Gotûbêja bikarhêner:Gomada/Arşîv 1

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gelek spas!--Ghybu 18:30, 7 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Bo gotarên tenduristiyê[çavkaniyê biguhêre]

Kekê dibînim şablonên pêdiviya me pê hene çêdikî. Xêra xwe dikarî yekê ji bo tenduristiyê çêbikî ku bi wê em bikaribin bêjin berpirsiyariyê wernagirin. Min dît ên xelkê hene. Ango "Wikîpediya kurdî bi gotarên xwe temiyan nake û ji bikaranîna wan ne berpirsiyar e. Bo tenduristiyê bijîşk, dermansaz hene û xêra xwe beriya bikaranîna derman û terapiyê ji wan agahiyan bigirin". Helbet min mînakek da. Ez dixwazim di gotarên derbareyê tenduristiyê de ne, hinekê behsa bijîşkiya gelêrî ya kurd jî bikim, îcar wisa hişyarkirin hebe, em nabin berpirsiyar, serê me naêşe. Xebat xweş.. --Bablekan 15:41, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Heval ez dixwazim mebesta te baş fam bikim. Lewma heke tu karibî mînaka tu dixwazî ji min re tam binivîsî ezê yeke wisa çêbikim. Di vê navberê de li qisûra min ne meyzêne. Înterneta min qut dibe , lewma ez dereng dimînim.—Gomada 18:55, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Bi îngilîzî dibêjin "Wikipedia:Medical disclaimer", bi tirkî, Vikipedi:Tıbbi sorumluluk reddi. Shablonek dixin nava gotarên derbareyê tenduristiyê de ne. Di wir de dibêje wikipediya mesûliyetê nagire ser xwe. Bo mînak li vikipedi ya tirkî de li gotara Kalp Krizi binêre. Li jor shablonek heye. Ev e lînk: http://tr.wikipedia.org/wiki/Kalp_krizi

--Bablekan 17:40, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Heger heye jî şablonek wiha çêbike: Ev bikarhêner birçî ye. Herim ji xwe re masiyan bavêjim firûnê:) Xwedê jiyaneke bêî-şablonan bike nesîbê me û ji te razî be.. --Bablekan 17:44, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Ezê li wêneyekî baş bigerim ji bo Ev bikarhêner birçî ye :D û ji bo te çêkim. Lê ji bo daxwaziya te ya jor , ezê bêjime hevalê Ghybu , ji ber ku zanabûna wî di derbarê teknîkê de pir baş e û dikare gelek heşyardeyên bi wî awayî çêbike. —Gomada 20:50, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Heval Gomada Aşîra Rêkan Dikeve Bajarê Dihokê/ Iraq Lê Pêş Parçe Bona Kurdistanê Da Ser Bi Bajarê Colemêrgê ve boo.Ev peyama bêîmze ya Nizar Rekani (gotûbêjbeşdarî) ye.

Okay Gomada min fêm kir.[çavkaniyê biguhêre]

Min qet bala xwe na dabû li wir. Xeletiyên min rûyê min bide ku ez xwe sererast bikim. Ev peyama bêîmze ya Cuneytewrares (gotûbêjbeşdarî) e.

Çima tîpên erebî dernakevin.[çavkaniyê biguhêre]

Ez nizanim çima tîpên erebî di wîkîya kurdî de dernakevin Cuneytewrares 14:44, 17 tîrmeh 2011 (UTC) Heval ji ber çiye min fêm nekir.[bersiv bide]

Derdikevin. Nizanim mebesta te çiye lê min versiyona tîpên Erebî li gotara sirûda te nivîsî zêde kir.—Gomada 16:33, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Mafê Admîn[çavkaniyê biguhêre]

Birêz Gomada, ez hêvîdar im ku tu pak bî. Îro tu jî bûyî Admînê Wîkîpediya kurdî. Heke tu vala bî, tu dikarî li "Pênc bingehên (hîmên) Wîkîpediyayê" binihêrî wergerînî bo kurdiya ya te ya xweshik? Serkevtin --MikaelF 17:22, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Spas , ez ne li mal bûm lewma wextê min nebû. Piçekî dereng çêbû , tu dikarî lê binêrî (Wîkîpediya:Pênc hîm) lê hê gelek kêmasî di derbarê rûpelên Wîkî de hene. Đivê em hemûyan wergerînin.—Gomada 15:51, 20 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Spas!--Ghybu 22:04, 20 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Birêz Gomada, roja te bi xêr be û gelekî spas! Pir rind e! --MikaelF 08:40, 21 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Rûpelên ku divê werin jê birin[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada
ez admîntîyê li te pîroz dikim! Tu karî van rûpelan ji kerema xwe re jê bibî? Eger kesek ji chêneke, min bikin admîn, ezê vê chekim, na? //George Animal// 11:25, 22 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Spas heval´, ezê wan jê bim lê divê li hemûyan meyzênim. Ji xwe gelek hene yên ku bên jêbirin.—Gomada 13:41, 22 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Tiştik din:) Hemû mesajên sîstemê Wîkîpediya kurdî (bnr. jî Portal:Ku). Silav--Ghybu 15:57, 22 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Spas heval, lê te got tenê tiştek? (: Hemû nivis bi Îngilîzî ye li wir.—Gomada 10:33, 23 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Wergerr di translate.wiki de[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada,
tu çawanî?Wekî heval Ghybu ji te re got, tu karî, ji ber ku kurdî û inglîziya te zav baş e, di translate.wiki de mesajên sîstemê a bi zimanê inglîzî wergerrînî zimanê kurdî, ev ji bo hemû wîkîyan pêwist e.Gava ku tu bixwazî, ne hewceyê ye ku tu van mesajan li vir biguherînî. Silav û qewet be. //George Animal// 12:31, 23 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Başim spas , hêvîdarim tu jî baş bî. Tu dikarî lînka wergerê (dîrekt) bidî min?—Gomada 11:33, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Werger rast nebû:

