Gulava Çemçemalê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gulava Çemçemalê, gulava sereke ya başûrê Kurdistanê ye. Li hin devaran biharbêhnan lê zêde yan kêm dikin, lê standarda gulava herêmên Soranan ev e.

Berkeliya gulava Çemçemalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 lt av
  • 1 lîmon
  • 1/2 kg şekir
  • 200 gr pelên gulê (ne hûrkirî, sade)

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema av keliya, pelan berdin navê. Heger quşxaneya we ji misê (paxir, sifir) be baştir dibe. Bi qasî 9-10 katjimêrî bikelînin. Kel bidawî bû, pelên we jê derînin, ango bidarivînîn.

Ava lîmonê û şekir tevlî ava gulê bikin. 10 deqe bikelînin. Êdî amade ye.

Lê dema bê servîskirin divê av tevlî bê kirin. Ango heger di stekanê (qedeh) de tê îkramkirin, divê nîvê stekanê ji ava gulê, nivê din jî ji avê be. Helbet mirov dikare bêî avê jî vexwe.

Di sarincê de bê hîştin û bi sarî bê servîskirin tê pêşniyarkirin.