Gotûbêja kategoriyê:Nivîskarên kurd

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  • Kategorî ser çi ye? Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in an jî nivîskarên ku bi zimanê kurdî dinivîsin? Yaşar Kemal nivîskarekî tirk an kurd e (eslê xwe kurd û bi tirkî dinivîsînî)?
  • Kategorî:Nivîskarên kurdî pêwîst e?--Ghybu (gotûbêj) 16:51, 23 berfanbar 2012 (UTC)

Nvîskarekê kurde nvîsîn ne merce regez merce. Regeza wî zelamê kurdîye ji ber hendê pêdvî dket ku ji lîsta nvîskarên kurdî dabnirêt.--Ferxwaz (gotûbêj) 17:12, 23 berfanbar 2012 (UTC)

Bi nihêrîna min, Yashar Kemal nivîskarekî tirk e, berhem û zimanê wî yê edebî tirkî ne, û pertûkên wî tên wergerandin bo zimanên din, wekî îngilîzî û kurdî! Kategoriyên wî ev in: Kategorî:Nivîskarên tirk û Kategorî:Kurd in. Bingeh-Kurd ne gerek e, ne Nivîskarên kurdî... --MikaelF (gotûbêj) 17:29, 23 berfanbar 2012 (UTC)
Heke kesek Kurd be û Kurdî jî binivîse → Category:Kurdish writers (Kategoriyê:Nivîskarên kurd)
Heke kesek Kurd nebe lê Kurdî binivîse → Category:Kurdish-language writers. JKXR Category:Kurdish-language writers çê bikin, pirr spas.--ÇalakГотубеж 14:45, 30 berfanbar 2012 (UTC)
Silav ji we re, pêwîst e, em kategoriyan ji hev cuda bikin. Pêşniyara min: Kategorî:Nivîskarên zimanê kurdî, Kategorî:Nivîskarên zimanê tirkî hwd. an jî Kategorî:Nivîskarên kurdînivîs? Pêşniyara Ghybu jî kurt û rind e. Lewma kategoriyên weke, nivîskarên kurd têrê nakin. Ji xwe hevalê Çalak jî nimûneyên îngilîzî parve kirine.Xx—Gomadapeyam 14:52, 30 berfanbar 2012 (UTC)