Silav--Ghybu 12:11, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Min gotar neguherandin. Tenê wergera rast a Kurdî ji bo peyvan li jêr nivîsand.—Gomada 14:32, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Silav Gomada. Tu dikarî va koda bikî vira. Spas--Ghybu 09:34, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas: çêbû!--Ghybu 13:41, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Wergerên mesajên sîstemê[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada,
tu dikarî ji bo wergêren te projeya translatewiki bi kar bînî.? //George Animal// 14:54, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Li vir [1] //George Animal// 14:56, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Binêre û [http://translatewiki.net/wiki/MediaWiki:Abusefilter-action-disallow/ku-latn li vir.
Wergerên di vir de ji bo hemû projeyan in, eger ku tune van tenê li vir wergerîni, ev tenê li vir wisa ye, û ne ldi wikiferhneg de, fam dikî, ez chi dixwazim bêjim? //George Animal// 15:00, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Fam dikim lê dema ez dixwazim wergerînim , destûre nade min. pirsgirêk diderkeve û dibêje: You do not have permission to edit this page, for the following reason:This page provides interface text for the software, and is protected to prevent abuse. Divê ez çibikim?—Gomada 17:22, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Tu dive ewilî pêshniyarekî bidî. Ghybu dizane chiwaye, wî ji xwe ji min re got. //George Animal// 15:25, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Deqîqekî bisekine.Ezê ji Gyhbu re bibêjim //George Animal// 15:26, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

:Tu dikarî li vir bixwazî. //George Animal// 15:33, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Tu divê tenê daxwaz bikî û binivsînî ku tu kîjan zimanê wergerînî//George Animal// 15:35, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Û têketin/loin pêwist e//George Animal// 15:36, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Li vir koda ziman = ji bo kurdî ku-latn e û tu kîjan zimanê bixwazî li ber I would like to help translating to... zêde bike.//George Animal// 15:42, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Temam?//George Animal//

  1. Têkeve
  2. Project:Translator (ajouter votre demande)
  3. Agadarî: [2], [3], [4]
--Ghybu 15:46, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Temam spas, min daxwazî şand.—Gomada 17:51, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Temam êdî naguherînim. Sedem çiye. Cuneytewrares 19:49, 31 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Sedem: Ne li gorî rêgeza wîkiya Kurdî ye.—Gomada 10:43, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Silav Gomada:) Çima pirrjimar baş nîne… (Û li vira jî: derketina→ Derketina). Gelek spas ji bo wergerîna te--Ghybu 22:21, 1 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê hêja. Min li wîkiyê meyzand û nedît ka ew peyva Kategorî li ku tê bikaranîn. Lê ez dixwazim ji te re çend mînakên rêzimana (gramer) Kurdî di derbarê wergera peyva Kategoriyê de bidim.Lewma belkî bibe bersiva pirsa te.

1. Heke peyv tenê weke sernavê were bikaranîn ,di Kurdî de ew nabe pirjimar. Ango di vir de hertim wê Kategorî be.

2. Heke di hevokê de hejmara peyvê were xwestin , dîsa pirjimar nabe. mînak "Di vir de 20 Kategorî hene.

Di derbarê wergera derketina... de. Min li gorî ya îngilîzî wergerand. Di wir de jî bi tîpa biçûk destpêkiribû. Heke tu karibî nîşan bidî ka ew peyva kategorî û derketina te ya ji the Wikimedia Foundation: li tê bikaranîn , ez jî dikarim lê binêrim û li gorî wê heke sererastkirin hewce be ezê bikim.—Gomada 11:25, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Dîsa silav, bnr. [5]. Ew mesaj li vira derdikevî (logout-progress û login-progress)--Ghybu 14:18, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Spas—Gomada 16:36, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Rojbaş Gomada, ez hêvîdar im ku tu baş bî. Gelek spas ji bo vî karê te yê hêja. Ev peyva ha Kategorî: çar sal e (?) ku dema te nivîsên xwe bi kategorî dinivîsandibûn di şûna Kategorî: de "Kategorîyan:" derdiket. Nuha baş derdikeve. Dema te xweş be û dîsa spas. --MikaelF 11:05, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Spas ji bo te jî hevalê hêja, bimîne di xweşiyê de.—Gomada 13:40, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Rûyê wikiya me[çavkaniyê biguhêre]

Silav qehreman Gomada,
tu chewanî? Gelo chima rûyê wikipedyame weka rûyê wikipediya elmanî/ frensî nabe? //George Animal// 16:18, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Slav hevalê hêja, spas ez başim hêvîdarim tu jî baş bê. Li min bibore, min mebesta te baş fêhm nekir. Tu dibe çima di rûpela destpêkê de bûyerên rojane û tiştên dî nînin an tu behsa hemû şêweyê wîkiyê dikê? —Gomada 21:10, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Min digot bêjim, chima nivîsa wikipediya me ne wisa rind e.Ez nizanim kîjan cure li vir tê bi kar anîn.//George Animal// 18:27, 4 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Copyright violations[çavkaniyê biguhêre]

