Hêyavka çavmarkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêyavka çavmarkê cure xwarinek ji pêjgeha kurd e. Ji çavmarkê (meroje melajo, kilig) tê çêkirin. Du cureyên wê hene ya biav û bêav. Heger ava wê pê darivandin jê re ya bajarkî, neyê darivandin jî jê re ya gundîkî tê gotin.

Li Kurdistanê biharan gelek pincar tên berhevkirin ku yek ji wan çavmark e. Li Serhedê melajo yan meroje dibêjin. Ji wê gelek xwarin tên çêkirin.

Cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hêyavka çavmarkê ya gundîkî
  • Hêyavka çavmarkê ya bajarkî

Terîfeya hêyavka bajarkî:

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nîv kg çavmarka teze yan a konservekirî
  • Parçeyek nanê kartû
  • Nîv baq bexdenûs
  • 2 dendik sîr
  • Îsota bo kutilkan (dolmeh) a sor
  • Nîv kevçî rûnê zeytê
  • Xwê û îsota reş
  • 1 kevçî sirkeya tiriyê

Amadekirina xwarina melajoyê ya bajarkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavmarkên xwe bişon, seriyên wan jêbikin û amade bikin. Aliyên wan ên divê li derve bimînin û wisa bên kelandin. Wan têxin quşxaneyê, xwê pê werbikin û bi qasî nîv katjimêrî bikelînin. Dûv re di nava ava sar de sar bikin.

Rûnê zeytê berdin quşxaneyê û germ bikin. Sîra ku hûr hûr hatiye hûrkirin biqijilînin. Bexdenûs û nanê kartû yê pişirandî tevlî bikin, biqelînin. Dema zerayî bi nan ket, sirkeyê berdin û kelekê pê bînin.

çênca (sosa) ku niha we amade kiriye, bidarivînin û berdin rûnbirêşkê. Çavmarkên xwe yên kelandî berdin serê. Xwê, îsota reş û îsota kutilkê (dolmeh) ya sor a tîkekirî tevlî bikin. Bi qasî 4-5 deqe biqelînin. Sar bû, bînin ser destexaneyê (sifreyê).