Gotûbêj:Bajar

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

A rastî Bajar e, dema ku ditewe dibe "Bajêr". Ango tewang.

Bo mînak: Welat-welêt, Şivan-Şivên, Çiya-Çiyê û.ê.

Ma, Kurdî zimaneke tewanbar e. Dîsa bêjeya "Akincî" ne Kurdî ye û bi Tirkî ye.

Akincî=Tê wateya koçberên pêşeng. Akin=Herikîn, cî=çî. Bêje Tirkî ye. Lê nîjadperestên, faşîst û xwînxwarên Tirkan bikartînin. Ango ew dibêjin "Em neteweyeke akincî ne û Xwedê ew destûr daye me ku em destbidin ser hemî hebûnan". Nizanim çima te ev bêje bikaraniye û xistiye nava Kurdî. Kurdên Bakur ji bêjeya akinci, xwînxwar, barbar fêhm dike.

Ji kerema xwe zimanê Kurdî xeranekin û nekin Tirk.

Gramatîka Bedirxan bingeh e lê tu bi zimanê herêmî dinivîsîne. Bes kesên ji herêma te dikarin ji te fêhm bikin û ev ne rast e. Ne Badînî, Xerzanî, Hewlêrî û.ê. Kurdî ya fermî.

Mirov pir caran rengê dujminê xwe digirin![çavkaniyê biguhêre]

Hevalê an hevala hêja, ez ji ber têbînî û rexneya te pir spasdarê te im. Reng e tiştê te derheqa bajar û bajêr da gotî rast bit (an eger tu dixwazî rast bit). Lê min got reng e anko mumkîn e. Sedema vê gumana min ew e ko tenê ew Kurdiya ko bi Kurdiya Hawarê anko Rehmetî Celadet Bedirxan dihêt niyasîn û deverên ko ew bi koka xwe ji wan deveran bû wiha dibêjin (û dinivîsin). Heval tewang di piranî ya deverên dî yên Kurdan da bi zêdekirina paşgir anko tewangekê li dawiya peyvê çêdibit. Mînakên vê zehv in: Ez suwarê hespî bûm. Min Hesp zîn kir.

Di van du hevok anko risteyan da carekê ez hatîye tewandin û bûye min, carekê jî hesp hatîye tewandin û bûye hespiî.

Bi vê têbîniyê mirov dikarit bibêjit peyva bajar şiklê kevintir yê peyva bajêr e. Ji ber hindê ko li piraniya herêmên Kurdistanê hindek ji ayan bûne ê (mîna bajar→bajêr). Bi awayekê dî hindek ji ehan bûne a (pehtin→patin). Jiber vê çendê ez gumanê dikim ko tenê sedema vê dengdêrguhêrîyê (a bo ê) tewandin bit.

Eger Celadet li şûna dibêjit dinivîsit dibêje, bersiva min ew e ko Celadet jî lawekê neteweya Kurdan bûye, çawa tu jî yek ji wan î, ez jî. Heye ko Kurdiya Celadetî ji min an jî ji ya te pakijtir bit, lê dema ez bibêjim te Melayê Cizîrî di helbestên xwe da nenivîsîye dike û nivîsîye dikit, tu çi bersiv didî? Celadet û Mela dibê şerê hev bikin? Na!! Kurd dibê gelek sîngê xwe û bêhna xwe firehtir bikin da zimanekê stander ji bo xwe çê bikin.

Ji ber ko ez Tirkî nizanim, min nedizanî ko Akincî Tirkî ye. Spas dikim. Lê li başurê Kurdistanê ev peyv gelek li kar e. Çi xem e eger Tirkî jî bit. Ma Tirkan çi peyvên Kurdî bikar naînin? Tirkî tijî peyven Erebî, Kurdî, Farisî, Inglîzî û Ferensî ye. Ne wisa ye?

Tuximperêsî (nejadperêsî) li her alîyekî her xirab e.