Gotûbêj:Qurix

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Stêra Qurixê[çavkaniyê biguhêre]

Qurix navê Alpha Canis Majoris/stêrka şivanan e yan yê Alpha Ursae Minoris/stêra bakur? Divê em aşkera bikin... --MikaelF 06:34, 22 sermawez 2011 (UTC)

Li herêma me qurix di havînê de wek nîşana kêmbûna germê tê ditîn. Gava qurix heltê êdî germ kêm dibin. Di wan deman kesên pîr û bi pirranî kesên şivanî kirinî li hev dipirsin ka qurix helhatiye an na. Qurix jî di meheya gelawêjê de li rohelat xwiya dibe. Min li gelek ferhenga nihêrî, di hinekan de qurix wek gelawêj,ango stêra sibê, hinekan de wek Alpha Ursae Minoris hinekan de jî wek sirius hateya rave kirin. Ji xeynî Sirius tu îhtîmalên din nemimkûn in. Çiku gelawêj hertim di wexteke de dernakeve. mînak; îsal di gelawêjê de helê, salekî din ê di wexteka din de helê. Stêra bakur jî tim li cih xwe ye. Ji ber vê, ji wê re tê gotin stêra bakur. Ew qet li ezmên wenda nabe. Min berî nivisîna gotarê pirr li ser kola û gorî ku kesên berê wê wek nîşana kêmbûna german dibinîne gerek e ew stêreka ku li ezmên wenda dibe û şûnde heltê be. Ew jî Sirius e û ew di wan rojên ku tê gotin qurix helatiye de heltê.
Wekî din, ji gava ku stêrnasiyê bala min kişandî virve ya ku min ditî ev e ku di warê stêrnasiyê de pirr tişt tevlihevbûne. Di hin ferhengan de komika sêwiyan re hatiye gotin hirçê mezin, di hinekan de tiştekî din. Di hinekan de heftbira wek komika sêwiyan, di hinekan de wek termê merxê, ango hirçê mezin, hatiye rave kirin. Di hin nivîsan de dûpişkê re tê gotin ku hertim li bakur e, lê tu komên birca felekê qet li bakur xwiya nabin. Bi kurtî di vî warî de tevliheviyek heye --Cyrus the virus 23:09, 12 berfanbar 2011 (UTC)