Gotûbêj:German

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav, min navên germanan qulipandin kurdî. MikaelF 15:20, 19 rezber 2007 (UTC)

Washington an Waşîngton[çavkaniyê biguhêre]

Ma German Kurd in, tu wan diqulipînî Kurdî? Heger em navên orgînal nenivîsînin û gora dilê xwe navên tevahiya dinyayê biguherînin, em nikarin ji tevlîheviyê derbikevin. Washington Washington e, em bikin Vaşîngton (wekî Başûrî pirr ji tiştinên wiha hezdikin) ji xeynî me kes nizane û em jî li derekê rast li bêjeya "Washington" werin, nizanin çi ye.. Bi kurtî ev nav-guhertin nabe û me berê jî nîqaş kiribû. Silav û rêz. --Bablekan 20:30, 20 rezber 2007 (UTC)


Bi silav û rêz ji bo te! Ne, german ne kurd in, gelên dîrokî ne, wek etrûsk, îber, madî... lewre mirov navên wan diqulipîne. Bi kurdî, bi îngilîzî, bi farisî.
Di warê navên cîhanê de tore û ferhenga kurdî jê re çi dibêjin?
“Washington” an “Waşîngton” (belku kurdên li bin kartêkirina zimanê tirkî wê bigota “Vaşîngton”, lê alfabeya kurdî tîpa W heye, ji bîr meke!); belkî gotina te be, divê mirov “Washington” rasterast binivîse. Herwesa, gelek bajar, bi taybetî, serbajarên cîhanê navên bi kurdî ne. Em dibêjin Barselona an jî Barşelona (Barcelona), Stokholm (Stockholm), Berlin dibe Berlîn, Istanbul dibe Stenbol. Kopenhag, Enqere, Baxda, Taran, hwd.
Navên cîhanê tiştekî ne ewqas hêsan û lojîk e. Bila em hêdî hêdî pêş ve herin, bila rojekê em li hev bên.
Min got “min qulipandine kurdî”, ango min wergerandine, wesa ye, bes min titişt li vê lîsteya germanan afirandiye! Min yeko yeko li koka her peyvê didît û min berhev didaye latînî, farisî, gellek zimanên romanî, germanî û slavî...
Herweha, hemû navên qewmên germanî yên vê gotarê bi zimanê almanî bûn û bi nihêrîna min, bila ji bo Wikipedya almanî qenc bin, lê em ne almanîaxêv (?) in û eslê van navan ne almanî ye, latînî ye.
Ez te baş fehm dikim, ez bi te me, divê em zimanê kurdî jî çêtir biaqil normalîze bikin, lê bikolin û ne ewqas kopye bikin.
Dema te xweş be, bira. MikaelF 18:14, 21 rezber 2007 (UTC)