Gotûbêj:Alfabeyên kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çima mînakên zazakî winda bûn?[çavkaniyê biguhêre]

Ez fêhm nakim çima mînakên bi zazakî çûn? ji ber kû vê dengen û her^fen bes bir kurdî ne, bi farsi bi afgani... tune ne! --Alsace38 10:27, 18 sermawez 2011 (UTC)

Silav hevalê hêja, li min bibore, min jê biriye, lê min dîsa xist cihê xwe... Bimîne shad û bextewer. Anuha bash e? --MikaelF 11:42, 18 sermawez 2011 (UTC)
roja te xwes be, heval: çima dengê " â " tune bûyî? ji ber kû ev dengê gelek e bi kurdiya soranî???! --Alsace38 16:11, 18 sermawez 2011 (UTC)
Dîsa silav, tîpa "â" bi alfabeya kurdî tune ye; ne bi kurmancî, ne bi soranî; nivîsguhêziya fransî ya ji alfabeya erebî (carna bi zimanên din jî) ye bo a'ya dirêj a soranî ye. Bi alfabeya kurdî, a (ya "dirêj") / e (ya "kurt") tên nivîsandin, ne â/a; yanê, tu kes "âlfâbayâ kurdî" nanivîse, "alfabeya kurdî" ye, ne wisa? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF 16:51, 18 sermawez 2011 (UTC)
di dirokên kevn de, em dizanin kû proto-kurdî (=kurdiya kal) zimanê hurrî û sûmerî bû. hurrî çi e? zimanek ji bakûre rojhilata kafkasî ye. Em diroknas dibêje kû hurrî ji çeçenya/lezgin hatî. zimanê kurdî zewiciya zimanan hurrî û medî (aryan) e. Her weha dengên "gh ph kh çh w ê rh th..." li hemû zimanên arya tûne ye, nîn e. Bes bi kurdî heye, mînak bi kurmanjî an dimilî! Herweha kesên tembêl dibêjin kû zazakî zimanekê din ji kurmanjî e: bes bi kurmanji û bi zazaki... zimanên kurdî, peyvên mê û nêr hene. Li nava hemu zimanên iranî cînsên 'feminin masculin" mê nêr tune ye. --Alsace38 19:12, 19 sermawez 2011 (UTC)
ez bawerim ku gere di wîkîpediya kurdî de propaganda alfebeya "zazaciyan" neye kirin. Ev "alfebeya" zazakî ya di vê gotarê de, ji aliyên grûba zazacî ve tê bikaranîn. Biborin dostên hêja, lê ev hemû propaganda sîyasî ye, vir û derewên zazaciyanin. Di zazakî de yek dengekî zêde yê ku di kurmancî de tuneye, heye, ew jî yê "ts" ye. Dengê asipirativ ên wek ph, kh, th nizam çik û çik hemû di kurmancî de jî hene û ji ber ve yeke grûba Vateye ya ku pêwistê ji bo referans be, alfebeya bedirxan birkartîne. Dîsa jî hun dizanin. Seata we xweş be.--Baran Ruciyar (nîqaş) 22:35, 19 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Dengên cuda ku di alfabeyê da bona wan tîp tune[çavkaniyê biguhêre]

Her tişt başe, xweşe. Lê min fehm nekir çima sê dengên r hene? Heta niha me dizanibû ku du dengên r hene ew jî r û rr ye. Lê di gotarê de li van dengan ŕ jî hatiye zêdekirin. --Sêfkarî (nîqaş) 18:02, 12 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Wisan tê xuyanê ku ev ŕ û rr boyê hevan dengî têne bikarhanîn. Ji ber vê yekê min ew her du li ser rêzekî nivîsî. Ev cudahî jî, ji ber ku hinek vî dengî qet nanivîsin û yên ku dinivîsin bi pirranî rr bikartînin. Hinek jî mîna dengên ç, k, p, t nîşanekî lê zêde dikin û wê pêş rr va dinivîsin. Xêncî wî jî, di sernavê da "Herfên nû" hatibû nivîsîn. Lê ev ne raste, min ev jî wek "Dengên nû" guherrand. --Sêfkarî (nîqaş) 16:51, 13 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]
Min senav ji nû va guherrand, ji ber ku navekî taybet hebû lê di goteyê da qe navê wî derbas nebû. Ez bawerim ku ew gotina çen zimannasan bona Dr. Omerî hatibû nivîsîn. Lewma min ew nav ji sernavê rakir û li jêr nivîsî. Sêfkarî (nîqaş) 15:46, 19 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Alfabeya kurdî rûniştiye[çavkaniyê biguhêre]