All of these are disallowed images on this wiki. They do not give source, license, fair-use or other rationale. If such rationale is not given for each file with 7 days, I shall personally delete the lot. No WMF wiki is above the law! fr33kman 23:44, 4 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Alright, Im gonna check all of them.—Gomada 19:26, 5 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Silav Gomada! Kurtenavên vana (Extinct, Threatened,…) tu dizanî?--Ghybu 15:20, 10 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Min wergerandin binêre.—Gomada 17:59, 10 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Pîrozkirin û daxwazek[çavkaniyê biguhêre]

Min digot qey min admîntiya te pîroz kiriye, lê nekiriye. Nivşên nû dê xizmeta kesên wekî te yên bo ferhenga zanîna kurdî jibîr nekin, pîroz be. Min dît te rûpela xwe ya bikarhêneriyê çi rind xemilandiye, xwezî min jî bikaribûya. Îcar daxwaza min çiye.. Dixwazim lîsteyek bo xwarinên kurdî hebe û mirov bikaribe li wir gorî alfabetîkî navê xwarinan rêz bike. Bo mînak ez ê herim li wir Parêvê li bin tîpa "p" de tomar bikim. Di demekê fireh de xêra xwe dikarî çêbikî? Xebat xweş.. --Bablekan 12:33, 11 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Spas , û lêborîna xwe dixwazim ,ev demek bû ez neketibûm înternetê. Em dikarin şablonan ji bo pêjgehên gelan çêbikin. Lê pirseke min heye , em çawa xwarinan ji hev veqetînin? Mînak: şêranî , vexwartin.. lê yên din wê çawa werin dabeşkirin. Xwarinên bi goşt.. an jî bila yên Kurdî li gorî herêman werin dabeşkirin? Heke tu dikaribî bêhtir agahiyê bidî ezê kêfxweş bim. Hinek mînak: Şîranî, Hemû cure, an jî tiştekî wisa?Gomada 17:53, 19 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Kekê, wekî listeya dewletan ku yekê bixwaze xwarinên kurdî bi giştî bibîne, di awayê alfabetîkî de bibîne. Pirsgirêka kategorîkirinê, bi rastî jî hinekê dijwar e. Gorî herêman hîç nabe, barê me girantir dike. Lo nivşên kurdan li cihekê nemirine, ji ber serhildan, şer û komkujiyan. Te jî dîtiye, du gundên Kurdistanê car heye hevûdu nagirin. Min wisa safi kir, xwarin gorî taybetiyên wê kategorîze kir. Wîkîya alman bû alîkar. Xwarinên bigoşt, xwarinên sîr û mastê, xwarinên rûnbirêşkê, şîranî, xwarinên riz û savarê hwd. Hela em carê qeraseyê cîhana xwarinên kurdî derînin, mirov dikare paşê jî hin kategoriyan lê zêde bike. Keko çend pirtûk hene lê mixabin li cem min nînin. A Cemşîd Bender ûêd. Qaşo ji Tirkiyeyê yekê ji min re dişand nebû. Tu jî dizanî li Ewropa pirtûk biha ne û carnan nayên dîtin jî. Ew pirtûk werin, ez ê ji nû ve saz bikim hemiyan. Ew şablonên te nivîsiye gelek xweşik in. Wekî min berê jî gotibû, xwe aciz neke, di demekê fireh de. Lewra em hêj di mijara xwarinan de, di serî de ne. Xebat xweş.. --Bablekan 16:30, 19 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Privacy policy û pêşniyazkirina li Wikimedia ji bo guhertina navê ku.Wikipedia[çavkaniyê biguhêre]

Êvarbaş, tu çawan î? Du pirsyarên min hene:

  • Tu Privacy policy bi kurdî çawan dibêjî? Siyaseta taybetîtiyê dibe an na? Taybetîtî tê wateya privacy. An jî bila peyva îngilîzî bimîne.
  • Li Wikimedia daxwazeke guhertina navê Wikipedia kurdî bo Wikipedia kurmancî hebûye [6]. Bi dîtina min, divê Wîkîpediya bi kurdî (kurdî wekî makroziman û zimanê piraniya kurdaxêvan û roja îro bi tîpên latînî) hebe, ne du Wîkîpediyayên bi du zaravayên cuda. Ez ji van nîqaşan qet hez nakim, lê min hizra xwe gotiye û anha ezê berdim. Dibe ku ewqas giring jî nebe. Tu çi dibêjî? --MikaelF 17:50, 21 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş, zor spas , başim û hêvîdarim tu jî baş bî. Te berê nav weke parastina zanyariyan wergerandibû û bi ya min ew nav baş e. Ne hewceye em wergeran bi sedî sed weke îngilîzî an zimanên dî bikin. Ger em weke îngilzî bikin naxwe Rêgeza taybetîtiyê an jî Siyaseta taybetîtiyê dikare were bikaranîn. Di derbarê guhertina navê Wikipedia kurdî de agahiya min nîn bû. Lê bi ya min ne hewceye û divê navê KURDÎ were bikaranîn. Di gotina kesê ku xwesteka guhertinê kiriye de , Kirmanckî , Soranî û Kurmancî weke zaravayên Kurdî hatine nivîsandin lê heya mirovan dibe ku jê nîn be ku tîranên(admînên) wîkîpediya kirmanckî ji ya xwe pê ve tiştekî qebûl nakin û ew wîkîpediya ji xwe re kirine lîstik. Lewma ne pêwîst e em niha Kurdî ji holê rakin û tenê navê Kurmancî bikarbînin.—Gomada 20:20, 21 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Selete, kilor, kutilk, xwarinên rûnbirêşkê, xwarinên quşxaneyê, xwarinên ji riz û savarê (yan xwarinên riz û savarê), xwarinên ji çêjên deryayê, meze, xwarinên patîle û pîzayê, kate û yên din jî pêwîst in. Helbet xwe neêşîne, em hêj di serî de ne, wextê me heye. Herwiha ji bikarhêner Gybu re jî gelek sipas.. --Bablekan 08:25, 22 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Şablon bajar[çavkaniyê biguhêre]

