Gulebûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xecxecok, gulebûk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Papaverales
Famîle: Papaveraceae
Cins: Papaver
Cure: P. rhoeas
Navê zanistî yê latînî
Papaver rhoeas
L.

Xecxecok, gulebûk, kokolîko, rebenîk an kormamo (Papaver rhoeas),[1] giyayek an kulîlkek ji malbata Papaveraceae e.

Di biharan de li beriya, li cihên çandiniyê jiberxwe şîn tê. Mezinahiya xecxecokan ji hev cuda ye. Awayekî wê ji 30 heta 80 cm mezin dibe û gelekî bi giya ye. Darê xecxecokê pir tenik û bi pirç e. Kulîlka wê ya sor ji meha gulanê heta tebaxê vedibe.

Cih[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihê xecxecokê yê lê derketiye hole nayê zanîn. Lê belê tê bawerkirin ku Asya, Ewropa an jî bakûrê Efrîqa (cihe ku hîna lê wek kevneşopî ji kulîlkên xecxecokê meqyaj tê çêkirin) warê xecxecokê ye. Li van deran ji zû ve çandinî heye û xecxecok bi reya çandiniyê li tevahiya cihanê belav bûye. Ev kulîlk li heremên ku kar û barê mirovan lê heye belav bûye û beyî mirovan nikarîbû bighêje van herêman. Xecxecok hîn zêdetir li cihên germ, zûha û bi tav şîn tên.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 7 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 gulan 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]