Gotûbêj:Yûsif

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yûsif an Ûsiv[çavkaniyê biguhêre]

Ez bim, gere bi Kurmancî Ûsiv û bi Zazakî Yisiv, be. Yûsif an Yûsuf ji tirkî hatiya jêgirtin.--Baran Ruciyar 23:47, 9 berfanbar 2009 (UTC)

Bi ya min be, heval, Yûsif raste. Ez nizanim çima hinek heval gelek peyvan ra dibêjin ev ji tirkîye û em dev jê berdin. Lê gelek caran em pê nizanin ku ev peyv ne tirkîne lê belkî erebî, farisî yan fransizî ne. Peyva "Yûsuf" di Qur'anê da wisa derbas dibe, û bi kurdî, bi rastî jî "u" vegerriyaye ser "i"yê û bûye "Yûsif". Zaten di nav parentezê da nivîsiye ku: (Bi kurdî wek Ûsif yan Ûsip jî tê bilêvkirin.) Eger em li zarava û devokan binihêrrin gelek bilêvkirin hene û divê standart herî nêzîktirî eslê peyvê, yanê êtîmolojîya wê be.--Qewax 21:18, 13 rêbendan 2010 (UTC)

Bi helwesta min jî Ûsiv rast e . Nivîskarê Kurd Heciyê Cindî pirtûkekî bi sernavê Ûsiv û Zelîxe nivîsand. Di Youtubê de jî ew Ûsiv tê navandin. Avestaboy (gotûbêj) 22:17, 5 berfanbar 2018 (UTC)

Esas di nivîsandina kurdî de Yûsif e, lê xwendinê de wek Ûsiv tê xwendinXwedêda (gotûbêj)

Çawa Yûsif e û Ûsiv tê xwendin? Ma ev îngilîzî yan fransî ye?—Gomadapeyam 16:38, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada:@Penaber49: @Ghybu: @Qewax: Dikar be ku Yusif jî tê bikaranîn. Lê bi min Ûsiv çêtir e . Ew naveke ji Zimanê îbranî ye û ji aliyên zimanan cuda tê asîmîle kirin ( bi Erebî û Tirki Yusuf , bi îngilîzî Joseph ,bi spanî José hwd. Malpera kitebipiroz.com di wergera xwe ya Încîlê ya bi kurdî de guhertoya ( varyant) Usiv bikartîn e . Silav û rêz http://www.kitebipiroz.com/kurmanji/bible/mat/1 Avestaboy (gotûbêj) 14:36, 25 gulan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Baran Ruciyar Ûsiv şaş e. Yûsif rast e. Xwedêda (gotûbêj) Xwedêda (gotûbêj) 04:44, 9 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Xwedêda, Avestaboy, û Penaber49: na, Ûsiv ne şaş e, hem Ûsiv û hem jî Yûsif rast in, Yûsif ji Ûsiv ne rasttir e; wek Mihemed û Muhemed, Hisên û Huseyn û hwd. Pirsgirêkeke biryardayînê ye, li Wîkîpediya kurdî kîjan nav em bi kar bînin? Bi ya min, formên kurdî baş in ji bo pexamberên îslamê; Ûsiv, Mihemed, Hisên... silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 09:53, 9 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @MikaelF: , @Xwedêda: , @Penaber49: Bi helwesta min hevalê MikaelF mafdar e . Gelek gurhertoyên ( varyant) wê navan bi Kurdî de hene . Bi dîtina min gurtoya Kurdî ya ku pirtir tê bikaranîn rast e . Ew Wîkîpediyaya kurdî ye . Mesela hemû Kurd dibêje Qazî Mihemed û ne Qazî Muhemed . Parvekirina Kurdistan , qedexeya zimanê Kurdî û bikaranîna 2 tîpên cûda , standardkirina ziman û rastnivîsandina Kurdî pir zor kir. Wîkîpediya dikar e ji bo yekbûna zimên roleke girîng bilîz e . Jixwe ji bo zanistnameyek ( ensîklopedî ) jî standardkirin pewîst e . Ji ber ku pergal û sîstema zanistnameyê xirab ne be . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 13:23, 9 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

