim cihê edebiyata Kurdî ya di wêjeya dinyayê de him jî di nav çand û hunera Kurdî de ka gelo helbesta Kurdî hatiye çi astê bibînim. Nêzî salekî ye dikarim bi hêsanî bibêjim ku min nêzî 30 pirtûkên helbestan bi Kurdî xwendin. Bi gelemperî jî li dor 50 pirtûk xwendim. Di ber da min gelek pirtûkên bi zimanê biyanî jî xwendin.

Dema min bihîst Jîr Jan Amedî ji bo ku pirtûkên xwe îmze bike hatiye pêşengeha Amedê ez li dûrî Amedê bûm û min nikaribû herim. Dû re li Stenbolê jî negihîştimê û pirtûk jî bi vî awayî negihîşte destê min. Ev rexneya me ya yekemîne ku pirtûk baş ne hatiye belavkirin.

Dû re bi şopandineke xurt û bi alîkariya hevalekî hêja ez gihîştim “Şopa Bêdengiyê”. Belê ev pirtûka ku mijara vê nivîsa me ye, pirtûka helbestvan û nivîskarê Kurd Jîr Jan Amedî. Ji ber ku berpirsê kovara Ronahî ye jî bi taybet me biryara vê nivîsê da ku em ji bo Kovara Ronahî bişînin.

Berî her tiştî ji aliyê teknîk a bergê û rûpelsaziya pirtûkê ve hêja ye ku mirov bêje pirtûk gelek profesyonel û bi kedeke mezin amade bûye. Li gor gumana me di dema birrînê de li çapxanê xeletî çê bûne an bergsaz sîmetrîkê baş bi cî nekiriye. Rengê bergê şîn e û keştiyeke mîstîk li ser avê dimeşe. Lê de ka êdî berg bi kîjan programê hatibe amadekirinê dema mirov baş bala xwe didê keştî li hewa dimîne û dîmeneke ne xweş derdixe holê. Stêrka logoyê biçûk e û dilopa berga dawîn mezin e. Ger stêrk hinek mezin û dilop biçûktir ba ewê xweştir bûna.

Yek jê jî  renge pelên pêşîn û dawînin ku zer pir li şîn hatiye. Pirtûk 88 rûpel e û ji 20 an 21 helbestî pêk hatiye. Li gor min 21 helbest e lê belê birêz Seçkîn ew rêzên dawiya bergê û rêzên destpêkê ne wek  helbestê lêbelê rêzên ji helbestek dihesibîne. Lewma li gor wî jî 20 helbest in. Pirtûk ji bo şehîdên azadiyê û şopîenrên wan hatiye diyarkirin. Ev ji bo me jî tiştekî gelek bi qedr e.

Tiştekî balkêşê din ev e ku sê kesayetên zana û navdar redaksiyona vê pirtûkê kirine. Yek ji vana Zeynelabîdîn Zinar e ku jiyana xwe li ser ziman û çanda Kurdî weqif kiriye. Yek helbestvan û mamosteyê zimanê Kurdî Miraz Ronî ye. Yê din jî helbestvan Berhîm Paşa ye ku van her sê zanayan jî li ser ziman xwediyê cihekî hêja ne.

Li gor rûpela danasînê ev pritûka duyemîn e ku ji nav weşanên Kovara Ronahî derdikeve. Em wan pîroz dikin û serkeftin dixwazin.

Ji xwe êdî gotin para Seçkîn e.
De vêgavê emê van gotinên teknîkî pir dirêj nekin û bala xwe bidin ser hunera peyvê de ka ji peyvan çi huner derdikeve holê. Û emê xwe bidin “Şopa Bêdengiyê”…

Berî her tiştî bi rihetî em dikarin bêjin “Şopa Bêdengiyê” şopa lêgera rastî û ronahiyê ye. Li gor peyveke helbestvanê pirtûkê “helbest bixwe gera heqîqet û ronahî û zanyariyê ye. Lê peywireke helbestê tune ku tiştekî îspat bike.” (Jîr Jan Amedî) Helbesta destpêkê ku bi hosta destpê dike di nav xwe de him dilnizmiyeke nerm û him jî serhildaneke tûj aşkere dike. Ev nîşana tehma pirtûkê jî dide aşkere kirin. Ji aliye ziman ve tiştê bala min kişande peyva “şkestin” di nav pirtûkê de li cihekî din wek “şikestin” hatiye bikaranîn. Nizanim ew bi zanebûn an yek ji wan bi xeletî hatiye nivisandin. Dibe ku bi zanebûn jî hatibe nivisandinê. Ji ber ku li ser peyvên bi vî awayî ne gelek nîqaş hene. Ez bawerim ku ewê helbestvan bi zanebûn vana pejirandibe. Ji aliyekî din her sê edîtorên hêja miheqeq bi taybet ewê weha hiştibin. Em êdî li ser van peyvan pir nasekinin.

Yek ji helebstên sitûna pirtûkê helbesta bi navê “Xem Mexel hatine” ye. Dibê pêşî were gotin ku helbestên Jîr Jan Amedî bi bingeheke kûr in. Di kûrahiya xwe de felsefe, civaknasî û rengên neteweyî pir bi zanayî hatine nexşkirin. Ev huner di hemû helbestan de heye. Di “Girêk” ê de jî e huner hebû. Lê di “Şopa Bêdengiyê” de zêdetir wêje û kedeke mezin xuya dike.