Silav qehremanê me!,
tu dikarî ji kerema xwe re vê şablonê bi kar bînî?silavên germ//George Animal// 18:53, 29 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Slav , şablon ji hev in. Tenê agahiyên zêde ji bo bajarên Îranê nehatine bikaranîn. Ya rastî ev şablon ji bo sîstema îranê ne baş e. Jixwe ji bo her welatî şabloneke xweser hebe wê çêtir çêbe. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 21:08, 29 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Dîsa silav
min digot ku hinek agahî kevn in.Mînak:name_resmî bila bibe navê_fermîŞevxweş//George Animal// 20:15, 29 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Tu dikarî hienk lêkeran li rûpela min zêde bikî, eger ku dema dema ji bo vê hebe.Tu dikarî her roj 3-4 lêkeran lê zêde bikî.//George Animal// 20:22, 29 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Baş e, heke wextê min çêbibe , ezê nivîsim. Lê 10-15 rojan ezê nikaribim bikevim înternetê. Şevbaş —Gomada 23:25, 29 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Gomada, tu dikarî e-nameya xwe a yahoo. an jî facebook ê bidî min?silav//George Animal// 18:34, 30 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Min bi e-nameyê şand.—Gomada 21:02, 30 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas, qehreman Gomada.Şevxweş//George Animal// 19:12, 30 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Wergera nivîskên Bêstûnê[çavkaniyê biguhêre]

Hevalê hêja, shabash li te! Ev wergera nivîskên Bêstûnê karekî pir qenc e! Tu her bijî! --MikaelF 16:28, 7 rezber 2011 (UTC)

Spas, hêvîdarim ji hevalên dîrokhez re bibe çavkaniyek. Pêwîst e em tiştên di derbarê kurd û Kurdistanê de wergerînin, de mirovên me jî di derbarê dîroka bav û kalên xwe de tiştna fêr bibin. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 11:30, 9 rezber 2011 (UTC)

Çerxa Felekê[çavkaniyê biguhêre]

Silav kekê, min ji MîkaelF jî xwest bila nêrîna xwe bo sererastkirina nakokiyên bikaranîna çerxeyan, bêje. Min gorî zanîna xwe û mentiqê kurdan ên binavkirina tiştan, navên herêmî sererast kir. Çerxe, pêçke (berê lastîkên hundirê wan nepoxkirî nebûn, materyal dihate pêçandin), tot (an totik) û dolav ji hev veqetand. Tu jî binêre û nêrîna xwe bêje. Li vir mixabin ferheng û înstîtut jî kêm-zêde wisa bêjîn jî, nabin alîkar. Xebat xweş.. --Bablekan 14:09, 14 rezber 2011 (UTC)

Slav agahiya min di derbarê çerxeyan de pir nîne. Min li ferhenga li cem xwe meyzand. Tenê Pêçke û Teker bi heman wateyê hatine bikaranîn. Jixwe em mîna teker bikartînin. Min peyva Pêçke nizanîbû. Hêvîdarim , hevalê MikaelF alîkariya te bike. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 15:34, 14 rezber 2011 (UTC)

Pêşgir nîv-[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada,
tu dikarî vê pirsa min bersivînî?Pirsa min ev e:Peyvên bi pêşbendik nav- jihevqetî tên nivîsandin an jî bi hyphen tê nivîsandin?
Mînak:

Silav.//George Animal// 16:17, 14 rezber 2011 (UTC)

Slav te pirseke pir zor pirsiye :) Ez bixwe ne zimanzan im lê wekî ku mîn dîtiye, hinga peyveke nû bi peyva nîv hatiye çêkirin. Ew bihev ve hatine nivîsandin. Mînak: Nîv û Roj bûne nîvroj û wateyeke nû pêk hatiye. Lewma wexta peyva nîv bi peyveke dî re, peyveke nû çêbike ew bi hev re tên nivîsandin. Ez dikarim ji te re bi awayê mînakê binivîsim.
Ez nîv rojê li wir mam.
Ez dema nîvrojê li wir mam.

