Gotûbêj:Zêtka

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zêdikan yan Zêtka?[çavkaniyê biguhêre]

Ji kerema xwe re çavkanîke xurt ji bo navê "Zêdikan" nîşan bidin. Heta we wisa kir, wê navê rûpelê wek "Zêtka" bimîne. Navê vî bajarî Zêtka ye. Gel wisa binav dike û wisa li bajharên din ên herêmê tê zanîn. Ev peyama bêîmze ya Hok'ta (gotûbêjbeşdarî) ye.

Ser çava, çavkaniya me Köylerimiz adlari, 1928, bi tîpên erebî ye: Zêdikan -> Zêdkan -> Zêdgan/Zêtkan -> Zêtka, gelo tu dikarî li ser dîroka navê Zêtka hindik bisekinî û li gotarê binivîsî? Merivên bajêr zêtkayî ne yan zêtkanî û tu xelkê Zêtkayê yî yan jî xelkê Zêtkanê? Xebatxweş, bimîne di xweşiyê de. Ji kerema xwe re, îmzeya xwe ji bîr meke --MikaelF (gotûbêj) 06:58, 28 rezber 2012 (UTC)
Navê navçeyê bi tirkî Eleşkirt, bi kurdî Elajgir tê gotin. Di vê çavkaniya li jêr da bi tirkiya Osmanî الشكرد Eleşkird (heta em dikarin wek Eleşkürd jî bixwînin) derbas dibe. Navekî din ê li ser nexşeyê bi tirkiya Osmanî زیده‌قان Zeydekan, bi kurdî Zêdikan e. Dibe ku eslê vî navî Zeydikan be, bi kurdî dengên ey vedigerrine ê lewma Zeydikan jî bûye Zêdikan (mînak xeyr bi erebî bûye xêr). Bi taybetî li vê deverê mîna gellek deveran qertafa -an wek -a tê xwendin. Ji aliyê din va dengê i ketiye û Zêdika bûye Zêdka û ew jî dengê nerm ê d li ber k'yê bûye wek t, lewma gellek wê wek Zêtka bilêv dikin. Zêdikan -> Zêdkan ->Zêdka -> Zêtka. Lê divê di zimanê nivîskî da Zêdikan be û gelê bajar jî wek Zêdikanî werin binavkirin. Zêdikan navê navenda navçeyê ye. Elajgir(d) jî navê navçeyê (tevî gundên wê) û navê deştê ye. Bimînin di xêr û xweşiyê da. http://tarihvemedeniyet.org/2009/10/erzurum-vilayeti/ --Sêfkarî (gotûbêj) 12:15, 21 gelawêj 2013 (UTC)
Bila ev çavkanî li vir bimîne: https://acikerisim.tbmm.gov.tr/xmlui/handle/11543/1011--Bibliophile (gotûbêj) 22:06, 3 adar 2016 (UTC)[bersiv bide]