Gotûbêja kategoriyê:Cil

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

KİRAS û FÎSTAN jinên kurd rojên taybet yên wekî dîlan û nîşanan de kincên bi reng û nexşên cuda hatine dirûtin li xwe dikin.Van kincan re aliyê Colemergê û derdorê wê de dibêjin kiras û fîstan.Kiras û fîstan bi du qumaşên cuda tê çêkirin.Kinca ku bi navê "kiras" tê bi nav kirin bi milên dirêj û rengên xwerû tê amadekirin ya ku bi navê fîstan tè zanîn û bi qumaşên hêja tê dirûtin jî bi çengên xemilî û rengîn tê amade kirin.Li ser dêreyê hûndir tê li xwe kirin.Ev kinca ku ji aliyê pêşiyê ve bi bişkokî ve tê pevxistin ji ser ve jî bi şûtikekî zêr an jî zîvekî tê xemilandin. Ev cilên bi qumaşên gêş tê çêkirin ji aliyê keçên cîwan ve tên li xwe kirin û ji aliyê jinên pîr ve jî cilên zêdetir xwerû tên daxwaz kirin.