Gotinên pêşiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.

Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê ya nivîsandî:Canê Elî

Lîsteya gotinên pêşiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ji gayê bor re hincet fîtik e.
  • Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne.
  • Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin.
  • Dema mirov kal dibe, zarok tilîkan davêjin mirov.
  • Ker bi ku ve here jî ker e.
  • Şîrê kerê encax dehşekê mezin dike.
  • Mirov pîvazê nexwe bêhn ji devê mirov nayê.
  • Şîreta kerê palasa wî ye.
  • Bi fisan çarşef boyax nabe.
  • Bi tirr û fisan hundir germ nabe.
  • Hêter çi qas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hev bin.
  • Dijminê bavan nabin dostê lawan.
  • Dostê bavan nabin dijminê lawan.
  • Rih dibe bihost, dijmin nabe dost.
  • Mala bavê meydan e mala xezûr zindan e.
  • Kûsi miskê naxwe.
  • Mêr çol e jin gol e.
  • Ne bihara dûbihar, ne jî pîra diranzêr û guh bi guhar.
  • Seg (kûçik) goştê seg naxwe.
  • Nokê rabû li kokê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Gotinên pêşiyan heye.
  • Şahidê rovî dêla rovî ye.
  • Dims bi sebrê nabe helaw.
  • Dema seydê gûyê tajî tê.
  • Çavê li deriyan xwelî li seriyan.
  • Dengê defê ji dûr ve xweş tê.
  • Menêre li bejnê, binihêre li vînê.
  • Nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew.
  • Here ba wî yê te bigrine, meçe ba yê te bikenîne.
  • Gişkê neda ber nîskê.
  • Dinya bi dor e, sire tê gahay bor e.
  • Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye.
  • Deriyê xwe bigir cîranê xwe meke diz.
  • Destê xebitî li ser zikê têr e.
  • Destiyê bivir ne ji darê be dar nakeve.
  • Dev dixwe rû fedî dike.
  • Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in.
  • Dê û dotê şer kirin, bêaqilan bawer kirin.
  • Dibêjin tu li rê, qeda û bela li rê.
  • Dilê şivên bixwaze dikare ji nêrî şîr derxe.
  • Dilê tirsonek sîng û berên gewr nabîne.
  • Dinya gul e, bêhn bike û bide hevalê xwe.
  • Dinya li dinyê, çavên gur li mîhê.
  • Ku dît ez im, ku nedît diz im.
  • Ku dijminê te gêrîk be jî hesabê xwe bike.
  • Dûr bi nûr e.
  • Eger xêr bê welatekiwê bigihije hemî cihê welât.
  • Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe.
  • Eyarê bênamûsa firehe.
  • Ez çi dibêjim bilûra mi çi dibêje.
  • Ez ezim tu tuye.
  • Ez hêdi dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela.
  • Ê dizya hingiv bike wê mêş pêvedin.
  • Ê jinê berde li paniyê nanêre.
  • Ê ne di şerde be şêre.
  • Ê rabe cihê wi, ê bimre jina wi dimine.
  • Êş hat Şam'ê, ecelhati mirin.
  • Fala qereçiya lihev derdikeve.
  • Feqir çûn xwe daliqinin ditin ku dewlemend li ba dibin.
  • Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana.
  • Giha dibin kevirde namine.
  • Gotna rast bi mirov ne xweş tê.
  • Gul ew gul bû baran ji lê hat şil bû.
  • Gur dikujin qijak dixun.
  • Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket.
  • Hechecikê silava li hecêk.
  • Hemi çêlek tên dotin, hemi gotin nayên gotin. -
  • Hem ji dêrê bû hem ji ji mizgeftê.
  • Hem serê xwe dişkine hem ji xercê xwe dide.
  • Here miletan, bigre adetan.
  • Her giha li ser koka xwe şin tê.
  • Her kezizerek simbêlsorek li himbere.
  • Her tişt ji ziravi mirov ji stûri diqete.
  • Heta mi xwe naskir mal li xwe xelas kir.
  • Hevalê bêje "heval heval" mede dû.
  • Heyfa ciwaniyê pîrî li pêye.
  • Heywana tu bigerinî wê erzan bibe.
  • Hin dikin, hin dixon.
  • Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye.
  • Hûrik hûrik dagir tûrik.
  • Ji hirçkê du eyar dernayê.
  • Jin kelehe mêr girtiye.
  • Ji pira pir diçe ji hindika hindik.
  • Ji rovi fenektir tune ji eyarê wi pirtir tune.
  • Ji xelkêre masigiro ji xwere kwêsigiro.
  • Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê.
  • Karê ne ji mire bayê wê di ser mire.
  • Keçkê bêbav çiyayê bêav.
  • Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe weris ji diqete.
  • Kerê miri ji gur natirse.
  • Kes nakeve gora kesi.
  • Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake.
  • Kumê rasta tim qetyayiye.
  • Kurmê şiri heta piri.
  • Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve.
  • Kûçik ji kê bitirse bi wi ali direye.
  • Lê kaliyê lê koriyê; mirin çêtireji feqiriyê.
  • Li bejnê neri bi zêra kirî, laçek rakir kertkê guri.
  • Li kerê mirî digere ku nala jêke.
  • Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye.
  • Malê axê diçe canê xulêm dêşe.
  • Malê çamêrki û xesiski wek hev dire.
  • Mal li ser malê nabe.
  • Mal mala teye lê bi alyê firaxa nere.
  • Meger li newala nebin xeyala.
  • Mêja Kurmanca ne ibadete, adete.
  • Mêrê qels du cara şer dixwaze.
  • Mirin mirine xirexir çiye?
  • Mirişka bigere wê lingê wê bi zelq be.
  • Mirov bi carkê qûnek nabe.
  • Mirov xwe bi destê xwe ne xurine xura mirov naşkê.
  • Nabêjin kê kir; dibêjin kê got.
  • Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye.
  • Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir.
  • Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabiyê bin.
  • Ne fene, ev çi dar û bene?
  • Ne xwar ne da hevala, geni kir avêt newala.
  • Nivişta bê tişt, xwedyê xwe kuşt.
  • Pisik ne li male mişk Evdirrehman'e.
  • Pivaz, çi sor çi sipi.
  • Qantir nazê xwê şin nayê.
  • Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş.
  • Qûna wê qûna mirişkêye hêkê qaza dike.
  • Reng rengin, sor bi dengin.
  • Rûyê reş ne hewci teniyêye.
  • Serê du berana di beroşkêde nakela.
  • Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano.
  • Simbêl bi pisika ji heye.
  • Şahdê rovi terya wiye.
  • Şeb û şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir.
  • Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire.
  • Şeva reş keleha mêraye.
  • Şeytên gotiye "ê li xwe bi heyire ez di winim.
  • Şêr şêre; çi jine çi mêre.
  • Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê.
  • Şûr kalanê xwe nabire.
  • Ta bi ta dibe rih.
  • Taji bi zorê nare nêçirê.
  • Teyrê ku goşt dixwun nikilxwarin.
  • Timayi birakuje.
  • Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra.
  • Tîr bikî dan diçe,rohn bikî nan diçe
  • Tu bi hiriba tê li nav keri ba.
  • Tu cehnemê nebini buhuşt bi te xweş nabe.
  • Tu çi têxi kewarê wê ew bê xwarê.
  • War ew ware lê bihar ne ew bihare.
  • Wê ev hevira hin gelek avê hiline.
  • Xeber çekê jinêye.
  • Xeta xwar ji gayê pire.
  • Xwedê ji yekire xera bike diranê wi di pelûlê de dişkê.
  • Xwedyê xêra dibe evdalê ber dêra.
  • Xwestek û kodik bi şûnde?
  • Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike.
  • Ya nare aş ya ji dire aşvan dikuje.
  • Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihiva bi xwedi bikra.
  • Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere.
  • Zimanê dirêj darkukê serê xwedyê xwe ye.
  • Zor gêzerê radike.
  • Çikas ser saxbe ewkas kûn we nenera bibîne

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]