Min li ferhenga Zana Farqînî meyzand û li wir jî nîvgirav (ango peyveke nû hatiye bikaranîn) hatiye nivîsandin. Tu bi almanî dizanî, tu dikare heman tiştî di zimanê almanî de jî bibînî. Ji du sê peyvan peyveke nû pêk anîne. Lewma wan bi hev du re mîna peyveke tenê dinivîsin. Em dikarin ji hevalê MikaelF bipirsin, dibe ku ew baştir zanibe. Ez naxwazim zanyariyeke şaş bidime te.—Gomada 21:50, 14 rezber 2011 (UTC)

Hevalno, çima nîv-girav, nîv-tarî, bê-hêvî, dil-bi-kul û hwd? Navên normativ û rast nîvgirav, nîvtarî, bêhêvî, dilbikul in; bê xêzik binivîsin. George Animal, ma cem te Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî ya Zana Farqînî/Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ISBN 978-975-6282-41-0 tune ye? Alîkariyeke qenc e. silav --MikaelF 05:47, 16 rezber 2011 (UTC)
Silav hevalno, gelek spas ji bo bersivên girîng ên we.Na ferhenga Zana Farqînî li cem tine ye?Ez vê ji elmanî û herî zav ji inglîzî nas dikim.Mînak:Binnav-> bin-nav ji bor ku du n ser hev hene û ji vê sedemê ji bo hêsandina xwendinêrindtir e,(bi min).Silav//George Animal// 11:05, 16 rezber 2011 (UTC)

Xêra xwe beralî bike, min pirranî sarincok nivîsiye, lê li înternetê nêrî, navê dolaba bûzê sarinc nivîsîne, min jî gotar bi heman sernivîsê nivîsand: Sarinc. Xwedê ji te razî be.. --Bablekan 15:50, 16 rezber 2011 (UTC)

Çêbû , xebat xweş! —Gomada 19:04, 16 rezber 2011 (UTC)

Hinek înterwîkîyênli ser rûpela destpêkê ne rast in[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada, tu dikarî li vir binêrî û bersivekî bidî?Silav//George Animal// 15:05, 21 rezber 2011 (UTC)

Spas min guhertin. Lê çima te rûpela Kurte afirand? Ew peyv şaş e. —Gomada 18:25, 21 rezber 2011 (UTC)
Em nikarin Redirectê di Mediawikiyê de jî bikin beralîkirin?Mînak di wîkîya elmanî de her du varyante jî çêdibin.Mînak:an WEITERLEITUNG/Weiterleitung an jî REDIRECT/Redirect.//George Animal// 16:03, 21 rezber 2011 (UTC)

MediaWiki messages[çavkaniyê biguhêre]

Hello. I see that you are translating a lot of MediaWiki messages. Can you please translate them at translatewiki.org ? It will add the change not only for ku.wikipedia.org, but for every other projects of the WMF. If you need some clarification, feel free to contact me here. Thanks for your comprehension. -- Quentinv57 13:15, 24 rezber 2011 (UTC)

I also translate at translatewiki.org. but i should change most of them here, because there are mistakes, first i should correct translations of ku.wikipedia.org i would like to have more time to translate all. i need time to translate. thank you for attention.—Gomada 16:22, 24 rezber 2011 (UTC)
Yes, I understand that you need time to translate, of course. But you're translating it two times : the default MediaWiki messages of kuwikipedia are automatically imported from translatewiki.org. So what I was proposing you is to translate on translatewiki only, and then to wait and the changes will be made on ku.wikipedia (if the MediaWiki pages are not created here, else local pages will be used as translations). Do you understand ? -- Quentinv57 13:30, 24 rezber 2011 (UTC)
Thats good , i understand now. but I have tried to change them at translatewiki.org and when i looked at ku.wikipedia, i saw that nothing changed. thats why, i try to correct here. but, if translations will change soon, then its better.im bored to translate twice. :) btw ,i was writing question about this problem on your wikimedia page, but you are fast. :) Thank you so much :)—Gomada 16:38, 24 rezber 2011 (UTC)
You're welcome. I don't know how much time you need to wait, but I'm sure that changes are not instantaneous. This page may help you too ;-). Best regards -- Quentinv57 13:49, 24 rezber 2011 (UTC)

Pirsek derbarê gramera kurdî de[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada, gelo di zimanê kurdî de jî irregular verbs hene, an jî?//George Animal// 13:55, 24 rezber 2011 (UTC)

Erê heye: bûn, hebûn, vîn, …--Ghybu 14:00, 24 rezber 2011 (UTC)
Hengî tu bixwazî lêkerên bêrêzik (irregular verb) hene. :) Mînak: Hatin (verb) -->> Ez hatim , Ez têm , Ezê bêm/werim, Ez dihatim, Were:) Tu dikarî bibînî lêker (verb) çawa tê guhertin.—Gomada 17:10, 24 rezber 2011 (UTC)
Tu karî bêjî çend heb ji wan hene.100?150?//George Animal// 14:40, 24 rezber 2011 (UTC)
Min ne jimartine :) lê gelek in.—Gomada 17:45, 24 rezber 2011 (UTC)
Silav Gomada,
tişteke wisa, ev, ev, ev, [7],[8], [9] ji te re ne lazim e?Min şaş fêm neke, kurdiya te gelek rind e.Ev kanî bila alîkariyekî bide te.Silav û şevbaş--//George Animal// 19:36, 26 rezber 2011 (UTC)
Spas (: —Gomada 17:10, 27 rezber 2011 (UTC)
Silav û şevbaş Gomada,
I find it is better if we write only the people under the birth date etc...who already are linked to a entry in the Wîkîpediya...didn't you?Silav--//George Animal// 19:53, 27 rezber 2011 (UTC)
Tu vî karî ji min re bihêle. Ezê rûpelan çêkim. Dema me rûpela destpêkê guhert, tu dikarî her roj van agahiyan nû bike. Bila ew karê te be. Lê li bendê be heta ez rûpelan sererast bikim û bi Kurdî binivîse gundî! Tu dikare wisa kurdiya xwe bi pêş de bixî. (: Şev baş —Gomada 23:00, 27 rezber 2011 (UTC)
«tu dikarî her roj van agahiyan nû bike»: ne pêwîst e, xwe xwe diwî, otomatîk e:)--Ghybu 21:16, 27 rezber 2011 (UTC)
Naxwe pirr baş e (:—Gomada 12:20, 28 rezber 2011 (UTC)
Tu rast dibêjî, lê belê hinek kêmasiyê min di warê zimanê natîv de hene.:)--//George Animal// 20:08, 27 rezber 2011 (UTC)

