Gotûbêj:Pelikdar

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peyva Bipûlî ne rast e. Bipûl an jî Pûlî, Pûldar, rast çêdibe. Ango Bipûlî = Pûldardar. Du caran qertafa xwedîtiyê lê hatiye zêdekirin. Lê pirsgirêka din a nav ew e ku, di kurmancî de, dibêjin Pelik, mînak pelikê masiyan, lê nabêjin pûl. Lewma nav weke Pelikdar were guhertin wê baştir be.—Gomadapeyam 09:26, 15 pûşper 2013 (UTC)

pelik wateya wereq an belg heye ne ku pûlek an pûlik (ferhenga Henbane borîne a Hejar فلس ماهی) --Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 20:31, 3 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]
Pelika ku tu dibêjî ji bi biçûkkirina peyva Pel hatiye çêkirin. Ew bikaranîn di hemû peyvan de dikare were çêkirin. (Mînak; Keç->Keçik, Xanî ->Xanîk hwd.) Pelik bi serê xwe wateyek girtiye, weke lepik (glove), destik(handle).—Gomadapeyam 21:58, 3 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]