Gulbişîr

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gulbişîr
Gulbişîr.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Çîn: Insecta
Kom: Lepidoptera
Famîle: Sphingidae
Cins: Macroglossum
Cure: M. stellatarum
Navê zanistî yê latînî
Macroglossum stellatarum
(Linnaeus, 1758)

Gulbişîr an jî şirpiyane[1] (navê latînî: Macroglossum stellatarum), kêzikek difre ye. Dişibite perîdankan lê perîdank nîn e. Xortomek wê ku pê şîrikê nava kulîlkan dimije he ye û du bazikên wê ku di saniyeyekê de bi sedan caran diperpitîne he ye. Dema xortoma xwe bikarnayne wê dipêçe û di bin zikê de xwe de hiltîne. Ji ber drêjbûna xortoma xwe, bi hêsanî xwe digihîne wê şîrika ku mêş û kêzikên din nagihêjinê...

Li gorî baweriyê gulbişîr salixan (agahî) dihêne. Ji kêzika mizgînê cudatir ew here mala kî/ê yan jî li dora kî/kê bigere agahiyek pir baş yan jî pir xerab jê re aniye.

[biguherîne] Çavkanî

  1. Îsmaîl Taha Şahîn, "Mêşemor", Spîrêz, Dihok.
Belavbûna gulbişîran: havînan (bi rengê heşîn); tevahiya salê (bi rengê kesk); zivistanan (bi rengê zer).
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din