Yek ji taktîkên şerê psîkolojîk ew e ku dijberên kurdan bikartînin, "gotûbêjkirina nirxên kurdî" ye. Kurd bibin xwedî dezgeh, komele hebin, bi hezaran rojname derbikevin ûêd ew vedigerînin dîsa tînin meseleya "ka bêjin Kurdistan heye? Zimanê kurdî ne standard e, hûn ji hevûdu fêhm nakin hwd". Rebeno em jî dikevin hewla bersivdayînê, dibêjin Kurdistan heye, alfabeya me heye. Gelek jî di nava kurdan de wekî ronakbîrên kurd karê dijberên kurdan dikin. Duh hebûn, îro bêhtir hene. Kurd alaya xwe bilind bikin ew derdikevin alayê gotûbêj dikin, alayên nû çêdikin. Bi qasî Cemşîd Bender li kê hewaret hatiye kirin? Çima? Çima Îsmaîl Beşîkçî ne navdar e li Tirkiyeyê lê bi dehan kesên beredayî wekî ronakbîrên kurd tên pêşkêşkirin? Dirêj nekim. Mafê me nîne em alfabeya Bedirxan gotûbêj bikin. Kêmasî hene-nîne ev ne karê me ye. Alfabeya kurdî-latînî, beriya ya tirkan hatiye amadekirin. Xelkê tirk, rojnamevan û ronakbîrên wan tevlî karê guhertina alfabeyê nabin. Fransî, alman jî nabin. Di vê gotara me de ji danasîna alfabeya kurdî bêhtir, teorî hene. Dîftong dibêjin ne wisa, dudeng ûêd ne tîp in. Alfabeya me kivşe ye. Wekî behdîniyan nekin. Rojnameya Rûdaw jî bi alfabeya kurdî dilîze. Tîpên tirkî wekî "i"'ya mezin bikartîne. Lewra alfabeya kurdî bo gelekan milkê belaş e, leyzok e. Wextekê şerê tîpa "i" û "î" hebû. Filankesan wekî tirkan bikardianîn, bêvankesan jî ne. Ev bûbû marka. Mîmarê van karan kî bû? Ez bêjim dewleta Romê bû. Îro jî "perwerdeya bi kurdî" didin gotûbêjkirin, dibêjin "zimanê kurdî ne medenî ye". Peyayên wan ên di nava me de jî vala nasekinin. Hema hûn jî bala xwe bidinê di mîtîngên kurdan de ew pankartên kurdî çima her gav çewt û şaş tên nivîsandin. Filan kovar di bergê pêşî de navê Kurdistanê çewt bikartîne dike Kürdistan, bêvan kovar bi zanebûn nexşeya Kurdistanê "ji Firatê wê de" dide destpêkirin. Em ne pisporên alfabeya kurdî ne. Rojekê dê înstîtutên kurd jî êdî dev ji siyasetê berdin, karên baş bikin. --Bablekan (nîqaş) 08:30, 20 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Seat xwesh. Ez bawerim, ez ne cûda difikirim. Kêmasiyên alfabeya Bedirxanî hebin jî pozisyona me ya siyasî luksa niqashkirina vê alfabeya re ne musaît e. Pêwist e ku mirov bibêje kî kêmasiyên alfabeya Bedirxanî bi qest tê mezinkirin. Tînin vê alfabeye bi alfabeyan fonetîk ve qiyas dikin. Ka gelo kîjan welat/netewe alfabeya fonetîk bikartînin? eva lêchantî ye. Dengê asipîrativ, nazal niza'm chi qureder di hemû zimanan de hene, kî vana girtiye alfabeya xwe? Derdê vanan ne zimanê ne jî alfabeya. Li ser ziman siyasetê dikin, derd û kula wan ev e.--Baran Ruciyar (nîqaş) 17:01, 20 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Alfabeya kirîlî hêjta tê bikaranîn?[çavkaniyê biguhêre]

Gelo alfabeya kirîlî hêj tê bikaranîn? Kurdên Ermenistanê nuha bi tîpên latînî bi kar tînin. Di sala 2012'an de kîjan pertûk bi tîpên kirîlî hatine çapkirin, hûn dizanin? --MikaelF (gotûbêj) 14:56, 17 kewçêr 2012 (UTC)