Gustav Hertz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gustav Hertz li ser pûlekî DDR

Gustav Ludwig Hertz (* 22'ê tîrmehê 1887 li Hamburg; † 30'ê kewçêrê 1975 li Berlînê, aliya DDR), fizîknasekî navdar ê Alman bû. Sala 1925'î bi tevî James Franck Xelata Nobel a fizîkê wergirtiye.

Bavê mekanîka qûantan jî tê binavkirin. Li Berlîn, Göttingen û Münchenê perwerdeya xwe ya fizîkê dibîne. Bi tevî hevalê xwe James Franck xebat û lêkolînên mezin li ser fizîkê kirine. Xebat û angaştên wî riya ûranbombeyê (bombeya ji ûranyûmê tê çêkirin) vekiriye. Bi eslê xwe cihû bûye. Ji ber wê jiyana wî di dema nazîyan de ketiye xetereyê. Bi dawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn re li Almanya ya rojhilatê (DDR) dimîne.

Sala 1954'î dibe gerînendeyê fizîk enstîtuya Zanîngeha Karl Marx a li Leipzigê. Li DDRê bi taybetî li ser fizîka dendikî wekî otorîteyeke mezin hatiye naskirin.