Gotûbêj:Mertalê zindî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Li Kurdistanê îcad nebûye, agahiyên gelemperî jî pêwîst in. Kêmasiya gotarê ev e.. --Bablekan 07:59, 23 rêbendan 2012 (UTC)

Navê mertalê zindî qet bi xweşê min nayê, lewra em têgîn û navan ji tirkî werdigerînin, bi mentiqa tirkî karê xwe dikin. Zindî herwiha bo weşanên live-zindî yên TVan jî tê bikaranîn. Binêrin zimanên rojavayiyan negotine zindî (jiyandar), mirov derxistine pêş, lewra riwêj, ajal jî dikevin navê. Ma em mecbûr in, tirkan çi gotine em jî bêjin. Wextekê me li vir şerê Awistriya dikir, digotin birayên me yên tirk dibêjin Avusturya em çima nabêjin. Mertal çekeke parastinê ye. Lê li vir tenê karê parastinê nayê kirin, a rastî karê parastinê hîç nayê kirin, lewra kesên xwe dikin hedef, xwe naparêzin, xwe feda dikin. Bi awayekê ev çalaki êrîşkar e jî, ango rasterast li ber pozê artêşan disekinin û gefê dixwin. Bi nêrîna min heger em mecbûr in mertalê bikarbînin canmertal, mertala mirov dibe. Yan canberbest, berbesta mirov.. --Bablekan 08:15, 23 rêbendan 2012 (UTC)
Zimanê gotarê polîtîk e. Min bo navê gotarê jî rexneya xwe gotibû.. --Bablekan (talk) 13:20, 1 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]