Hêk
Ji Wîkîpediya
1) qelpê hêkê,
2) perdeya derve ya hêkê,
3) perdeya hindirîn ya hêkê,
4) û 13) girêkên spîka hêkê,
5) spîka herrikbar,
6) spîka tîr,
7) perdeya zerika hêkê,
8) pêşzerik,
9) xwînpare (cenîn, embriyon, goştpere),
10) zerika tarî,
11) zerika geş,
12) qelpê zerikê,
14) hewageh,
15) kutîkula
Hêk toximê hin cureyên ajalên mêk e. Nêzikî hemû cureyên balindeyan û cureyên masîyan û ajalên xizinde hêkan dikin. Ajalên mêk yên guhandar jî hêkan çê dikin lê hêk di hundur da dol digire. Ev hêkên di hundur da ra dibêjin bizir. Wextê ku masî an mirîşk dimirin hêkên ku di zik da dimênî jî wek bizir tên hesibandin.
[biguherîne] Hêk ji bo xwarinê
Hêk tên kelandin an di rûn de diqilijînîn û pê ra dibêjin qeyxane. Hêk dikevin hêvîr û gellek tiştên din. Hêkên ku mêst û sîran lêdikinî re jî dibêjin cilbir. Şoreka Kurdan heye dibêjin Ku nabû qeyxane yê bibe cilbir.
[biguherîne] Bêjenas
Peyv hêk wek peyva pehlewî xayag a. Peyva îngilîzî egg ji peyva norsan (Germenên Bakur) eggja hatîye û bi îhtîmaleka mezin ev hemû peyvan ji peyvekê tên.
Peyv zerik di pehlewî de zardag; peyv spîk jî spedag e. Bi îhtîmal Qeyxane jî peyv xayag tê û ew peyva wek kaygana derbasa tirkî jî bûye.