Helbestvan gelek caran bi peyvên rojane ku di nêv gel de tên bikaranîn bi awayekî hostane bikar tîne. Weke van peyvên destpêka helbesta “Xem Mexel Hatine”; 
 “ Xwêgiravî

Em hemû benîadem in”

Peyva xwedêgiravî, di nava xwe da tinaz, gazinc û serîrakarin bi hev re bibîr tîne. Tinazê xwe dike ku weka Kurdekî ku em jî “benîadem, zarokên adem, însan” têne hesibandin, lê tu mafekî însaniyetiyê li ser jiyana Kurda ne xuya ye.

Armanca min ne ev e ku ez peyv bi peyv herim lê di gelek ciha de hema ji mine ku ez li binê her rûpelê pirtûkê şerha deynim.

Ev helbest bi van peyvên jorîn destpê dike û bi kuştina “Lat” û “Uza” didome. Kuştina van seneman azadiya mejî ye. Piştî ku mêjî azad dibe, raman bi destê helbestvan digire û wî dibe ser şopa rastiyê. Ji ber ku helbestvan pêşî hemû tirs û xof û hîsabên xwe berteraf dike, xwe azad berdide nava sirr an. Sirran bixwe dibîne û bi ser wan de diçe. Di van geran de helbestvan jî çokbendê xwe diqetîne û li ser pirên xerabûyî de derbas dibe. Dibîne de ka çawa “dê weledê xwe diavêje”. Xerabiyên xerabxwaz û nebaşan dibîne û dide ber çavan.

Lê baş dide aşkerekirin ku “piştî tengasiya firehî ye”. Her rêzeke vê helbestê mirov dike rewşên cuda û dawiya dawî mirov bixwe ve tîne. Helbest gelek dirêj e. Weke duayekî bi xwendevan re dest bilind dike û deng dide ronahiyê. Di vê helbestê de çend peyvên ku min li dor xwe pirsî hebûn. Çend heb jî ez li ferhengê nihêrtim. Bi rastî gelek peyvên ku min nizanibû hebûn. Lê van peyvan hêsaniya xwendina helbestê ne kirine zorê. Dibe ku ev bê pirsin, gelo peyvên ku biketina şûn van peyvan hebûn, an hebin jî ewê vê tehmê bidana an na?

Helbest wek avê diherik e û tehmeke xweş li ser ziman û mêjî dihêle. Min 4-5 caran li ser hev vê helbestê xwend, acis nebûm. Her carekê tehmeke din da min û her carekê min şîroveyên cuda cuda keşif kir. 
    Seçkin Akdeniz - Ayşe Zulal Kahraman

Di helbestê de gelek rêz ji çanda Kurdî ya gundîtiyê ku êdî hatine jibîrkirinê derketine holê. Weke avêtina kap a. Tê bîra min me kap diavêt ka filan kes diz e an mîr e, sofî an ker e. Lê di kapê helbestvan de “mîr mirî ye”. Ev tê wateya ku hemû kar û xebat çewt dimeşin û tê sere helbestê ki “feryad û fîxan û şîn” bi pê dikevin, “li ser mêrga hêşîn”. Ji awayê deng û muzîkiyê de helbestên azad pir zeîf dimînin lê belê ev helbest bi xurtiya xwe vê zanînê dişkêne û dibêje ez bi deng û muzîkê jî têra xwe me û mafdar e jî.

Helbestvan ya dilê xwe têra me hemûyan hondandiye. Xişe xişa pirsên ku di hişê wî de hebûne di mêjiyê me de wek mix çikandiye.

“di mejiyê min de xişexişa

lodên pirsan e

loqên vala danoqê qirikê bûne”

Jîr Jan Amedî gunê xwe bi peyva ne aniyê lê belê heqê wan jî têr daye wan û dibêje:

“ey keyserê bêjeyên bijartiyan xwediyê vê bêdengiyê

bixwe qey ne tu yî”

Bi zimanekî nermik hîsab dipirse û li benda tîrêjên şeveqê dimîne ;

“êş û kederê

      pal dane serê 

girtiye

      deriyê şeveqê “
Lê hêviya xwe naqedîne. Li benda slava ronahiyê dimîne.Hêviyê xwe di firikê nanê li ser sêniyê de dibîne;

“weke hewrikê nan bifirike sêniyê di taseke sipî de heyv dibiriqe tariyê”

Lê bawer e ku ewê ronahî bê û dibêje:

ey ronahiya delal

bi hesreta te em lal man

ji bêdengiya van çiyayan bişiqite bijangên xwe yên newaze kil bike û xwe bixemlîne vê şeveqê ji şivakê xwe berde nava şikefta sar û tarî fermo sifre xemiliye û qûtê vî êtîmî qîma me he ye”

Bi wateyekî jî ev mizgîniya pirtûkeke din e. Emê li ser helbestên din jî rawestin. Lê belê hêja ye ku di vê nivîsê de li ser “Pepûk” û “Şeva ristê” jî bê rawesrandin.

Bawerim ewê gelek nivîs li ser vê pirtûkê xusûsî jî li ser vê helbestê bête kirinê. Emê jî li ser vê helbestê û helbestên din nivîsên xwe berdewam bikin.

Bi kurtasî ez bi dile rihet dikarim bibêjim ku helbestên Jîr Jan Amedî bi peyvên hêsan felsefeyeke giran tînin ziman. Di hemû helbestên wî de çand û entellektuelîkîtiya wî bi hunereke hêja li hev hatin e. Bi saya “Şopa bêdengiyê” min careke din ji helbestê hez kir. Bi kinayî “Şopa Bêdengiyê” li çanda Kurdî û hêja ye ku bê wergerandina zimanên biyanî jî û li wêjeya cîhanê re pîroz be.