Bikar anîna hz.[çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê ensîklopediya de peyvên olî nayên bikar anîn. Divê zimanê ensîklopediyê bêalî û bêolî be. Di wîkîpediyayê zimanê dinnde tuneye. TÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 17:22, 19 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bêalî bûn temam , lê çima bêolî ?🤔. Em hemî kurd wek bira ne, gerek ji her dînê re hurmeta me hebe. Xwedêda (gotûbêj)
Di biratiyê de pirsgirêk tune. Raste em hemû Kurd birane. Mesela bêolî ji bo ensîklopediya pêwîst e. Ji ber gotarên olî yekalî çê dibinTÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 00:48, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Her kes di fikrê xwe de azad e. Ez mîna te nafikirim, Tu mafdarî lê Tu di peyva "bêolîyê" de çewt î. Dibê meriv bêje gotar Bêalî werin çê kirin, ne bêolî. Dema tu bêjî gotaran bi bêolî vebikin wê çaxê hemî gotarên dînî bi fikr û ramanên ataîzmê ve têne çêkirin.Xwedêda (gotûbêj)
@TÎRÊJ ZANA û Xwedêda: hûn çawan in? Erê, ez bi Tîrêj Zana me, ev nivîsar aşkera ye ku bi awayekî bêalî nehatiye nivîsandin û gelek ji gotarên dînî yên din jî wisa hatine nivîsîn. Divê Wîkîpediya kurdî xebateke bêalîkirina gelek gotaran bike û ji dîtina yekalî bireve. Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 07:03, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ma Ez her car dibêjim bila wikipediya kurdî bêalî û cîhê reklaman nebe. Lê hevalê Tîrêj Zana gotiye "Divê zimanê ensîklopediyê bêalî û bêolî be , bêalîbûn pir baş e, lê bêolî çiye ?😊. Hadê bimînin di xweşiyê de Xwedêda (gotûbêj)

Ji ber ku tu (@Xwedêda:) yan keseke/î dî bawermendên îslamê ne, mirov nikare gotinên li gorî fikrê Îslamê bike ensîklopediyê de. Misilmanek dibêje Hz. lê yê/a ne misilman wisa nabêje. Ev ensîklopedî ji bo her kesî ye. Ev tişt ji bo bawermendên dînên dî jî wisa ye. Ji ber ku mirovên xiristiyan kesekî/ê ezîz bi nav dikin, em nikarin wê peyva Ezîz di gotarê de lê zêde bikin. Herwiha, ji kerema xwe xêrekê li Wîkiya me bikin û peyva dîn binivîsin. Qewet be ji we re! —Gomadapeyam 16:38, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ê ji xwe Min gotarên ku heta naha çêkiriye (dixwazin kontrol jî bikin) qet yekî de peyva "Hz." bi kar neaniye û naynim jî. We ev ji kuderê derxist ?.,🤔

Ez pir caran peyvên Hz. ji wikipediya kurdî derdixim (jê dibim).

Ez bi xwe misilmanim lê dema navê Muhemmed û pêxemberên dinê binivîsim "Hz." nanivîsim. Ji ber ku kurdên nemisilman jî hene û dixûnên. Ez Pirê caran Wek Muhemmed pêxember, Îsa pêxember, Mûsa pêxember û hwd. bi kar tînim.

Daxwaza min a herî mezin bêalîbûna wikipediya kurdî û bêreklambûna wikipediya kurdî ye.Xwedêda (gotûbêj)

Ev gotara Yûsif zûûdaaa ve hatiye çêkirin. Yanê tê de Hz. nivîsandibin jî Min bi xwe nenivîsiye . Wê çaxê ez qet endam nebûme.

Bi kurtî: Min tu car di gotarên xwe de peyva Hz. bi kar neaniye.

Slav. Xwedêda (gotûbêj)