Gotûbêja bikarhêner:Hok'ta

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şablonên pirsgirêkên rêziman û rastnivîsê[çavkaniyê biguhêre]

Merheba Cryptoyê berê Hok'tayê nû :). Bibexşîne min ji bîr kir di binê nameya xwe ya li ser mihara "ne rind kurdî" de navê xwe binivsînim. Tiştê tu dibêje raste lê wisa bifikire, gava te ji bona rûpelekê got "kurdî ya wê ne serrast e" dikare bê wateya ku "naveroka nivîsê ne rast e" jî, ji ber vê yekê ez bawer dikim, yanê gorî ramana min "ne baş" çêtir e.

Bikarhêner_Luqman

Hevalê birêz, wellehîn ez wisa bawer nakim. Dema tu bibêjî, “kurdiya vê ne serrast e”, “an kurdiya wî ne baş e”, wê ti kes bawer ne ke, ku tu behsa naverokê dikî. Herkesê bizan be, ku tu behsa rêziman û rastnivîsê dikî.

Ji ber ku, tu dibêjî "kurdiya wê" ne serrast e an ne baş e, û ne naveroka wî, ne wisa? Axaftina min û te jî ew e, ku em biryarekî li ser bidin û derxin holê, gelo kîjan bêje "rind", "baş" an "serrast" dikare cîhê xwe di wî warî de bigire. Bi min ew "serrast" e.

Tişteka din jî ew e, ku tu ji kesekî re bibêjî “kurdiya te ne baş e“, dibe ku, dilê wî bişke. Lê em bibêjin “di nivîsê de kêşe hene”, wê kes dilê xwe neke.

Bi min şablona rêziman wiha be, baş e: Di vî gotarî de pirsgirekên rêziman hene.

Bi min şablona rastnivîsê wiha be, baş e: Di vî gotarî de pirsgirekên rastnivîsê hene.

Silav û Hurmet --Hok'ta


Baş e Heval, bi rastî jî fikra te ya "Di vî gotarî de pirsgirekên rastnivîsê hene" gellekî baş e. Ez bawer dikim ev Şablon dê tam cihê xwe bigre. Slav û hurmet luqman

Merheba bira,

te di gotara kompûter de, xêvjimêr guheriye û kiriye xwejimêr. Ez bi xwe ne alîgir im mirov vî navê eceb binivîse. Lê weke navekî Kurmancî di ferhengan de navê Xêvjimêr heye. Gelo tu dikarî îsbata Kurdîbûna navê ku tenivîsiye bînî? Ji ber ku li gorî Kurmanciye Xwejimêr wateya Kompûter nade, Xêv jî di Kurmancî de bi maneya bîr tê bikaranîn. Ji ber vê yekê ezê niha sererastkirina te paşve vegerînim. Ger tu îsbatekê bînî, hingê tu dikarî helbet guherandina xwe dîsa pêk bînî. Xebat xweş û ji dewlemendkirina Ensîklopediya xwe dûr nekeve.

Silêman

  Lo her kes tiştekî ji "xêva" xwe derdixe. Min got "ez jî wisa bikim". Ma ez ne meriv im ;-)
  Henek li alîkî, bira ez bixwe jî nizanim ew peyva "xwejimêr" ji ku hat. Lê ez bawer dikim ku carekî
  kesekî ji min re behsa "xêvjimêr"ê kir û min jî ji q...ê ve fêm kir. Ma ez çizanim "xêv" çiye. Wî got
  "xêv", min jî got "welle vî dixwast bibêje xwe, nikari bû." Min tawanbar neke heval. Ew ji Qonyayê bû.
  ;-)
   --Hok'ta

Gotarên vala[çavkaniyê biguhêre]

Rast e, gotarên tijî baştir in. Lê gotarên biçûk dikarin bibin mezintir, ne pirsgirêk e. Tu çi pêşniyar dikî? Em yên biçuk jê bibim? --Erdal Ronahi 23:43, 3 rezber 2006 (UTC)

Ji xwe ne wusa ye? Her kes çi bizane, wê dinivîse. --Erdal Ronahi 00:01, 4 rezber 2006 (UTC)


Merheba hok'ta, Te bi Erdal re nîqaşek gotarên vala kiriye. Min baş famnekir tu bahsa kîjan gotaran dikî. Heger lîsteyek gotarên vala hebe em çend kes dikarin li nav hev par bikin û binivisînin. Lê ji ber ku ez di wikipediya de nû me ez nizanim wan çawa bibînim. Tu çi pêşniyar dikî? --Seyduna 18:10, 4 rezber 2006 (UTC)

Hevalo, derengketina bersîvê biborîne. Gotina min ew e, ku agahiyên di gotaran de hatine nivîsandin kêm in. Bi rastî ne vala ne, lê tenê ji rêzek an dudan pêk hatine. Ez dixwazim gotar, dema nû hatin destpêkirin, bila serrast ava bin. Ji bo vê, beriya avakirina gotarên nû, bila bikarhêner bi hev re danûstandina agahiyê bikin. Pişt re bila hin bikarhinêr, ên ku dikarin li ser van gotaran lêkolin, erka çêkirina van gotarên nû hildin ser xwe û vî pêk bînin.

Silav û Hurmet --Hok'ta

Nav guherandin[çavkaniyê biguhêre]

Merheba, tu dikarî navan biguherînî. Lê belê, lînkên şîn wusa dibin sor. Gotara Xudanê xelekan hebû, lê Mîrê gustilan tuneye. Ev wusa nabe. --Erdal Ronahi 14:09, 7 kewçêr 2006 (UTC)

Temam, çêbû, spas. --Erdal Ronahi 14:12, 7 kewçêr 2006 (UTC)

= Wikipediya Tirkî de Proje yê Kurdîstan[çavkaniyê biguhêre]

Silav û rêz, em Kurdê Bakurê Kurdîstanê, der heqa dîrok,gramer û zîmanö xwe de gelek kêm in. Li Bakurê Kurdîstanê, gelê Kurd derbas ê salan de hatîn e bişavtî û asîmîle bûn e. Lewma zîmanê xwe û gramera Kurdî de zehf kemasîya wan heye. Lı Wikipediya yê Tirkî de mijarê Kurda de gelek kêmasî heye.Em li Wîkîpedîya yê Tirkî de li ser wê pirsgirêkî projekî Kurda ava kirin hûn ji dikarîn bikevîn û em hevre wê projeyê pêşvebidin.--Vladdracotepeş

  • İyi günler, İyi Vikiler. Türkçe Vikipedide yer alan Kürtler hakkında kısıtlı bilgi ve eksiklikler nedeniyle katkı sunmak amacıyla oluşturduğumuz Vikiproje Kürdistan'a davetlisiniz. Türkiye sınırları içinde yaşayan, Kürtler'in çoğunun kendi dilini ve gramerini bilmemesi sebebiyle Kürtçe vikipediye katılımın az olduğu aşikardır. Bu durum, Türkçe vikipedi de katkıların eksik kalmasına sebep olmaktadır. Lakin günümüzde bir çok Kürt, Türkçe konuşuyor ve Türkçe okuyor. Bu noktada Türkçe Vikipedi dahilinde projemize katkı sunmak ve bu eksikliklerin giderilmesini isterseniz bize katılabilirsiniz. Vladdracotepeş