Gulaş

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cureyeke gulaşa macaran
Gulaşa çekan a bi goştê dewaran
Şorbeya gulaşê
Cureyeke gulaşa polonan

Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.

Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê macarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Macaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.

Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Macaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Cureyên sereke yên gulaşê

[biguherîne] Gulyás

Gulyás cure şorbeyeke macarî ye.

[biguherîne] Gulaşa dîzê (dîzil)

Bi macarî jê re Bográcsgulyás dibêjin. Di pîrozvahiyan te gelek tê xwarin. Xwê, biharat, sîr, kîmyon, îsota tûj (a pûlpelî) tehma xwe dide xwarinê.

[biguherîne] Gulaşa loviyê

Xwarineke macarî ye, quşxaneyî ye. Lovî lê tê zêdekirin. Wekî terîfeya ya bi sêvaxînê ye, bes ji dêl wê lovî tê tevlîkirin.

[biguherîne] Gulaşa sêvaxînê

Ji sêvaxînê (sêva binerdî) ye.

[biguherîne] Pörkölt

Pörkölt nêzîkê Gulyásê ye.

[biguherîne] Esterházygulaş

Silka zer, gizêr, kartolê xwêkirî lê tê zêdekirin, ji goştê dewarê, pirranî ji yê berazê tê çêkirin.

[biguherîne] Gulaşên goştê dewarê

Fiakergulasch, bi sosîs, hêk û kufteyê tê servîskirin

Gelek cureyên wê hene. Bi taybetî li Almanya û rojhilatê Ewropayê bi dehan cureyên ji goştê dewarê tên xwarin.

Li Almanyayê:

[biguherîne] Szegediner Gulasch

Gulaşa Szegedinerî ya bi gilûlikan

Jê re herwiha gulaşa biharatî jî dibêjin. Wekî cureyên klasîk tê amadekirin.

[biguherîne] Gulaşa Debreczinerî

Ji sosîsa Debrecziner-Wurstê tê amadekirin.

[biguherîne] Gulaşa golikê

Pîvaz û tîkegoşt heya zerayî pê ket tên biraştin. Beriya wê divê goşt bê biharatkirin û xwêkirin. Ard (arvan) pê tê werkirin. Piştre tê kelandin.

[biguherîne] Gulaşa çîganan

Ji goştê dewarê yan berazê ye. Fringî (tomatos, bacanê sor) dikevê, herwiha kartol jî. Çima jê re ya çîganan gotine, nayê zanîn. Dibe ku bingeha vê xwarinê heya Hindistanê dûr be.

[biguherîne] Paprikás

Versiyoneke Pörkölt a macarî ye. Bi biharatên tûj (no) tê çêjdarkirin, lewra jî jê re paprîkayî-îsotî gotine.

[biguherîne] Gulaşa sosîs an beniyê

Li Almanyayê jê re Wurstgulasch dibêjin ku pirranî li herêmên berê yên DDRê tê xwarin. Merge, ketçap jî tê tevlîkirin. Pirranî bi meqarneyê tê servîskirin.

[biguherîne] Çavkanî

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din