Dîsa silav:) "Hefte 34'an" an "Hefte 34"?--Ghybu 18:45, 25 rezber 2011 (UTC)

"Hefte 34" dikare bimîne. Lê hinga te di hevokê de nivîsî bi awayê gramatîk "Hefteya 34'an" rast e.—Gomada 22:30, 25 rezber 2011 (UTC)

Destpêka Wîkîpediyayê[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada,
bi min 4-5 bûyer di ser rûpela destpêkê de bes in, an jî tu çi dibêjî?Silav--ζΞ∀Ω 08:59, 1 kewçêr 2011 (UTC)
Na wisa çêtir e. —Gomada 17:27, 1 kewçêr 2011 (UTC)

  • Ne pirsgirêk e: "Nûçe/25-09-2001" dîrokê (tarîxê) ku ew gotar hatiye nivîsandin e, ne dîroka nûçe ye… (Ew nûçe 25-09-2001'an hatiye nivisandin) Silav--Ghybu 16:23, 1 kewçêr 2011 (UTC)
Temam, ezê guherînim. Kengî wê rûpela destpêkê ya nû were bikaranîn? (: Hê zû ye? (: —Gomada 17:28, 1 kewçêr 2011 (UTC)
Min got ku "serûpel" (Nûçe/25-09-2001) bi wî şiklî ye, te pirr rind kir, sipas:)--Ghybu 16:50, 1 kewçêr 2011 (UTC)
Li qisûra min ne nêre, ema min va Destpêkê pirr hez nekir (nivîs biçûk e, pirr reng heye, ne tîpa nivîsa me ye (en:Typeface), …); bi min, em Destpêkê niha rind bikinê paşê jî Destpêkekî çêtir (û orjînal) çêkinê. Tu çi dibêjî? Hez dikî? Min bîrkir, gelek sipas bo gotarên ku te çêkir:)--Ghybu 18:54, 1 kewçêr 2011 (UTC)
Temam tu dikarî paşê Destpêka nû û orjînal çêkê. Lê em dikarin ji bo demekê ya nû bikarbînin. Guhertin rind e. :) Ez dibe ya nû ji ya kevn çêtir e. Em dikarin paşê ji hevalan jî bipirsin :) Lê divê tu wêneyê hefteyê li vir sererast bike. Ne mezin e. Biçûk xuya dike. Biguherîne û bike rûpela destpêkê. —Gomada 22:05, 1 kewçêr 2011 (UTC)

Birêz Gomada û Ghybu, gelek sipas ji bo karê we bi guhertina serrûpela Wîkiya me. Bi min gelek xweshik tê, orijînal e. Ji shêweyê berê gelek xweshiktir e! Tishtekî ku ez gelek diecibînim qutiya shêwezarên kurdî ye, ku her zaravayî rengê xwe heye. Wekî din, bi çalakiyên guhertina û berfirehkirina salnameyê jî, Wîkîpediya me dînamîktir dixuye. Ser xêrê be! Dîsa gelek sipas ji bo keda we. --MikaelF 06:22, 4 kewçêr 2011 (UTC)

Testên Ghybu jî balkêsh in. Bi ya min, divê em qutiya Hûn bi xêr hatin jî biguherînin, bila hindik moderntir bibe, wekî Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî yan esperanto.. Bila Wîkîpediya almanî modela me NEBE..:) silav --MikaelF 06:37, 4 kewçêr 2011 (UTC)
Erê bi vî awayî her roj agahiyên nû li ser destpêkê xuya dikin, ev ji bo mirovên serdana wîkî ya me dikin baş e. Lê divê ez hê 340 rûpelî biafirînim (: Ez bawerim Ghybu wê ji bo destpêkê şêweyekî baş amade bike. Ez dixwazim rûpel yek parçe be. Me destpêka niha parçe parçe bi hevdu ve kiriye. Lê Ghybu şêweyê yekpare amade dike. Hêdî hêdî wê rûpeleke rind derkeve holê. Herwiha hûn jî nêrînên xwe parve bikin wê baştir be. Slav! —Gomada 12:30, 4 kewçêr 2011 (UTC)

Silav Gomada. Li vira: "WH {{{1|dorbend}}}" => "subst:WH-Destpêk"
Bnr. madiawiki:Substitution, en:Substitution û {{WH-Destpêk}}
--Ghybu 09:41, 3 kewçêr 2011 (UTC)

Baş e, hinekî dereng çêbû, lê min fêhm kir, spas.(: Pirseke min heye. Ev wêne jixweber (otomatîk) tê guhertin, divê ez her hefte koda ("WH {{{1|dorbend}}}" => "subst:WH-Destpêk")
biguherim?—Gomada 12:47, 3 kewçêr 2011 (UTC)
Çima her hefte? Foramata "Guhertoya Destpêkê" (WH-Dp) wusa tê çêkirin (erê, otomatîk e)--Ghybu 09:57, 3 kewçêr 2011 (UTC)

