Gotûbêja bikarhêner:Mihemed Mêhdî nêcîrvan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.



           QANTON A ŞİNGALÊ

Ev pêşketinên dawî, rûpoşên hinek sazîyan xist û rûyê wan yê qirêj derxist holê.

Qaşo ew patîyên Kurdistanê rûyê xwe yê xayin û neyarê Kurdistanê bi awayekî berbiçav derxist holê.

Ev partî û endamên wan, li Şingalê bi dused kesên kurtêlxur û cahil qanton avakirin.

Bi vê helwestê kirêt, dixwazin ku Kurdistana federe biçûk bikin û bi destxistiyên wê têk bibin.

Ev kesana dibêjin: “li pey qantona Şengalê, emê qantonên Kerkuk û Silêmanîyê jî avabikin. Ev bê guman îxanet e.

Li Şengalê, ji xwe reveberîyek ku hatiye hilbijartin hey e. Qaymeqam, şaredar, serokê polîs, parlemanter û peşmerge henin. Vana him asayî, him rewa û him jî hatinin pejirandin.

Biçûk kirina Kurdistanê ji xayintîyê pêve ne tiştekî din e. Tew qetandina Kerkûkê ji Kurdistanê,

tunekirina Kurd û Kurdistanê ye. Bi deh hezaran cangorî, ji bo Kerkûkê şehîd ketine.

Qaşo rêveber derdikevin ser tv`yan û dibêjin Kerkûk ne Kurdistan e, bila Kerkûk mîna Qudsê be. Ev xayîn baş dizanin ku Kurdistan bê Kerkûk jîndar nabe.

Ji bo Kurdistanê tune bikin, bi awakî eşkere û rêxistinî kardikin. Hinek derdor jî mîna mirîdê di gunehê şêxê xwede keramet bibine, ji vê helwestê jî dixwazin keramet bibînin.

Ev kes û partîya wan doh jî xayin bûn û îroj jî xayin e. Doh jî bi hezaran xortên Kurd kuştin û dan kuştin. îroj jî bi hezaran xortên kurda didin kuştin ji bo tiştên beradayî û bê fêde.

Qaşo “Qantona Cizîrê” hey e. Leşkerên Esed li Qamişlo, li kolanan lêpelîn û lêpirsînê dikin. Li Hesekê xortan dikujin; war û taxan ji rêveberîya qantonê distînin.

`Rêveberîya xweser`, bê destûra rejime, nikare nasnameya kesekî bidê. Ka qanton, ka xweserîya demokratîk, ka reveberî!!?

Ev kes û sazî, ji bo daxwaz û berjewendîyên kurdan têk bibin, ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve hatine şîretkirin û damezrandin. Dewletên dagirker ku bê mecal bibin, wê vana bikin hêzên asayîşê. Evana jî mîna doh li Amûdê kirin, wê kesên kurdperwer bikujin.

Ji nuha ve, divê hemû kes, sazî, partî, rewşenbir û sîyasetmedarên serbixwe, kurd û Kurdistan perwer li hember vana bi tundî têbikoşin. Wan şermezar bikin, rexne bikin, Ji bo dijminahîya kurd û Kurdistanê ji wan re li çepikan nexin.

Mixabin vana her ku dijminahîya niştiman û netewa kurd dikin, behtir di partî û sazîyên xwe de bilind dibin û pêşve dikevin…


Di çapemenî û tv`yên xwe de, vana her roj bîst û çar demjimêr dijminahiya kurd û Kurdistanê dikin. Ziman, çand û taybetmendîyên gele kurd dirûxînin. Hemû nirxên kurdewarî pûç dikin…

Ev sazî, ji bo van tiştên vala û beradayî, nêzî heftê hezar kesên kurd bi kuştin dan. 4-5 hezar gundên kurdan dan valakirin û gel dan koçberkirin. Xwezaya Kurdistanê dan xerabkirin. Ked, dem, hêvî û hestên netewî têkbirin.

Bi hezaran kesên kurd di zîndanan de bi eşkence jîyana xwe ji dest dan. Doza kurd, bi terorê binav bû. Jibo çi? Gelo ev tev ji bo `xweserîya demoqratîk` bû!!!

Ji bo demoqrasîyê, ji bo xwesrîya demoqratîk, ma hewce dikir ku van bobelat û rûxandinan bibaya?!

Hewce nedikir ku pozê kesekî jî xwîn biba û têketa 

zîndanê.

Ev cangorîyên ji bo azadîya Kurdistanê canê xwe dane; wê bi sukura we bigrin û hesabê îxaneta we ji we pirsbikin!..

Ji îxaneta xwe, rojek berî rojekê vegerin. Wan qaşo reveberên xwe yên karmendên neyaran, ji neyaran re bihelin. Bila li wan pîroz be…

Vegerin ser rêya Kurdistanê, ser rêya kurdewarîyê. Jibo azadî û serxwebûnê têbikoşin. Qanton, `xwesrîya demoqratîk`, `biratiya gelan` wd. helwestên pûç, vala û lingê wan li hewa ye. Dagirkerên Kurdistan û hevalbendên wan, ji xwe kurdan mîna mirov qebûl

nakin.

Li ser rêça Kurdistana serbixwe, bi hestên netewî, tekoşînek bi yekîtî xelasî û hêvî ye.

Helwestên gel rêdide, hêvîyek mezin bi mero re çêdike. Gava ku pêşmerge çûn Kobanê, hezkirin û peşwazîya gel ku li pêş wan kir, hêvîyê mero xurttir dike.

Li Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Wêraşar, bi sed hezaran kes daketin kolanan û hezkirinek mezin pêş peşmerge kirin.

Ev dide xwanêkirin ku gel ne li pey îxanetê ye. Gel, gava ku hêz û rastîyê bibine, wê ji pey vana vegere…

Kurdistan, ji bîr nekin ku li Rojhilatanavîn e. Li vê heremê demoqrasî, edalet, mafê mirovan, morovahî, wekhevî, musulmanî, sosyalistî û wd peyda nabin.

Bi van neyarên Kurda re wekhevî, demoqrasî, `xweserîya demoqratîk`, biratiya gelan ne mumkin e.

Netewa Kurd, gelekî bi sebir, bi wefa û qedirşinas e. Lê ku hat û berê xwe guherî, wan qaşo serok û rêberan wê bike ku kuçik ji dest wan nan nexwe!..

Divê her kes xwedîyê îrada xwe be. Li welatê xwe xwedî derkeve. Ji armanca xwe derbas nebe…

Rêber û serok heta ku ji armancê re, yanî ji welat re xizmetkar be, rêber û serok e. Ku ji vê rêyê derket netiştek e…

Ew kesên ku dibêjin “em dewletek Kurd naxwazin”, gelo derkevin dervî welat, wê bi paseporta kîjan dewletê derkevin?

Ji zû ve vana dersek mezin heq kirine: ji pey wan vegerin, ji xwedîyê wan re, wan bi tenê bihêlin!..