Gotûbêj:Trên

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Trên an jî tren?Kijan ji wan rind e?--ζΞ∀Ω

Nizanim. Bilêvkirina trênê hêsan e û li karakterê kurdî tê. Lê gelek bêjeyên wiha (biyanî) hene ku divê zimanzanên me wan standard bikin. Telefon (têlefon), sîgara (zimanê kolanê cixare) hww. Xetereyeke mezin jî heye ku em dema bilêvkirinê bingeh bigirin, bi kok û etîmiyolojiya peyvê bilîzin. Bo mînak em cixare bêjin bi me hêsan tê û gel jî bikartîne, lê ev nabe, lewra ti eleqeya wê bi orjînalê yan koka xwe namîne. Osmaniyan li ser sîgarayên xwe (bi tîpên latînî jî, ji ewropayiyan) Cigare nivîsîne, xelkê wisa xwendiye û ji tirkan jî derbasê me bûye. Erê cigare, lê ewropayî wê wekî sîgare/a dixwînin. Em wisa bihêlin bila zimanzanên me biryarê bidin.. --Bablekan 11:57, 17 kewçêr 2011 (UTC)