Silav:) Tu dikarî va koda bikî vira… Sipas--Ghybu 20:12, 4 kewçêr 2011 (UTC)

Dîsa ez… Koda Destpêkê de pirsgirêk heye: Bikarhêner:Gomada/test 3Destpêk Sipas--Ghybu 14:32, 5 kewçêr 2011 (UTC)
Rast e, lê tu Google Chrome bikartînî? Di Chrome de wêneyê hefteyê li Bikarhêner:Gomada/test 3 ne rind xuya dike. Ew biçûk xuya dike. Tu dikarî bi Google Chrome , li rûpelê binêrî? —Gomada 17:45, 5 kewçêr 2011 (UTC)
Na, ez nikanim bikartînim, pergala xebitandinê min ne Microsoft Windows e…
Di vira da jî pirsgirêk heye?--Ghybu 15:19, 5 kewçêr 2011 (UTC)
Na li vir normal e. Lê li Bikarhêner:Gomada/test 3 ne normal e. Biçûk e û ne xweşik e. Ez çibikim? Biguherim?—Gomada 18:25, 5 kewçêr 2011 (UTC)
Çêbû? (Koda nû) Silav--Ghybu 08:37, 6 kewçêr 2011 (UTC)
Erê spas (: Min kodên destpêkê şeva dî guhertin.—Gomada 11:40, 6 kewçêr 2011 (UTC)
Va kodekî din e:)
PS: Va koda jî bike vira (Gotar → Destpêk; + iterwiki: Hemû ziman) Gelek sipas--Ghybu 08:59, 6 kewçêr 2011 (UTC)
Temam min lê zêde kir. Di paceya Bixêrhatinê de Dem/Dîrok jî hebe ne baştir e? —Gomada 12:07, 6 kewçêr 2011 (UTC)
Vitira rind e? Di Google Chrome de rind derdikevî? :)--Ghybu 10:42, 6 kewçêr 2011 (UTC)
Erê, zor spas (: —Gomada 14:10, 6 kewçêr 2011 (UTC)

Spas dikim ku min hişyarkirî. Kurdî yê min yê nivîsandin hinek kême. Ezê diqet bikim.

---Avanakapti 13:19, 9 kewçêr 2011 (UTC)avanakapti

Kategorî:Pirrjimar an yekjimar?[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada,
bila kategorî bi forma yekjimar an jî pirrjimar bin?Kategorî:nivîskarên/Nivîskarê kurd?Silav--ζΞ∀Ω 18:40, 10 kewçêr 2011 (UTC)
Kategorî:Nivîskarên kurd çêtir e. Ji ber ku , heke tu nivîskarê kurd binivîsî, ew ji ber mêran çêdibe û divê tu kategoriya Nivîskara kurd jî çêke ji bo jinan.—Gomada 22:00, 10 kewçêr 2011 (UTC)

Seninle tanışalım kardeş[çavkaniyê biguhêre]

kardeş seninle tanışmak ve fikir alışverişinde bulunmak istiyorum, en kısa zamanda senden cevap bekliyorum. Erdemaslancan

Karên botê[çavkaniyê biguhêre]

Silav. Bota me heye, te bîr kir:) tiştên vitira (sîstematîk) bot jî çêdike: xwe pirr me qefilî:)--Ghybu 19:17, 15 kewçêr 2011 (UTC)

Te rastî got, min ji bîr kiribû (: spas ji bo bibîrxistinê.—Gomada 22:23, 15 kewçêr 2011 (UTC)

Dîsa silav:) Şablon guherandin : Vana bîrmeke (Rûpelan, yê berve Şablon:Înformasyon tên) Bot çêkir:)--Ghybu 14:05, 18 kewçêr 2011 (UTC)

Gotarên bingehîn[çavkaniyê biguhêre]

Silav kekê, bi qasî zanîna xwe ez ê reqsên kurdî bixebitim. Wê salê min destpê kiribû, lê demekê dirêj dûrketim ji Wîkîpediyayê, wisa jî ma. Kekê divê em bi kesên di Wîkîpediya kurdî de li tishtekê digerin re empatî bikin. Ango di jiyana hevwelatiyeke kurd de, carnan çi agahî ji wan re lazim dibin. Carnan hevwelatiyên me hin tiştan di ferhengên online de nabînin. Min bala xwe dayê ku wîkiya me di hin babetan de xweş pêşketiye lê di gelek babetên ku di jiyana mirovan de pirr girîng in de, qels maye. Bo mînak me li ser kognîtîv psîkolojiyê nivîsiye lê tren, dansên kurdî, tenduristî, cilûberg ûêd paşguh kiriye. Em ê hêdî hêdî van babetên bingehîn bidawî bikin. Xebat xweş.. --Bablekan 09:13, 17 kewçêr 2011 (UTC)

