Hêmin Kurdaxî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

'Hêmen Kurdaxî (Neşet Betal) helbestvanekî kurd e. Kurdaxî sala 1973an li Gundê Qermîtliq, herêma Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) ji dayîk bûye. Ji sala 2000-î ve li Almaniyayê dijî.

Ji bilî helbestên wî yên ku di hin weşanên kurdî de hatine weşandin, Sê berhevokên wî yên çapkirî hene, ku helbestên xwe de dixwaze bi zimanekî hêsan î nazik û bi wêneyine ji peyvên hestedar derd, êş û kela dilê xwe, herwekî evîn, arzû û helwesta xwe veguhêze hunav û wijdana xwendevanên xwe. Bi rastî jî ew dikare xewn û hestên mera ên xulmaşbûyî bi awazên peyv û hevokên xwe, bi sirweya qêrînên xwe ên lal şiyar bike û wan di asoyên xwe de bifirîne...

                                                     Dr. Kamîran Bêkes
Berhemên wî yên çapkirî ev in: 

1- Çêroka neynûkên şkestî- helbest/du caran hatiye çapkirin (Köln-Babol druck -2003) û Berlîn(Evra Verlag 2004) 76 rûpel e

2- Siwarên rejiyê - helbest/ Evra Verlag - Berlîn(helbest 2004) 104 rûpel

3- Ez bişewitim... dûmanê min jî wê ji te hezbike- helbest han-graphik- Berlîn - 2008

Hêmen Kurdaxî bi vê berhema xwe ya sêhem jî, wêja kurdî bi giştî û helbesta nûjen bi taybetî gelek dewlemen kir, em pir bi hêvî ne, ku helbestên Hêmen bi pênûsên wergervanên zimanê erebî û zimanên din biyanî werin wergerandin, ta ku helbesta me ya nûjen, bê şermî li dergeha wêja cîhanî bide

                                                    Dr. Ebdilmecît Şêxo 

Wekî bendeke avê di destpêka beharê de herdem xumxum û nalîne, geliyê dadigire û bi xwe re disojîne, wilo helbestvanê me yê hêja Hêmen Kurdaxî jî bi ser hezkirên helbestê de dîwana xwe ya sêyemîn, paş ku berê „Çêroka neynûkên şikestî“ û „Siwarên rejiyê“ weşan dibûn, davêje, tijî evîndarî û bi Kurmanciyeke asan û zelal, bi wateyên nû û dîmenên wêjevanî yên xweşik..

Hêmen, wek hezkirê welatekî çeleng û wefadarê evîndariyek bêdawî û bêsînor, firîşteyên qurnefîlê ji devê berbangê derdixîne, me bi xwe re di nav bajêrên sar û basikşikestî re digerîne, destanên revê ji me re dixiwîne, gerdoneke ji ramûsan avakirî ji me re diafirîne, li ser kaxizê taziya tozê û li ser lêvên şevê behiştekê ji bo zarokên me pêda dike, û her û her wefadarê evîndariya dilê xwe yê ji rê mayî dimîne…Di nav helbestên Hêmenê Kurdaxî de ronahî asîmanê parve dike, û tîpan riswa û tazî dike…

                                                    Cankurd


Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

hemen kurxani