Gotûbêj:Ewr

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

^Bandûra alfabeta erebî[çavkaniyê biguhêre]

Birastî ji sedema nivîsandina Zimanê Kurdî bi alfabeta Erebî hin dengên ji Kurdî re ne xwezayî ne ketine Zimanê me. Wek 'q'ijik, 'e'wr (ayn), ze'h'f(hha), si'g'ul(gayn). Lê "hemze" tundiyekî dide deng. Di nav bêjeyê de deng radiwestîne û dengê din wek destpêka bêjeka din didomîne. Ev ne tenê di zimanê zimanmalbata Zimanên Asya û Efrqiqa de he ye (navê berê Zimanên Hemîtosemîtî bû). Di Zimanê Elmanî de jî ev heye. Mînak "beeilen" wek be'aylin tê xwendin. Lê jê re isareteka cûda ne divê, mirov dizane ku ew wisa tê xwendin. Mînaka Kurdî: "diajot" "di'ajot" tê xwendin, em jî vî dizanin, îsaret ne lazim e. Lewma ez dibêjim ewr, ne "'ewr". Lê dema bêje biyanî be, û hîn girîng navên taybetî, divê mirov wek di zimanê original binivîse. Mînak Qur'an, me'al, 'iyd, 'ecel.

Silav û Hurmet