Min ji xwe re foto-makîneyek biha kirî, qasho got ez ê bo wîkiya me wêneyên xwarinan ûêd bigirim. Chend wêne girt. Îcar nikarim li Cammonsê barbikim. Min xwe qeyd kir li wir. Dibêje "wêne lê bar dibe" ango bisekine, nîv saetê disekinim lêbarkirin bidawî nabe. Bi texmîna te ji chiye? Pîksela makîneya min (DSLR e jî) 16 ye. Ango gelo problem ji wê ye? Pirsa duyem, dixwazim di wêneyan de navên xwarinan jî bikarbînin, ango ew dê di wêneyê de dîtbar bin, gelo ev dibe, li normên wîkîpediyayê tê? Xebat xwesh.. --Bablekan 09:49, 21 kewçêr 2011 (UTC)
Slav, makîneya te li ser xêrê bê (: ya pêşî ne hewceye tu hesabekî din li commonsê jî çêkî. Hesabê te yê Bablekan dikare li hemû projeyên wîkîmedyayê werê bikaranîn. Ez dibê pirsgirêka te ya sekinandinê ji lezgîniya înterneta te ye. Nizanim wêneyekî te çend megabayt e. Lê duh min jî xwest wêneyekî 3-4 MB lê bar bikim. Ji ber ku dera ez niha lê, înternet ne xurt e. Hertim li serê dinivîse: Tê barkirin, saetek çû dîsa wisa ma. Min jî dev jê berda. Lê li mala me înternet xurt bû min jî bi awayekî normal bar dikirin. Pirsa di derbarê nav de. Tu dikarî pêşî li ser komputera xwe navê wêne biguherînî. Mînak: Min navê wêne kiriye "Kutilk(kurd-dish)" û wisa dikim ku bar bikim. Tu jî çi xwarin bê navê dikarê li gorî xwe binivîsê. Lê heke ji te re ne pirsgirêk bê, piştî navê kurdî di nav kevanê de (kurd-dish) binivîse de reklama kurdî werê kirin (: Dema te bar kir ez dikarim li hesabê te binêrim û alîkarî hewce bê ezê li wir alîkariya te bikim. Hesabê te bi navê Bablekan e? —Gomada 12:10, 21 kewçêr 2011 (UTC)
Gelek sipas bo xebat û alîkariya te bo têkûzkirina gotarên me. Kekê li malê pirr ewqas nikarim bikevim înternetê, gotarên xwe li kargehê bar dikim ku hêza înternetê bawer nakim hindik be. Ez ê wêneyan li malê bar bikim, lewra li kargehê derfeta barkirina wêneyan nîne. Li malê înterneta min 6000 e (nizanim pîvana wê chiye). Lê dibêjin heya 3000'î dikarim bikarbînim, lewra avahiyê ez tê de me pirr kevn e, xeta kolanê têr nake (xelk wisa dibêjin nizanim rast e yan henek e). Ez ê li malê bi megabayta wêneyan binêrim. PC´ya min jî nû ye, min ew jî nû kiriye. Heger wisa dereng bar bibin, kêfa mirov namîne. Erê navê min li wir jî Bablekan e. Ez ê wekî te got navê wêneyan lê bikim. Min di hin wêneyan da li ber xwarinê li ser kaxezekê navê xwarinê jî nivîsî û bi hev re kişand, ango di wêneyê bi xwe de navê kurdî heye. Min got hinek kopî bikin, bila bi tevî navê kurdî be. Niyeta min heye 1000 xwarinan binivîsînim, bila xelk jê sûdê bigirin. Sipas ji te re kekê.. --Bablekan 10:52, 21 kewçêr 2011 (UTC)
Baş e, wê çaxê ez dibê qey pirsgirêk wê çareser bibe. Nivîsandina navan (di wêne bi xwe de) jî baş e. Wekî te got , dema hate kopîkirin wê dîsa navê kurdî li ser bê. 1000 wêne wê bibe arşîveke baş (: Hêvîdarim pirsgirêk ne derkeve û tu wan karibî bar bikî.—Gomada 13:08, 21 kewçêr 2011 (UTC)

bana bulaşma[çavkaniyê biguhêre]

her kimsin bilimiyorum ama bana bulaşma,
Te kiye, mı berde, te xo bışole
mı mevey bewni kardi xo
dont Follow me, ok? Erdemaslancan

No turkish on my page! Ez nahêlim yekî weke te kirmanckî xera bike! Dawiya te û Mirzali nêzîk e. Ezê hêlim ew jî ji rêvebertiyê werê dûrxistin.—Gomada 16:40, 21 kewçêr 2011 (UTC)
hewal te kırdki rê şıxole, ez ji zazaki rê, Dawiya te, te re, Dawiya me, me rê Erdemaslancan
Min gotina xwe ya dawî ji te re got, ez nahêlim tu bi mêjiyê tirkî kirmanckî xera bikî! Min dît te çawa wîkîpediya dimilkî li nav hev xist. Lewma tu ne li pey pêşketina kirmanckî yî. Tu bes li pey propagandayê yî û dixwazî kurdan ji hev veqetînî.—Gomada 22:22, 21 kewçêr 2011 (UTC)

Xelata Nobel ya fîzîkê an jî Xelara Nobelê a fîzîkê[çavkaniyê biguhêre]

Silav Gomada!
Kîja varyante rindtir e?Silav--ζΞ∀Ω 16:11, 27 kewçêr 2011 (UTC)
Slav, li gorî rêzimana kurdî Xelata Nobelê ya Fîzîkê rast e. —Gomada 18:15, 27 kewçêr 2011 (UTC)
PS: Te got ku ez divê kategorî:Xelata Nobelê jê derxim, lê blê em dikarin Kategorî:Xelatgirên Nobelê, tu çi dêjî?--ζΞ∀Ω

Silav Gomada, tu dikarî li vira da guhertoya IP'ê jê bibî:) Spas--Ghybu 14:46, 30 kewçêr 2011 (UTC)

Çêbû!—Gomada 15:55, 30 kewçêr 2011 (UTC)