Gotûbêj:Amed

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêne çima nayê dîtin?[çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya, min wêneyekî Bajarvaniya Amedê bar kir ji bo vê gotarê lê wêne nayê dîtin... tu dizanî çima? silavMikaelF 14:33, 29 sermawez 2008 (UTC)

Navê bajêr Amed (Mêrdîn, Nisêbîn, Qamişlo, Qoser, Dêrik, Dihok...) e. Mirov diçe Amedê (Mêrdînê, Nisêbînê, Qamişlokê, Qoserê, Dêrikê û hwd) û mirov jî li Amedê (Mêrdînê, Nisêbînê, Qamişlokê û hwd) dimîne. Navên bajaran wek peyvên mê ne. Bajarê Amedê ye, lê Koma Amed e, ji ber ku ev nav e, navê komê "Amed" e, wek Koma Kurdistan, Koma Newroz... an na? silavMikaelF 14:33, 29 sermawez 2008 (UTC)

Amed an Amedê?[çavkaniyê biguhêre]

Gora Rêzan, divê ku navê vê rûpelê bibe "Amedê". Ez bi xwe vê carê yekemîn dibihîzim. Her kes jê re "Amed" dibeje. "Amedê" cima rasttir e? Erdal Ronahi 18:06, 15 Aug 2004 (UTC)

Ev taybetiya navên bajaran, ji bandora zimanên serdest hinekî hatiye guhertin. Ji bo Amedê bêhtir hatibe guhertin jî, ji bo bajarên din ew qasî nehatiye guhertin. Bi rastî hindik kes ji bo Mêrdîn dibêjin Mêrdîê. Lê ji bo Nisêbînê pir hindik kes dibêjin Nisêbîn.

Xuya ye ku ev rewş li gor herêman diguhere.

  • Ez çûm Amedê
  • Ez çûm Mêrdîn (Çima ne Mêrdînê?)
  • Ez çûm Nisêbînê (Çima ne Nisêbîn?)
  • Ez çûm Dêrikê
  • Ez derbasî Culemêrgê bûm.
  • Culemêrgê bajarekî bi şênkahî ye.
  • Amedê paytexta Kurdistanê ye.
  • Qoserê navçeya herî mezin a Kurdistanê ye.

Rêzan Tovjîn

Biborîne, lê min tu caran wekî Amedê nebihist. Ez çûm Amedê, ev rast e. Lê wekî nav? Ez gelek kesan nas dikim ku navê xwe kirine Amed. Strana Amed, Amed heye, Koma Amed heye. Eger ne rast be jî, gelek tê bikaranîn. Erdal Ronahi 09:28, 16 Aug 2004 (UTC)

Her wiha starana Lê Amedê Amedê, Amedê Serhildan e jî heye. Ev dide xuyakirin ku ev li gor tercîha kesan pêk hatiye û rastiya wan nade xuyakirin.

Rastiya vê mijarê bi nihêrîna zimanzanan dikare derkeve holê. Ez bixwe ne zimanzan im. Mirov dikare ji zimanzanên kurmancî bipirse. Mirov dikare ji nivîskarên kurd bipirse.

Rêzan Tovjîn

-"Lê Amedê" ne wekî "lê keçê" an "lê delalê", yani halê bangkirin e? Erdal Ronahi 10:52, 16 Aug 2004 (UTC)

-Min ji zimanzan Samî Tan pirsî, wî jî got Navê bajêr Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û Culemêrg e û dema mirov di hevokê de xebitand ji ber ku tê tewandin, dibe Ez çûm Amedê, ez çûm Mêrdînê û hwd.

-Li gor vê yekê ez jî beşdarî we dibim û ji guftûgoyê vedikişim. Rêzan Tovjîn

Amed li Kurdistanê ye[çavkaniyê biguhêre]

Di hemî şablonên bajarên Kurdistanê de welat:Kurdistan dinivîse, nizanim çima ne di ya Amedê de? Min ceriban nebû.. --Bablekan 16:25, 30 berfanbar 2008 (UTC)