Gotûbêja bikarhêner:Cuneytewrares

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.



PS: Îmze: çar tîld " ~~~~" binivisînê û otomatîk îmzê te tê çêkirin--Ghybu 21:17, 12 avrêl 2011 (UTC)
Dîsa silav. Wikimania navê konferansê Weqfa Wikimediayê ye: bnr. Wikimania--Ghybu 21:55, 12 avrêl 2011 (UTC)

Em ne di pevçûnê de ne[çavkaniyê biguhêre]

Silav birayê ezîz, armanca me hemiyan dewlemendkirina Wîkî ya Kurdî ye. Em hemî bira ne, ti cudatî nîne. Heger em xwedî li Wîkiya xwe dernekevin, wekî em xwedî li mala xwe, xezîneyên xwe dernekevin, dê ne ava, "mal ava" be. Prînsîp, pîvan û zagonên rûniştî yên ensîklopediyên sîber hene. Heger te ji min dilê xwe girtiye, lêborîna xwe dixwazim. Bawer dikim, hêrsa te ji ber gotûbêjkirina kategoriya nivîskariyê ye. Yek jî ez bi xwe ne admîn û bûrokrat im li vir. Ez nêrîn û pêşniyarên xwe tînim ziman. Bo nivîskariyê ISBN û qeydên din (weşanxane ûêd) tên xwestin. Xwedê bi te û karên te re be. Xebat xweş.. --Bablekan 17:20, 4 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]

Wêneyên rûpela destpêkê[çavkaniyê biguhêre]

Temsîliyeta fîlozofiya wîkîpediyayê dikin. Wîkîpediya Kurdî platform an kaneke agahiyên bi fîlozofiya zanistiyê hatine berhevkirine e. Em nikarin ji vê pêvanê derbikevin. Carnan dilê mirov dixwaze mirov wêneyê xwe yê bi simbêlên qeytan lê bar bike. Yan dilê mirov dixwaze mirov ala partiya pismamê xwe bar bike û di bin de çend sloganên oxaşî binivîsîne. Lê divê mirov hema wê demê dilê xwe hişyar bike, bêje "lo dilo, ev der ne forûm û malperê erzan ên gotûbêjan e, li vir xizmet bo zanînê, bo gelê me tê kirin. Dilo eman dilo, wisa neke". Dîroka Kurdistanê, giregirên Kurdan ên dîrokî, xweza, ajal, teknîk, werziş hwd. heya bêjî hene. Werin heya ji me hat tiştinên polîtîk nexin vira. Polîtizekirin carnan dibe sedemê rûxandinê jî. Bo mînak ev wêneyê hilbijartinê nedibû. Em di hilbijartinan de nînin, em ne partîzan an siyasetmedar in. Em xebatkarên wîkiyê ne. Dengê xwe didin partiya xwe, tên vira gotaran dinivîsînin. Waye hilbijartin jî derbas bû. Xêra xwe êdî wer nekin. Hin caran tevhevkirinên wiha dibin, rê nedinê. Bi hêviya ku kes dilê xwe negire. Xebat baş.. --Bablekan 14:26, 14 pûşper 2011 (UTC)

Hilbijartina gotaran[çavkaniyê biguhêre]

Heger ku ya em lê bar dikin ensîklopedîk be.. Xelk wê agahiyê mereq bikin, ew agahî zanîna wan bipêş bixe. Xelk Lenîn mereq dike, lê pismamê Lenîn an xûşka Lenîn ne girîng e. Lewra wan ji bo mirovahiyê wekî Lenîn tiştekê nekirine. Bes pismabûna Lenîn têrê nake ku ensîklopediyek wan hilbijêrin, bidin zanîn. Mixabin li vir tiştinên wisa jî bûn. Malpera hûn dibêjin helbet girîng e û ensîklopedîk e. Hûn dikarin di bin kategoriya "malperên kurdî" yan kategoriya lê tê bidin nasîn. Logo, zimanê malperê, naveroka wê, armancên wê, hebe ji pela serî wêne ûêd. Çima nebe. Jibîr nekin ku ez ne admîn an berpirsiyar im. Ez jî wekî we karberek im, lê ala rexne û rexnegiriyê her bilind digirim. Carnan dilê xelkê jî ji min dimîne, lê em nikarin di serdema zanînê de dilê hemiyan xweş bigirin û ne ji bo xêra wan e jî. Bo mînak: "filan.com malperek li ser toraq û firotina toraqê ye. Sala 2011 damezirandine. Zimanê malperê bi kurdî ye. Li ser bêvan-serverê weşana xwe dike. Statîstîkên wê yên şopandinê ev û ev in. Fermo ev jî wêneyê pela serî ye. Bo bêhtir agahiyan aha ji we re lînka wê jî. Ma hûn êdî çi ji me dixwazin heyran.. Hûn xêr em silamet". Melayê Cizîrî gotiye: "Heger hûn qet bi dadweriyê nizanin, xem nekin. Li tevgera mirovên maqûl binêrin, wekî wan bikin ew jî bes e, rojekê we hewcedarê dadê nahêle". Ez jî gotinek îcad bikim: "Heger hûn qet bi pîvanên Wîkîpediyayê nizanin, xem nekin, li Wîkîpediyayên xelkê binêrin, wan çawa kirine, hûn jî wekî wan bikin". Xebat xweş.. --Bablekan 11:39, 15 pûşper 2011 (UTC)

Gotara hefteyê[çavkaniyê biguhêre]

Heval ji kerema xwe careke din bi serê xwe gotara hefteyê neguherîne. Heke te guherand jî heta ji te were gotarên rind hilbijêre. Bikaranîna çekê/sîlehê li ser destpêka Kurdî rind e?—Gomadaji min re binivîse 21:26, 31 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Kategorîkirin[çavkaniyê biguhêre]

Slav, heval ji kerema dema te kategorî çêkirin bila gotarek di sed kategoriyê de xuya neke. wî wextî heman gotar li gelek deran xuya dike.—Gomadapeyam 22:58, 8 kewçêr 2011 (UTC)