Hêyavk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêyavk di zimanê kurdî de ji bo koma xwarinên quşxaneyê yên avî, ron ên zebzeyan tê bikaranîn.

Cudatiya navbera hêyavk û şorbeyê ew e ku, pirranî di şorbeyên kurdî de zad, zebze hatine hûrkirin, helandin an pişirandin. Ango teneyên, hebên zad û zebzeyê ne dîtbar in, an jî gelek hûrik in. Lê yên hêyavkê dîtbar in, mirov dibîne, dikare bi kêr-çatelê bixwe, pê bigire.

Tirşik tenê navê komekê hêyavkê ye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hin devokan de peyva tirşik, di wateya hêyavkê, xwarinên quşxaneyê yên avî de tê bikaranîn, lê ev ne rast e, ji ber taybetiyên, hêyavkên herêmê ev binavkirin serdest bûye. Bi taybetî li parêzgehên Mêrdîn, Amed, Rihayê tirşik bo tevahiya hêyavkan tê bikaranîn. Heya bigire hin caran bo şorbeyê jî bêjeya tirşikê bikartînin.

Türlü ya tirkî dişibe hêyavka kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi îngilîzî peyva herî nêzîk Hodge-Podge (soup) ye. Îngilîzan ew kirine binê koma şorbeyan. Lê di îngilîzî de bo xwarinên zebzeyan ên hebikên wan saxî ne yan mezin hatine hûrkirin, binavkirinek nîne. Almanî Eintopf dibêjin lê ev ji bo tevahiya xwarinên quşxaneyê (çi avî-ron çi ne) ye. Bi romî (tirkî) Türlü dibêjin. Türlüya tirkî û hêyavka kurdî ji aliyê mentiqê ve gelek hevpar e.

Mînak bo hêyavkên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek caran şorbe, hêyavk tên tevlîhevkirin. Mixabin li ser pêjgeha kurd ti xebateke zanistî nehatiye kirin. Zimanzanan jî gorî mentiq û fîlozofiya pêjgeha kurdî, xwarin-vexwarin bikategorî nekirine.