Gotûbêj:Alfaya Kentaurî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nav guhertin baş çêbû gelo? Kentûrîs ne rind bû qey? Emê naxwe ji Kentaur re jî bêjin Qentaur? Çima me peyv hişk kir? —Gomadapeyam 12:35, 22 sermawez 2011 (UTC)

Na, Kentûrîs ne bash bû. Ji ber ku eslê nêv zimanê erebî ye. --MikaelF 11:54, 22 sermawez 2011 (UTC)
Nizanim, lê di mîtolojiya yewnan de bêhtir tê qalkirin. Rast e ji mezopotamya derketiye lê nizanim peyv bi erebî yan bi yewnanî ye. Dîsa jî ez dibê ne hewceye em peyvê hişk bikin. Jixwe di gelek zimanan de dibêjin Kentaur an jî Sentor. Ne hewce ye em li gorî erebî herin.—Gomadapeyam 13:10, 22 sermawez 2011 (UTC)
Ji gelek aliyan ve riya me digihê zimanên rojavayî. Ne tenê ku em ji heman zimanmalbatê ne, niha navenda zanistiyê jî li Ewropayê ye. Ewropayî jî peyv û têgînên ji erebî girtine, gorî rastnivîsa xwe bikartînin. "Q"yê hetika me biriye, zimanê me kiriye qirika me:) Ez bim, ez Kentûrîs dibêjim. Wextekê her tiştê me bûbû "Q", demoqrasî, Efrîqa hww. Helbet ne zimanzan im, ne jî biîdîa me. --Bablekan 16:43, 22 sermawez 2011 (UTC)

Na, nabe. Ne "Ricel Kantûrîs" ne "Ricel Kentûrîs". Navê erebî "Ricel Qentûris" e, erê hindik hishk e. Heke em ji hishkatiya peyvê razî nebûbin, wek Gomada dibêje em dikarin shêweyên yewnanî û latînî jî bikar bînin, wekî "Kentaur" an jî "Sentor". Kentaur (Centaurus), peyveke nêr e (Kentaurîd jî, mê ye). Centauri tê wateya "ya/yê Kentaurî". Ji bo vê hindê, pêshniyaza min ev e: Kentaur (Centaurus) Alfaya Kentaurî (Alpha Centauri) (shêweyên alternatîv "Ricel Qentûris", "Rigil Kentaurus" û hwd) Alfaya Kentaurî AB (Alpha Centauri AB) Proksîma Kentaurî (Proxima Centauri) Betaya Kentaurî (Beta Centauri) Omegaya Kentaurî (Omega Centauri). Hûn çi dibêjin? Bimînin di xweshiyê de --MikaelF 17:51, 25 sermawez 2011 (UTC)

Alfaya Kentaurî rast e? Kentauriya Alfa, Kentaura Alfa an jî Alfa Kentaur ne rasttir çêdibin?—Gomadapeyam 19:05, 25 sermawez 2011 (UTC)
Rojbaş, heke ez çewt nebim, komstêrek heye, navê wê Kentaur (Centaurus) e. Di nav komstêra Kentaur de çend stêr tên dîtin, yên bi navê Alfa (Alpha), Beta, Omega, Proksîma (Proxima).. Stêra Alfa (stêrên Alfa yên gelek komstêrên din jî hene), ya komstêra Kentaur e (α Centauri), anku Alfaya Kentaur, yan Alfaya Kentaurî, α'ya Kentaurî. Yan bi tenê Alfa Kentaurî (Alpha Centauri). Ji bîr neke, Kentaur (Centaurus) nêr e. --MikaelF 07:34, 28 sermawez 2011 (UTC)