Gotûbêja bikarhêner:Dûrzan cîrano

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîsans ji bo wêneyan[çavkaniyê biguhêre]

Silav Dûrzan cîrano! Li vira da lîsans û agahî pêwîst in: Bikarhêner nîqaş:Cirano#Lîsans ji bo wêneyan--Ghybu 12:11, 13 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Navê gundên Bismilê[çavkaniyê biguhêre]

Slav heval, gelo çima navê gundên Bismilê bi tirkî ne? Gultepe , Boztepe... Navê bi kurdî nîn in? —Gomadapeyam 11:23, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Bismil li gorî ku xuya dike ciyekî ji filehan yan jî ji Êzîdiyan hatiye valakirin û pişt re(bi qeneata min piştî avakirina Komara Tirkiyê) Kurd û Tirk lê bicîbûne.Ji ber vê yekê jî navên hinek gundên wê yan bi Tirkî ne yan jî ji Tirkî dihên. --Dûrzan cîrano 08:31, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Baş e, heke mirov berê jî li cihê wan gundan dijîn naxwe divê navê wa yên berî jî hebin. Dibe ku hin heval dizanibin. Spas ji bo agahiya te. Di vê navberê de, Wêneyên nû yên te bar kirin hene? (: Tu dikarî hin caran pêşniyarên wêneyan ji bo destpêka wîkî ya me bikî. Li vir binêre.Gomadapeyam 11:38, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Dibe ku navê hinek gundan yên kevn bi Kurdî hebin, lê ez baş dizanim, ji ber ku gelek rojan li wan gundan ji bo kişandina wêneyan li çûkan(balinde) digerim,navê hinek gundan yên Kurdî tune ne.Wek Boçelû(Bozçalı),Qoruxçî(Korukçu),Koselû(Köseli),Kemberlû(Kemberli),Aslanoxlî(Aslanoğlu) û hwd.J, bo pêşniyariya destpêkê ez dikarim carinan alîkarî bidim lê çewa,berpirsiyar kî ye,ji kî re wêneyan pêşniyar bikim?--Dûrzan cîrano 08:46, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Ez lê dimeyzênim. Tu dikarî ji min re pêşniyar bikî. An jî , heke bixwazî tu dikarî wêneyan li vir ji bo hefteyên pêşerojê lê zêde bikî. Ez jî dikarim piştre li wan meyzênim û heke alîkarî hewce be ezê bibim alîkar. —Gomadapeyam 11:58, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Baş e.Spas!...--Dûrzan cîrano 10:05, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Slav, tu dikarî pêşniyarên xwe li vir bi me re parve bikî û deng bidî pêşniyaran. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 22:50, 29 sermawez 2011 (UTC)

Silav hevalê Dûrzan, min li commonsê dît ku bêhna te hinekî teng bûye. Rêbazek li wir çêkirine, navê kurdî yên bajar û gundan ji bo kategoriyan nayên bikaranîn, lewma dema xwe bi vî tiştî re xerc neke. (Mînak) Lê di beşa danasînê de, agahiya kurdî bide, ti kes nikare li dijî vê derkeve. Jixwe yên fêhm nakin dibêjin qey mebesta te vandalîzm e. Weke vî kesî. Lewma divê em li gorî rêbazên heyî tevbigerin û çanda xwe biparêzin. Wênekêşiya te ji bo me pir girîng e. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 14:17, 8 rêbendan 2013 (UTC)