Gotûbêj:Heteroseksuelî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wîkîpedya...tu dibêje "Pirraniya Ewropiyan pozîsyona mîsyoneran bikartînin"; bibore, çavkaniya te kijan e? MikaelF 19:22, 28 rezber 2007 (UTC)

Heger wisa nebûya, dê binavkirina "pozîsyona mîsyoneran" dernediket. Mîsyoner kê bûn? Ewropayî bûn. Afrîkayî dinêrin van camêran wisa dikin û ev ne wekî ya wan e.. Heger derketina navê, birastî ji dema kolonyalîzmê be (wisa dibêjin), mirov dikare bêje pirranî di vê pozîsyonê de.. Yan dê ji oralseks, homoseksûelî hwd re bigotana "pozîsyona mîsyoneran". Mentiqeke sade bikaranî. Rast e, çavkanî hebin jî min nexwandine.. Ez bawer nakim tevger û pozîsyonên berê êdî mabin.. Her tist hate guhertin û wekhevîtî bipêşket. Heya hatina elektrîkê (salên 80-90) bo gundên Bakurê welêt, gelek tişt ne wekî niha bûn. Niha pêda pêda globalî ketiye civakên me jî. Li gundan hêdî hêdî Tirkî tê axavtin. Herwekî kûltûra me ya seksê jî diguhere. Xwezî mirov bikaribûya di nava civakên me de lêkolînên wiha bikira.. Em ti statîstîkek Bakur nizanin. Lewra hemî di destên dagikeran de ne û hizbên me jî ji bikaranîna zanistiyê gelek dûr in. --Bablekan 21:19, 24 pûşper 2008 (UTC)