Gotûbêj:Awistralya

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bawer nakim bêhtir wisa were bikaranîn. Kemalîstên Kurdên Bakur dixwazin zimanê me hêdî hêdî bihele, Tirkîze bibe. Em hemî bi viya dizanin. Sîmîlarîkirin yek ji rêbazên assîmîlasyonê ye. Mixabin hin qaso ronakbîr hemî cîhana me dishibînin ya Tirkan.. Ziman û ruh bi hev ve girêdayî ne. Neteweyek bi ruhê serdestê xwe tenê dikare xwesik bimire. Ez nabim sedem û Awistiralya, Polonya hwd bilêvkirinên Tirkan red dikim. Pirranî jî wekî ya min dikin, îdîa dikim. Lê îroj zû ye.. Îro roja rastiyan nîne. Bila hema şildim-bildim, Awistiralyatürk be:) --Bablekan 16:52, 12 reşemî 2009 (UTC)

Kekê Bablekan, pirrcaran gotinên de rast bin jî mixabîn loma awayê/şêweyê anîna teyê zimên ewna şûnê xwe nabînine. Tu gorî xwe rast, çewt fikrekê dibêjê, lê ên wek te nafikirin tu bi kemalîstiyê îtham dikê. Me, ên wek min difikirin din ve, hezar caran got, Tirkan van bilêvkirinan ji zimanên din wergirtine û kurdî jî ser tirkî re be, ser tirkî re nebe van bilêvkirinan helgirtine. Erê di zimanê niviskî de, ji ber ku nivîs bixwe kêm in, bitemamî bi şûn nebûne, lê zimanê devkî de pir tişt bişûn bûne. Ger merî bixwaze jî tiştekî "kurdtir" nikare qebûl kirin bide. Li ser gîştê jî van bilêvkirinan êkseriyet ji Frensî derbasa Tirkî, farsî û kurdî bûne. Polonya jî ji Frensî derbas bûye. Yeke yek ne eynî ye, lê ewê aşkere ye ku ji wê hatiye. Tu dikarî li vir guh bi ser bilêvkirinin frensî dî http://fr.thefreedictionary.com/Pologne Awistirya jî me belê niqaş li ser kiribû. "Au" ya di serî Awistirya da wek "au" nê bilêvkirin. Ew bilêvkirina di almanî de jî, Frensî de jî bûye "o" ye. Di îngîlîzî de jî mîna "o" tê bilêvkirin. Niha em bibêjin wê bi "aû" kin, lomê ku em xwe ji Tirkî dûrbixin, em dê tiştekî tune biafirînin. Em wê wek astriya, ostriya, otrîş binivisînin, bilêvbikin, lê aûstirya nabe. Çimku ew tu zimanên ewropiyê serdest da tune ye. Erê spanî de wek aû tê bilêvkirin, lê spanî tu bandor di tu wextê de li ser kurdî farsî, tirkî nekiriye. Silav û rêz --Cyrus the virus 19:28, 12 reşemî 2009 (UTC)
Birayê Cyrus, qeder nîne. Agahiyên min hene ku di paşerojê de hemî bilêvkirinên ji assîmîlasyonê ne tên guhertin. Bo cara yekemîn hin xebatên akademîk dê werin kirin. Em bîlasebeb prosesê dereng dixin. Ev yek. Ya duyemîn, erê we hezaran caran got û ez jî dizanim ji Fransî ne, feqet wan gorî karakterê zimanê xwe wergirtine, lê anîne. Bi qasî Tirkan ti yekê li ser zimanê xwe nexebitîne, reform nekirine. Tenê di sala 1974-75'î de 20.000 bêje li zimanê xwe zêdekirin (binêre li hikûmetên Ecevît). Çend salan berê Almanan reform kirin. Dinya dike. Lê dema em Kurd bikin hin derdikevin, nahêlin. Bi texmîna te ev tesadûf e? Min ji kemalîstan heşa qesta te yan yekê din nekir. Siyaset, mantalîte û hin navendên balkêş bûn qesta min. Me li ser vê meseleyê nîqaş kiribûn, hin lihevhatin pêk anîbûn. Tu assîmîlasyonê dikî wekî qeder. Qey heşa Xwedê emir kiriye. Bi zanebûn zimanête hatiye assîmîlekirin, dixwaze were tunekirin jî. Tirkan ji Fransiyan wergirtine em bi ya wan bikin? Tirkan çi kir gere em bi ya wan bikin? Sebeb çiye? Destê we de çi statîk hene ku bêhtir wiha hatine bikaranîn? Bi bêhtiran dibe yan bi xebatan, gavavêtinan, reforman? Kurdên me pirranî dibêjin "yapmiskir-etmiskir" jî. Wê rojê min di TRT 6ê de dît, hevpeyvîn dikirin ji axavtinên gel para mezin Tirkî bû, qaşo bi Kurdî diaxivîn. Bi mentiqa te ji Tirkan e qebûl e. Were em yapmiskir bikar bînin. Kekê delal ji vir 50 sal berê wisa nebû. Dijminên zimanê te wisa bi me kirin û tewanbar ew in. Em nikarin gel tewanbar bikin, mafê me nîne. Lê em dikarin zimaneke têkûz, herikbar, standard bikarbînin û rave bikin. Vira mala me ye em dikarin qet nebe di mala xwe de biryaran bistînin. Lîsteyên me dê li hin programên cyber bihatina tomarkirin. Heger em xwedî li zimanê xwe dernekevin, hemî tiştên din derew in. Helbet ez û tu em ne akademîker in, lê me jî tenê li ser Wikîpediya Kurdî diaxivî. Me got em li vir bi hev bikin, standardîze bikin. Me helbet ji bikaranînên heyî û zimannasan jî sûdê werdigirt. Tirkan ne tenê ji Fransiyan ji hemî zimanan bêje girtine. Werin em bi ya Tirkan bikin. Werin em bêjin parlemento nebêjin parlamen. Ha çi dibêjî? Heya bigire bêjin şûra yan meclîs, lewra bêhtir me wisa bikaraniye di dirokê de. Binêre ev şêweyê ez niha pê dinivîsînim, kêm-zêde Kurmanciya standard e, ne devokê gundê min e. Me di malbatê de wisa ne diaxivî. Lê ez hewl didim xwe. Gelo gava Tirkan devoka Stenbolê bingeh girtin Tirkan ewqas dijberî kirin? Bawer nakim. --Bablekan 22:07, 12 reşemî 2009 (UTC)