Gotûbêj:Mesûd Barzanî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Merheba, ez li ser nivîsîna rast a navê "Mesûd Barzanî" di gumanê de me. ji ber ku navê Barzanî bi erebî weke ﺑﺮﺯﺍﻧﻰ tê nivîsîn. Dema ev nivîs ji aliyê rojavayiyan ve tê latînîkirin, wê demê dibe "Barzanî". Lê di rastiyê de yek ji a'yan kurt e û ya din jî dirêj e. Ango bi Kurmanciya îro yek jê weke "e" û ya din weke "a" tê nivîsîn. Lê mixabin tevî ku di Kurmancî de navê herêmê Berzan e û navê malbatê jî Berzanî ye, di nivîsên bi alfabeya erebî de yên Soranî de nav weke بارزاني hate nivîsîn (sedema wê dibe ku bilêvkirina Soranî be!) û niha li pêşiay me nakokiya rastnivîsa yek ji navên herî bi nav û deng ê Kurdistanê weke pirsgirêkekê heye. Li gor fikra min nivîsîna vî navê weke "BERZANÎ" wê rasttir be.(Ev gotara ji Silêman (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:43, 4 Tîrmeh 2007 (UTC)

Min navî gotarê guherand, niha ev gotara di bin navî Mesûd Berzanî da ye. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:43, 4 Tîrmeh 2007 (UTC)