Gotûbêj:Theodor Adorno

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Adorno profesorê civaknasî û felsefeyê bû. Di heman demê de kompozîtor û mûzîkolog û rexnegirê mûzîkê bû jî. SALÊN BERÊ YÊN FRANFURTÊ (1903-1924) Bavê Adorno yê ku bi bazirganiya şerabê debara xwe dikir û dayka Adorno ya ku keça serbazekî bû bi navê Teddie bangî Adorno dikirin. Dayka wî bi eslê xwe ji malbatekî Îtalî ya ji Korsîkayê bû. dayka wî di heman demê de di bin sêwana Kraletya Vîyanayê de karê stranbêjiyê jî kiribû. Babê wî ji eslê malbatekî proyestan yê ku paşê bûbû cihû dihat. Adorno di kolana ku Schopenhauer salên dirêj dêde jiyayî de mezin bû. Di mala bi nimara nehan de hatibû dinê bavê wî dîsa di mala nimara heftan de bazirganiya şerabê dikir. Adorno wek katolîkekî hatibû vaftîz kirin. Lê bi bandora mamosteyê xwe yê ronakbîr bû protestan.