Gotûbêj:Sêgoşe

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sê erê, lê "gen" ji kîjan zimanî ye, çima hema çû û çû li bilêvkirina Romiyan hat? Hûn dikarin çavkaniyekê bidin? Li cem min ferheng nîne. Gen goşe be lê gen a genetîkê çiye. Lê paşpirtikên +gen (oksîgen/jen) ji kîjan kognîsyona zimanî derhatiye? Koşeyên hundurîn çine û yêrn derveyî çi ne? --Bablekan 19:52, 3 avrêl 2008 (UTC)

Belê ev 'gen' ji ber Tirkî hatibû girtin. Min berê digot qey Tirka ev peyva ji ber zimanên ewropayî girtine. Lê di ferhenga tirkî ya etîmolojîk da dibêje ku ev peyveke nû derxistîye. Û muhtemelen ji peyva kenar hatiye derxistin. Lê dîsa jî em dibînin ku "gen"e û ne "ken"e wek kenar. Ev jî ji nêzîkkirina zimanên ewropayî ra mînake. Di înglîzîyê da "polygon" tê gotin. Û ev peyva "gon" jî ji Yonanî tê ku bi wateya qunc an jî goşe ye. Peyva gen mîna genetîk ji zimanên ewropayî tê û etîmolojîya wê jî ji Yonanî ye. Bi manaya "zayîn, 'irq"e. --Qewax 13:45, 24 sermawez 2009 (UTC)
Her çiqas ev "gen" ji zimanê Tirkî bê xanê jî, ew bi rastî ne Tirkî ye. Wiha ku, gen ji ber peyva kenar hatiye hildan. Peyva kenar jî ez bawerim ji zimanê Farisî derbasbûye Tirkî. Em bi kurmancî kêlek dibêjin, lê di soranî da jî 'kenar' tê gotin. Peyva kenar jî ji "ken+ar" pêk tê. Di Kurdî da ev "ar" li peyvan tê zêdekirin: dûhar an jî diwar (diw+ar). Diw bi wateya lêv e.--Qewax 20:55, 21 adar 2010 (UTC)[bersiv bide]