Gotûbêj:Fatîhe

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Fatihe hat beralîkirin)

Ev cureyê han ê nivîsandinê di kêdera kitêba rêzimana Kurdî de heye? Bilêvkirina wê ji xwe ne ensîklopedîk e û em dizanin êdî.. Rojekê ew ê hemî werin jêbirin. Mecbûr in werin jêbirin. Lewra ev der ensîkloepedî ye, ne mînbera Mizgefta Parsûşikanê ye. --Bablekan 12:39, 17 reşemî 2008 (UTC)

Jêbirin nebe.. Min di el-raf ê de jî nivisî. Rast kirinê xwe neyê zor e.--Cyrus the virus 12:49, 17 reşemî 2008 (UTC)
Dema ku ji jor hatin em ne li wir bûn û me nedît. Li Kurdistanê ne tenê Îslam heye. Şaş nebim 6 ol û mezheb hene. Dîsa ateîst jî hene. Gorî ateîstan ji jorê bi vî cureyî baran nabare. Ka îcar were safî bike. Camêro were vir bixwaze derbarê sûreya X de agahî bixwîne û bibîne ku ensîklopediya Kurdî gotiye "Ji jorê tên". Rebeno berê xwe bide jor û li bendê bimîne. Werin ji me re mînakek nîşan bidin ku di ensîklopediyan de zimanê bialî hebin. Nîne. Min li fîlozofiya WIKIPEDIA kola. Erê em serbest in binivîsînin. Lê armanc û felsefeya wan "Siya zanîstiyê, bêalîbûnê, laîsîzmê" ye. Ango hemî ensîklopedî divê wisa bin. Ez mecbûr im ku bêjim, ê min ji hemî ol û mezheban re hurmet heye. Oldar, xwe bikin berdevkê Xwedê û partiyên Xwedê nizanim çik.. em nikarin jê derbikevin. Hela carekê gotarên Îslam, Mihemmed hwd bixwîne.. Tu dê bibînî ez çima wisa zimanhişkî bûme. Hin gotar min ditîn ku AL QAÎDE ji wan sed qatî demokrattir û bêalîtir e. Ya em ê wekî wekan bikin, an ez êjî werin propagandaya Zerdeştiyê bikim. ez ê bêjim û ha bêjim. Ez ê bêjim vana hemî derew û assîmilasyona Eraban e û bi şerekê 100 salî û komkujiya sedhezaran Kurdan, ango bi şûr bi me dane qebûlkirin. Kê vana bixwîne, peyayê Ereban û dijminê Kurdan e. Ka bû? Dibe? Wîkipediya Tirkan zimaneke çawa biakrtîne? Sed carî di warêol û mezheban de ji ya me dirusttir û demokrattir e. Mirov dikare bêje, sûreyeke Îslmê ye û wiha û werganî dibêje û hew.. Lê nabe mirov bi bawerriya olekê binivîsîne. Yek ji me mecbûr e ku jî hinde zimanhişk be. Nebe wisa dibe. Dembaş. --Bablekan 13:08, 17 reşemî 2008 (UTC)
Min dîsa li gotara Araf nihêrî lê tiştê herî bêalî "hatiye danin" e. Lê meriyê li ku rabe bo wê darzê hemû gotarê vala bike. Ma tiştekî zore ko mirov wek "yek ji sûreyên Quranê ye" binivîse. Ew wikipedia ÎngîlîzÎ de wiha derbaz dibêye. Carekî yê Îngîlîzî jî binêhêre bi tenê derve "hatiye danin", yê wikipediayê me ne cidatir e. Vebêjinê sûrê de qala vê an vê dike gerek ko ne bêalî bûn be. Zerdeştî, xrîstiyanî an kîjan ol gîşk dikarin werin nivisîn, divê ko werin nivisîn jî. Ger ko propoganda bihewirîne jî dê yek bi yek werîn êalî kirin. Ew bo gotarên ser îslamê jî wiha ye.
Ew gotarên sûran hin min nivisîn hin jî ji berê de hebûn. Lê ku tu difikire kîjan hevok, wûşe bêalîyê tu dikarî biguhêrî an em dikarin li ser gengaşîyê bikin. Lê jêbirin nebe. Em gîşk li wir ked û emegan xerc dikine.. Silav û xurmet..--Cyrus the virus 13:35, 17 reşemî 2008 (UTC)